Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fermandarê efsûnî yê gelê kurd: Egîd

Di ser şehadeta fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an şehadeta Mahsûm Korkmaz re 36 sal derbas bû. Gelê kurd wî bi ‘Egîd’î nas kir û wî navê xwe li rûpelên berxwedanê nivîsî.

Fermandarê efsûnî yê gelê kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di sala 1956’an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat dinê. Hê di temenê biçûk de malbata wî koçî Êlihê dike, li wir mezin dibe. Li Êlihê karê ewilê yên şoreşgerî dike. Fermandar Egîd ê piştî sala 1970’î ji tevgerên ciwan-rewşenbîran ên li Kurdistanê pêş dikeve, bandor dibe. Bi rêya yek ji kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan PKK’ê ango (Apoyî) nas dike.

Fermandar Egîd xebatên xwe yên şoreşgerî yên destpêkê li Êlihê da destpêkirin û ji wir û şûnde di tevahî têkoşînê de tim li pêş cih girt. Ew li dijî hemû astengî û berbendên cihê lê hat dinê, bi îdeolojiyeke kûr, şereke polîtîk û rêxistinî pêş xist û pêşketinên mezin bi xwe re anî. Ji bo di rêya şerê gel de gavên mezin bavêje, di çileya 1980’î berê xwe da Kampa Filistînê ya li Libnanê. Piştî perwerdehiya 7 mehan, bi berpirsyariyên mezin û hêvî vedigere Kurdistanê. Fermandar Egîd di vê demê de li gel kadroyê pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr dikeve kemîna artêşa tirk, ji vê kemînê bi birîndarî rizgar dibe. Di vê kemînê de Kemal Pîr dîl tê girtin.

Mahsûm Korkmaz sala ewil ku têkoşîna azadiya kurd nas kir, di rapora xwe ya pêşkêşî PKK’ê dike de vê dibêje; “Ji Farqînê ya ku xwedî hişmendiyeke zêde ya welatparêziyê ye, bandorbûna ji tevgerên şoreşgerî yên Tirkiyeyê, dîsa bûne xwedî hestên mirovperwerî, mîna girêdana min a bi beşên rewşenbîr-ciwanên pêşverû re, rolek mezin di şoreşgerbûna min de hebûn… Ketina nav şoreşê bi tevlibûna nava tevgera me re destpê kir. Ji xwe berê heskirina min a li hember şoreşgeriyê hebû, lê tu têkiliya min bi tevgereke siyasî re nebû… Têkiliya bi tevgera me re, di sala 1977’an de pêk hat. Piştî lêgerînên komên siyasî yên di encama zelalbûna ciwan-rewşenbîrên li derdorî komeleyê kom bûbûn, safî bû, çêkerîbûna tevgera me û dîsa piranî hemfikirbûna hevrêyên min, li şûna bêrê min bide komên reformist, şoven-sosyal li gel we cih girtim. Piştre jî vê pêngavê di encama lêgerînan de vegerand zanistî û domand.”

Fermandarê HRK’ê

Mahsûm Korkmaz piştî 1982’an û şûnde heta bihara 1983’an di dema xebatên pratîk ên PKK ku vegere welat birêve dibir, di nava koma amadekariyê de cih digrt, di yekîneyên pêşeng ên şoreşger ku bigihîne gelek herêmên Kurdistanê roleke aktîf lîst.

Di erîfeya 15’ê Tebaxê de Fermandar Egîd ji bo endamtiya Konseya Navendî ya PKK’ê tê hilbijartin, ji bo Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) a were avakirin tê hilbijartin, ji yekîneyên HRK’ê ya yekem erka fermandariya Tîma Propagandaya Leşkerî ya 14’ê Tîrmehê digire ser milê xwe.

Gava herî girîng

Fermandar Egîd ê di plansazî û rêxistina Pêngava 15’ê Tebaxê de rolek girîng lîst, berî çalakiyê di fermana dawî da de wiha gotibû: ‘Di dema çalakiyê de divê kes ji derveyî plansaziyê tevnegere, çeper qet nayê berdan. Wê gule bi pîvan û hedef bê avêtin. Bê serûber divê gule qet neyê teqandin. Divê heval pir baldar bin ku ne li hevalên xwe bidin û ne jî sivîlan. Nekevin hewldana talanê, veger wê bi qedemeyî û parastin pêk were. Li gel van xisûsên bên li ber çav girtin, qonaxê planê wê bi endamên taximê re bi girseyî bê nirxanadin û famkirin. Her kom wê li ser erka xwe 3-4 carî nîqaş bike û binirxîne.’

Şerê gerîla ya ku wê biba yek ji gavên herî girîng a Têkoşîna Azadiya Kurd û heman demê wê li dîrokê weke guleya yekem a Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi fermandariya Egîd bi serdegirtina li Dihê-Şemzînanê pêk bihata, destpê kir.

Dilê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji heskirina mirovahiyê tije bû, heskirina wî ya ji bo mirovahiyê pir kûr bû. Lê dîktatoriya xwînmij û har ji bo wî û gelê kurd tenê vebijêrkek da nîşandan û ew jî hilgirtina çekê bû. Bi hezaran mirovên tenê ji ber ku kurd bûn, hatin girtin û bi pêkanînên der mirovî û der hiqûqî xwestin bên bêîradekirin. Serîrakirina hevrê Egîd û komekê ev bû.

Ji dervayê berxwedanê tu rê tune

Ji bo jiyanek weke mirovan bê jiyîn, ji derveyî berxwdanê tu rêyek din nehatibû hiştin. Ev jî kareke welê bû ku berdêla wê giran û deyneke bû. Têkoşîna azadiyê ya di nava şert û mercên giran de û koçberiya bêhevseng dom kir, bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê heta roja me ya îro hatiye. Lehengiya ku bi Egîd re bû sembol, li ser bingehek wiha wate li xwe bar kiriye, nasname û kesayet qezenç kiriye. Dîroka li tenêbûna Botanê hatibû veşartin, li Gabar û Cûdiyê ji nû ve hat avakirin û nivîsandin. Li ser xeta ku dîrokê şênber dike, têkoşîna gihandina mirovahiyê hatiye dayîn, bi vî rengî dîroka kurdan a ku nehatiye nivîsandin, bi şerê berxwedanê kêlî bi kêlî hatiye hûnadin û ji nû ve hatiye nivîsand.

Tirs dikir dilê dijmin

Egîd bi rêxistin, disiplîn, çêkera xwe ya dînamîk, nêzîkatiya xwe ya bi pîvan, kedkarî, dilnizmî, aliyên xwe yên diyarker bû weke ‘Hewariyê Apogeriyê, milîtanê xetê’ dest bi kar kir. Li pêşberî bêhêvîtiya bi hezaran sal a li Kurdistanê, tim bû çavkaniya hêviyê, tim aliyên çêker ên yekitiyê derxistiye pêş û li dijî cihêkarî, parçebûnê şereke bêeman kiriye. Ji hemûyan girîngtir ne bûye yê mezaxtin û tunekirinê, berovajî tim bûye yê avakirina nirxan, li ser vê bingehî jiya ye. Tim li pêşberî yên nirxan binpê dike û bikar tîne bi hêrs bûye. Yê ku evqas hêz û moralê dide hevrê û dostên xwe, berovajî tirsek mezin jî dide dijmin û xiyanetkaran. Ji bo wê tim hevrê Egîd bûye hedefa dijmin. Ev hevrê ku dîroka bi hezaran salî gihande roja îro û bû pirek 28’ê Adara 1986’an li çiyayê Gabar a Şirnexê di encama komployeke xayîn de digihêje şehadetê.

Çavkaniya hêviyê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî şehadeta fermandar Egîd di nirxandineke xwe de wiha digot: “Bi rêxistiniya xwe, bi dîsîplîn, rewşa xwe ya dînamîk, nêzîkatiya xwe ya bi pîvan, kedkarî, jiyana xwe ya dilnizm, aliyên xwe yên yekbûyînê, weke milîtanekî xetê, weke hawariya Apogeriyê dest bi kar kir. Di nava bêhêvîtiya ku dîroka hezaran salan a Kurdistanê de, ew bû çavkaniyeke hêviyê.”

Yek ji fermandarên efsanewî yê PKK’ê Ş. Sari Îbrahîm ku bi salan hevrêtî ji fermandar Egîd re kir, li gel wî têkoşiya, şervanî-fermandarî ji wî hîn bû, bi vî rengî qala kesayetî û şehadeta Egîd kiribû: “Ew mirovan baş nas dikir. Çavdêrekî hesas û kûr, pratîkvanekî bi biryar bû. Fermandarekî parvekar, wekhev û hevgirtî bû. Li gorî hêz û derfeta xwe nêzî her kesî dibû. Ji me kesî nedixwest ku karekî zêdeyî hêza xwe bikin. Baş zanîbû ku wê kî ji me li kû û kengî wezîfedar bike. Em hemû li gorî ezmûn û hêza me dixebitand. Mirov dema li gel wî bûn bi hêza xwe dihesiya, pratîk dikir, di nava jiyan û têkoşînê de bi rola xwe ya rastî tevdigeriyan.

Tim pêşeng bû

Hevalê Egîd di nava jiyan û têkoşîna xwe de yekî cidî bû. Di nava jiyanê de her wiha yekî gelekî henekhez bû. Li her qada jiyan û têkoşînê her tim li pêş bû. Hesas bû, rêxistinbûyî bû, bi plan bû. Însiyatîf dida me, ji bo pêşketina me bi hesasiyet hêzî me hemûyan dibû. Dixwest ku em xwe bi pêş bixînin, bibin xwedî îrade, li ser vê bingehê azad bibin û dema ku ji vî alî ve pêşketineke biçûk jî didît gelekî kêfxweş dibû, hîn bêhtir bi hevalan re eleqedar dibû û hêz dida wan. Bi biryardarî ya ku rast didît pêk dianî. Carna ji ber vê yekê bi tenê jî dima. Lê belê bi israr bû û ev yek bi ser dixist.

Di her mijarê de bi me dişêwirî, nêrîna me digirt û em tev li nava têkoşîn û jiyanê dikir. Bi hesas nêzî hesabdayin û hesabwergirtinê dibû. Hest û mejiyê wî, wijdan û mejiyê wî ji hev cuda nebû. Biçûk an jî mezin, ji rêzê yan jî tevlihev, beriya her biryardanê mejî û hestên xwe, wijdan û mejiyê xwe bi hev re bi kar dianî. Biryarên wî her tim bi berpirsyarî dihatin wergirtin. Li her qada jiyanê û têkoşînê kesekî bi pîvan bû. Pîvanên hevalê Egîd pîvanên Rêbertî û rêxistina me bûn.

Dema ku yek derketibûya derveyî van pîvanan, tawîz nedida. Beriya her tiştî yekî xwezayî û parvekar bû. Ji bo hevalê Egîd parvekirin cihê kêfxweşiyê bû.

‘Ket kemînê’

Em ber bi girekî teht ve hildişiyan. Bi şev bû, sar bû. Dawiya meha adarê bû, lê dîsa jî li Çiyayê Gabarê berf hebû. Berf bi şev qerisî bû. Li cihekî me hin şop dîtin. Hevalê Egîd destê xwe da ser şopan û lêkolîn kir. Got, ‘Ev şopa dijmin e, divê em bi baldarî tevbigerin’. Ji nû ve me dest bi meşê kir. Pêşengê baskê me yê meşê Abdûrrhaman Lalayî yê ji Deştayê bû. Niha baş nayê bîra min ku di wê meşê de kî hebûn. Lê belê tevî hevalê Egîd, hevalên Xirxila Kemal (Velî Tayhan) û Selîm (Fevzî Aydin) hebûn. Di dema meşê de ji nişka ve gule li me hatin reşandin. Em ketibûn kemînê û di kemînê de jî em û dijmin ketibûn nava hev. Li pêşiya me tehtekî mezin hebû. Dijmin pêşî li me birîbû û li wî tehtî kemîn danîbû. Nîvê şevê saet derdora 2-3 bû.

Şerê li vir derdora bîst deqeyan-nîv saetê dewam kir. Me piştre xwe berdan jêrê. Heval li deştê li hev kom bûbûn. Li wê derê min dît ku hevalê Metîn (Kalender Îlhan) birîndar e.

Piştî ku em jî hatin jimartinê dest pê kir. Hevalên Egîd û Lezgîn tune bûn. Ji bilî hevalê Metîn kes ji me birîndar nebû. Şehadeta hevalê Egîd nedihat bîra me. Ji me hebû ku hevalên Egîd û Lezgîn ji komê qut bûne û wê bên cihê kombûnê. Êvarê heta nûçeyên BBC em li cihê kombûnê sekinîn. Hevalê Egîd nehat. Êvarê dema ku me li nûçeyên BBC guhdarî kirin hingî em hîn bûn ku şehîd bûye. Tevî ku ewqas dem di ser re derbas bûye, nebûna hevalê Egîd hîn jî bandora xwe heye. Ji her demê bêhtir li wî digerim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar