Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Fermandara YPJ’ê Destîna: Bermahiyên DAIŞ’ê ji bo cihanê xetere ye

Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê diyar kir ku Kampa Holê bi beşa xwe ya mûhacîrat, weke bermahiyên DAIŞ’ê ji bo herêmê û cîhanê xetere ye û wiha got: “DAIŞ’ê li gelek welatan şer kir û gelek artêş ji ber wê reviyan bi têkoşînû berxwedana bêhempa ya YPG-YPJ/HSD’ê têkçûn. Dawiyê hemû dewletan DAIŞ’ê li vir kom kirin û ew li ser pişta me hiştin.”

Şervanên YPG-YPJ û HSD’ê di her şert û mercî de gelên rojavayê Kurdsitanê diparêzin. Bi taybetî bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re ne tenê gelên Kurdsitanê gelên cihanê ji hovitiyeke mezin rizgar kirin. Bermahiyên çeteyan ên tundrew li Kampa Holê 45 km. li rojhilatê bajarê Hesekê Kantona Cizîrê ye hatin bicihkirin. Li kampê 43 hezar û 477 kes ji 45 welatên cuda hene. Piştî hatina malbatên DAIŞ’î Kampa Holê veguherî xetertirîn kampa li herêmê û cîhanê. Kamp ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ/HSD’ê ve tê parastin. Ji ber xetera li vê kampê hêzên HSD/YPJ’ê 3 car in Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li vê kampê didin destpêkirin.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Destîna Kobanê qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, pêwîstiya wê, encamên ku hatine girtin de nirxandinên girîng kir. Destîna Kobanê di destpêka axaftina xwe de pêwîstiya destpêkirina qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê wiha vegot: “Li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî ku amadekariyên hucreyên razayî yên DAIŞ’ê ji bo êrîşeke nû, têkbirina ewlehiya herêmê di Kampa Holê de hebû, ji bo parastina gelê herêmê, operasyon hat destpêkirin. Kampa Holê bi beşa xwe ya mûhacîrat, weke bermahiyên DAIŞ’ê ji bo herêmê û cîhanê xeterî ye. Her çiqas DAIŞ di warê erdnîgarî û leşkerî de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk çûbe jî di Kampa Holê de hê jî zindî ye, perwerdeyên wan ên şer hê jî li didomin, kesên ku bixwazin ji fikrên wan ên tunderew dûr bikevin bi rê û rêbazên cuda tên cezakirin. Agahiyên îstîxbaratî yên bi vî awayî ku çete amadekariya êrîş û teqînan dikirin hebûn, li ser wî bingehê, ji bo gelê me û cîhan bi xeteriyeke cidî re rûbirû nemîne, operasyon bi pêşengiya YPJ/HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat destpêkirin.”

Cebilxaneyên binaxkirî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin dîtin

Destîna Kobanê bal kişand ser operasyona ku sê rojan li beşa Mûhacîratan berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Di wan konan de alav û amûrên qedexe yên dihatin veşartin hatin dîtin û desteserkirin, mînak cebilxane û bi taybetî mayînên ku ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve di bin erdê de hatibûn bicihkirin ji hêla hêzên me ve hatin dîtin û bêbandorkirin. Bombeyên destan û alavên teknîkî yên qedexe hatin dîtin û jinên ku pêşengiya zindîkirina fikrên DAIŞ’ê dikirin, ew jî hatin girtin. Zarokên Eşbal El-Xîlafê yên ku temenê wan êdî mezin dibû û xwe ji bo êrîşan amade dikirin, hatin girtin. Tunelên ku ji bo veşartina zarokên Eşbal El-Xîlafê dihatin bikaranîn hatin dîtin. Çend tunelên mezin ên ku ji bo veşartina zarokan dihatin bikaranîn, bi operasyoneke taybet hatin dîtin û hilweşandin. Di beşa Sûriyeyî û Iraqiyan de jî gelek cebilxane çek, gule, bombe û roket hatin dîtin û ev jî rastiya xetera li ser herêmê û sedema lidarxistina vê operasyonê radixe ber çavan.”

Operasyon di pêvajoyeke pir xeter de hat destpêkirin

Destîna Kobanê da zanîn ku çeteyan li dijî hêzên wan ên operasyonê planeke tolhildanê û têkbirina operasyona Mirovî û Ewlehiyê dikirin, der barê vê xalê de wiha got: “Serçeteyekî ku dixwest di nav hêzên me yên operasyonê de, xwe biteqîne û weke peyameke tolhildana ji vê operasyonê û valaderxistina wê bide, ji hêla YPJ’ê ve hat girtin di demên pêş de jî wê mikurhatinên wî jî ji raya giştî re werin aşkerakirin. Hedefên esasî hatin girtin û hemû kesên di kampê de navê wan careke din hatin tomarkirin. Operasyon di pêvajoyeke pir xeter de hat destpêkirin ku di wexteke êrîşên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn çêbû. Hedefgirtina her 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di operasyonê de cih girtibûn, her çiqas êrîş hebûn jî rîsk û xeteriya li ser gelê me di ber çavan re hat derbaskirin û operasyonê dest pê kir û bi encamên serkeftî jî hat bidawîkirin. Em dixwazin vê yekê bibêjin ku dibe xeteriya heyî nehatibe berterefkirin, ji ber kombûna ewqas nasname û kes ligel hev dibe potansiyel û divê ku mirovahî jî vê rastiyê bizanibe ku amadekariyên wan hatine têkbirin lê ev xetere hê hî didome. Ji ber ku gelek cebilxane di destê wan de hê hî hene.”

‘Hemû dewletan DAIŞ’ê li vir kom kirin û ew li ser pişta me hiştin’

Destîna Kobanê erk û berpirsiyariyên navneteweyî bi bîr xist û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji gelek welatan hemwelatiyên DAIŞ’î di vê kampê de hene, ev tê wateya ku xetere ne li ser Sûriye û iraqiyan heye ev xeteriyeke navneteweyî ava dike. DAIŞ’ê li gelek welatan şer kir û gelek artêş ji ber wê reviyan, dîrok vê gotinê piştrast dike lê yên li hemberî wan têkoşiyan û berxwedaniyek bêhempa kirin YPJ/HSD’ê ne. Di encamê de hemû dewletan DAIŞ’ê li vir kom kirin û ew li ser pişta me hiştin. Divê ku mirovahî û kesên demokrat vê qebûl nekin. Gelek hêz ji bo têkbirina DAIŞ’ê ligel hêzên YPJ/HSD ji bo wê xebat dan meşandin, pêwîst e niha jî berpirsiyariya me tenê nehêlin. Eger îro hemû dewlet DAIŞ’ê weke hov dibînin, wê demê divê ku berpirsiyariyên xwe li hemberî têkbirina wan bi cih bînin.”

Destîna Kobanê bal kişand ser soza ku ji bo rizgarkirina jinên êzidî dabûn û wiha bi lêv kir: “Ji bo hemû jinan, bi taybetî jinên êzidî ku di fermanê re derbas bûn û rastî tecawiz û destdirêjiyê hatin, ji ziman ax û malbatên xwe dûr ketin, ji rastiya xwe dûr ketin û di helandineke mezin re derbas bûn, YPJ’ê soza xwe her pêk anî û dîrokê şahidiya rizgarkirina bi dehan jinên êzidî jî kiriye. Ji lewre bi operasyoneke taybet jî YPJ’ê jineke êzidî rizgar kir û ev xebata rizgarkirinê ji bo hemû jinan wê bidome. Xilaskirina her jinek êzidî ji bo me wê bibe soza tolhildanê careke din ji hovîtiya DAIŞ’ê.”

HSD ewlehiya vê herêmê baş û bi awayekî domdar biparêze

Destîna Kobanê got ku DAIŞ ketiye wê potansiyelê ku ji aliyê her kesê ve tê bikaranîn û wiha domand: “Niha êdî her kes hucreyek bi navê DAIŞ’ê ji xwe re çêdike û bermahiyên ji wê mane birêxistin dike û bêtir bakur û rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Ji Dêrazorê heta Minbic û Holê. Heta niha ev şaneyên ku xeteriyê li ser ewlehiya herêmê çêdikin hene. Ji bo ku HSD ewlehiya vê herêmê baş û bi awayekî domdar biparêze divê dewletên derve êrîşên hewayî li ser asîmanê bakur û rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û qada hewayî ji bo êrîşên wiha neyê vekirin. Di bingehê de êrîşên ku ewlehiya herêmê têk dibin, êrîşên dewleta tirk a dagirker in, ji ber ev rê dide ku şaneyên razayê hîn bêtir xwe birêxistin bikin.”

Wê YPJ her dem ji bo kes û jinên azadiyê dixwazin fedakariyê bike

Destîna Kobanê bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: “Dewletên ku qaşo daxwaza wan aramî, demokrasî û ewlehiya Rojhilata Navîn e, tu pratîkek wan li ser rûyê erdê xuya nake. YPJ/HSD vê fedekariyê ji bo tu kesê nakin, destpêkê ji bo gelê xwe yê ku bi pergala neteweya demokratîk dijîn dike. Wê YPJ her dem ji bo kes û jinên azadiyê dixwazin fedakariyê bike. Fedakarî û berxwedana heyî wê heta dawî bêyî gavek şûnde were avêtin bidome. Ji lewre pêwîst e hemû welat û dewlet erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Ew pêk neynin jî wê hêzên me fedakariyê ji bo gelê herêmê û hemû netewe û pêkhateyan bidomînin. Ji ber ku me sozek daye û ji roja destpêkê ve me pişta xwe nedaye kesek, heta şervanek azadiyê hebe wê xebatên parastinê bi dawî nebin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar