Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Fermandarê Biryargeha NPG’ê: Nikarin leşkeran deynin

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt li ser cîhazê xîtabî gerîlayên ku li hemberî êrîşên li ser Avaşîn û Zapê şer dikin,kir.

Malazgîrt derbarê geşedanên dawîn ên eniya şer agahiyên girîng belav kir û bi silavkirina gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi axaftina xwe kir.

Malazgîrt diyar kir di 23’ê nîsanê de li hemberî êrîşa berfireh a dewleta tirk wan bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bersiv dane û got “Dijmin di vê operasyonê de negihişt armanca xwe û gelek derbên giran xwar. Bi tenê li hinek cihên Avaşînê bi cih bû.”

Amed Malazgîrt da zanîn ku dewleta tirk di sala 2022’yan de jî amadekariyeke mezin kiriye û di 14’ê nîsanê de bi şev bi 55 balefirên şer, bi dehan droneyên bi çek û bê çêk, bi obus, tank û topa êrîş daye destpêkirin û got “Di 17’ê nîsanê de bi şev jî bi helîkopterên Skorsky û êrîşê re xwest leşkeran deyne Zap û Avaşînê. Hevalan di wê kêlîkê de ji gelek cihan li van helîkopteran dan û nehiştin ku helîkopter leşkeran deynin.”

‘Nikarin leşkaran deynin’

Malazgîrt diyar kir ku artêşa tirk ji xeta Başûr a Kurêjaro hatiye ji ser Şêladizê xwestiye li sê cihan leşkeran deyne û ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê bi pêşengiya hinek kontrayan xwe li sê cihên Kurêjaro bi cih kirine û du rojan di navbera gerîlayan û dagirkeran de şerên giran çêbûye.

Amed Malazgîrt diyar kir ku artêşa tirk hewl daye bi helîkopteran leşkeran deyne hinek cihên Çiyayê Reş û got “Bi mudaxeleya hevalan re, nekarîn roja pêşîn leşkeran deynin. Di 18’ê mehê de jî leşker ji xeta Serê Sêvê ber bi Çiyayê Reş ve hatine û bi alîkariya helîkopterên êrîşê re, leşker danîne Girê Rûbar û Çiyayê Reş. Bi tu awayî artêşa tirk nekariye leşkeran deyne Girê Cehennemê. Gelek caran xwestin leşkeran deynin Şikefta Birîndara û Girê Karker lê hevalan li wan da û nekarîn leşkeran deynin.”

‘Şer giran didome’

Artêşa tirk bi tenê karî sê caran leşkeran deyne hinek derên Şikefta Birîndara û Girê Karker. Li ser xeta Cîloya Biçûk xwestin ji hewayî ve leşkeran deynin Girê Şehîd Şahîn lê hevalan li wan dan û artêşa tirk nekarî leşkeran deyne.Ji ber vê dixwazin ji qadên Koordîne, Petrût û Cîloya Biçûk ji bejahiyê ve werin û li Şamkê û Girê Şehîd Şahîn bi cih bibin. Li qadê şerê giran didome.”

Malazgîrt destnîşan kir ku li Girê Werxelê ya Avaşînê û derdora gundê Werxelê şerekî giran heye û got “Ji 17’ê mehê heta 19’ê mehê di çalakî û şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin heta niha 62 dagirker hatine kuştin, derb li 2 helîkopteran hatine xistin. Gelek birîndarên dijmin jî hene. Di van şer û êrîşên hewayî de 7 hevalên em şehîd bûne.”

‘Dê êrîş bidome’

Malazgîrt di beşa dawîn a axaftina xwe de got ku dê êrîşa dagirker zêde bidome û ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Malazgîrt got “Hevalên me bi ruhê Apoyî û tarza milîtaniya fedaî ya PKK’ê bi cesareteke mezin ev operasyon pêşwazî kirin. Diyar kirin ku wê dijmin di vê operasyonê de têk biçe. Wê ev operasyon zêde bidome. Ji bo afirandina Kurdistana azad û azadkirina axa Kurdistanê çi berdêl hewce be, em ê bidin. Gelek hevalên me yên qehreman şehîd bûn. Deynê di stûyê me de ye ku em tola hevalên şehîd bistînin.

Dewleta tirk di operasyonên xwe de li hemberî gerîlayan çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Dema ku dor were ser kurdan dinya bêdeng dimîne û çavê xwe ji hovîtiya dewleta tirk re digirin. Ji aliyê din ve jî li bakurê Kurdistanê û li parçeyên din Kurdistanê êrîşan dike. Li zindana ciwanên kurdan qetil dikin, li ser civakê polîtîkaya îşkence û zextan didomînin. Dixwazin îradeya gelê kurd bişkînin. Kurdên îxanetkar û bêyî îrade dixwazin. Van operasyonan ji xwe re dikin hincet, dixwazin têkevin nav başûrê Kurdistanê û xeta Mûsûl û Kerkûkê têxin bin kontrola xwe.”

‘Xwedî li vê dozê derbikevin’

Wezîrê Karê Navxweyî yê dewleta tirk hefteyek berê diyar kir ku armanca wan çi ye. Kesên feraset û nêziktêdayîna dewleta tirk nabîne yan kor e, yan jî ker e yan jî kesên hay ji vî tiştî hene û bêdeng in jî ji dewleta tirk ditirsin û îradeya xwe teslîm kirine. Girîng e ku gelê kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li doza xwe derkevin. Heke îro xwedî lê dernekevin wê sibê dereng be. Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û teqez e ku wê êrîşa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar