Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî bi rayedarên Amerîkayê re li ser pêşketinên dawîn ên herêmê û pêşveçûna têkiliyan û berdewama şerê li dijî DAIŞ’ê nîqaş kir
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî der barê şerê li dijî DAIŞ’ê û pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navdewletî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayê yê taybet ê koalîsyonê William Robak re nîqaş kir.
Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser rûpela xwe ya Twitterê weşand ku Mazlûm Ebdî bi rayedarên Amerîkayê re pêşketinên dawîn ên herêmê û pêşdeçûna têkiliyan û berdewama şerê li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirin.
Di demekê de ku dewleta tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ev hevdîtin pêk hat. Bi rasthatina vê serdanê re nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyeyê James Jeffrey hevdîtinan bi rayedarên Tirkiyê re îro û sibe pêk tîne. QAMIŞLO