Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fermandarê NPG’ê Murat Karayilan bang li ciwanan kir

Navenda Nûçeyan |

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan derbarê rola ciwanan a di şerê dijî dagirkeriyê û polîtîkayên tunekirinê de peyamek da Ajansa Nûçeciwan.

Peyam û banga Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye:

“Tekoşîna Azadiya Kurdistanê roja îro di qonaxeke pir girîng de derbas dibe. Ev 6 sal in dagirkeriya Tirkiyeyê di bin serweriya rejîma AKP û MHP’ê de, li hemberî me şerekî giştî yê tunekirinê pêş dixîn. Bêguman em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Rast e me bedel da lê me mewziyên xwe parastin, dijmin encam negirt. Dijmin dixwest di demekî zûde me tune bikê lê di van armancên xwe de bi serneket. Ji bo wê yekê niha di va salê de dijmin dixwazê li hemberî me cardin şerekî berfireh pêşbixê ji bo ku bi kanibê hebûna xwe, desthilata xwe mayinde bikw. Dijmin dibînê ku pêwîst e li hemberî me bi serkevê. Em jî di heman demî de ji bo ku ev rêjîma nijadperest, faşîst, zordest, qirker bi dawî bikin, gelê kurd û gelê Tirkiyayê tevahî heta gelê herêmê jî bin xeteriya vê rêjîma faşîst derxînin li ber xwe didin.

Ji bo vê yekê îsal şerê di navber me û dagirkeriya Tirkiyeyê de dimeşe mirov dikarê bêjê şerêkî lutkeyî ye ango zîrve ye her du alî jî dixwazin bi serbikevin. Lê em bi xwe bawer in em ê bikaribin di bin fikir û ramana Rêber Apo de, di şopdariya şehîdên qehreman de bi ser bikevin.

Hevalên hêja di serdemekî wisa girîng de dibe ku ciwanên kurd ne temaşevan bin, dibe ku ciwanên kurd Kurdistanê heta ciwanên welatê hawîrdor ên demokratîkxwaz, ciwanên ereb, tirk, asûrî, sûriyan, dibe ku tenê ne piştevanî bikin. Di vî demî de tenê ne hewildanên ji rêzê pêş bixînin û temaşe bikin. Divê hîn zêde aktîf bin, di berxwedana gelê me de rola xwe bilîzin, rolê ciwan rola pêşengtiyê ye.

Niha hêzê li dijî rêjîma faşîst têkoşînê dimeşînin, li ber xwe didin bêguman ne tenê gerîla ye lê gerîla serkêşî dikişîne, serkêşiya vê dîlanê dike û dijmin herî zêde ji gerîla ditirse, dixwazê berî hemû tiştî gerîla tasfiye bike ji bo ku karibe hêzên din jî tasfiye bike di esasa tesfiyekirina tevgera Apogerî, dijmin dixwaze siyaseta qirkirinê li ser tevahî Kurdistan serwer bike. Ji bo wê jî hîn zêde li ser gerîla dixwaze bi teknîk, bi îstîxbarat, şer geş bike û biçe encamê. Çeka herî girîng kibrîte hestê heye ji ber vê yekê dijmin dixwazê kaniya gerîla bimiçiqînê ango ciwanên Kurdistanê tasfiye bike. Ciwan ne bi ciwanê ku li xwe xwedî derdikeve, li welatê xwe xwedî derdikeve, li doza xwe xwedî derdikeve ne bibe ciwanê ku pêşeroja civakê difikirê, dixwaze ciwanan bixîne.

Ji bo vê yekê li ser ciwanan roja îro gelek siyaseta şerê taybet di meriyetê de ye, em baş dizanin dijmin niha di rezz yekem de li ser ciwan û jinan disekine. Jina azadîxwaz a Kurdistanê roleke xwe yê pêşengtiyê heye, li kêleka ciwan rola jin jî heye, ji bo vê niha dijmin li ser sazî û jinên azadîxwaz de digire, girtinan çê dike. Lê bi stratejiyeke hîna berfireh li ser ciwanan disekine. Dijmin dizane ger ku ciwan bixenqîne, ji rê derxîne, dê bikaribe gerîla bixîne ,dê bikaribe pêşeroja gelê me tarî bike. Ji bo wê yekê li ser ciwanan roja îro dijmin berfireh radiweste. Di vê çarçoveyê de aliyekî cur be cur wesîlan ciwanan dike hedef, dikuje, li ber pez lêdixe, li kolanan lêdixe cur be cur sedeman ava dike û ciwanan dike hedef. Cardin dixwaze ciwanan ji rê derxînin fêrî madeyên hişbirê dike, ciwanan bi rê û rêbazên fihûşê bi rê û rêbazên tiştên derveyî exlaqê civakê ji rê derxîne, ciwan nebê ciwanekî ku li dûv welatekî ketî bi xwe re ancex mijûl bibe, heta nikaribe bi xwe re mijûl bibe, bike ciwanekî bi çare.

Ji bo vê siyaseta şerê taybet heye ku ciwanên kurd bê îrade bike, ciwanên kurd bi psîkolojiya wan bilîzê ev êrîşê li ser jinên ciwan, li ser keçên kurdan di temenê zaroktî de ku pêş dikeve armanca xwe ew e ji bo jiyana wan xerab bike, psîkolojiyê wan bilîzê ji bo wê destdirêjiyê dike, ji bo wê tecawizê dike, tecawiz ji kuştinê hîn xerabtir e ji ber ku dixwazê bi ruhî tasfiye bike, niha ji bo vê ciwan hedef e pêwîst e hemû ciwan xwe li hember êrîşên dagirkeriya tirk, li hember êrîşên şerê psîkolojîk karibe biparêze.

Xwe li hember hemû cureyên şerê taybet ên psîkolojîk bikaribe biparêze ev pir girîng e, bêguman rêya vê ya herî esasî xwe birêxistinkirin e, em dizanin niha pirsgirêka ciwanan ê rêxistinê heye, bi taybet li bakurê Kurdistanê pirsgirêka rêxistinê cidî heye çima? Ji ber ku dijmin pir zêde tedbîr girtine. Zêde zêde girtina çêdike ji bo ku ciwan nikaribe xwe tevger bike, ji bo yek yek bimîne wan bixîne, wan ji rê derxîne wisa biçe encamê, niha siyaseta dijmin va ye, ji bo wê jî divê ciwan xwe birêxistin bike. Ji bo xwe birêxistin bike ne hewceye qadroyekî rêxistinê werê û pê re biaxive.

Di vê serdema dîrokî de divê her ciwanekî Kurdistanê bi xwe bi înîsiyatîf be, bi xwe bifikire, bi xwe tevbigere, hema 2/3 kes hevdu bibînin xwe bi komîte bikin, kar bikin mesela hûn li zangonê xwe tevger bikin û kar bikin, ciwan bila bi tenê nemînin xwe bigihînin her kesekî. Hûn li taxê ne ji bo ciwanên taxê, li kolanan ji şerê taybet re nebin armanc xwe bigihînin hemûyan, komîteya xwe ava bikin, xwe tevger bikin hûn bi xwe rêxistin in, ciwan rol û misyonê xwe yê pêşengtiyê, Serok Apo rola ciwanan wisa diyarkiriye, ji bo wê jî ev ciwanê ku vê tişta fêmkirî divê li benda tu kesî nemîne. Xwe bi xwe bike hêz, ma ne tevger jî Serokatî ciwan bû barê hemû Kurdistanê rakir ser milê xwe wisa kete rê, di şert û mercên pir zehmet de, îro şert û merc ewqas ne zehmet in rast e zextên polîsan heye lê derfet jî pir hene, xelk hişyar e bingeh heye mirov dikare xebatê bike.

Divê xwe bi înîsiyatîf bike

Di vir de ya girîng her ciwanek ku li ku derê dibe bila bibe derveyî welat, li kîjan parçeyê Kurdistanê be bila bibe lê divê xwe bi înîsiyatîf bike, xwe bê çare neke, bi xwe bikaribe rêya xwe zelal bike. Dibe ku ciwan pirsgirêkên tevgerînê çareser bike û di taybetmendiya de xwe birêxistin bike. Di dîrokê Şoreşa Gelan de heye rêxistinkariya ji xwe berî pir hene. Niha îro di Kurdistanê de ji xwe berî nîne, rêxistineke heye, şoreşek heye lê ciwan li her qadê, li her taxê xwe bi rêxistin bike û pişt re xwe bigihîne rêxistinê. Ciwan heye dixwaze kar bike li hember ev zilma dijmin bêdeng nemîne.

Parastina keçên ciwan divê çawa be, divê bi rêxistin be. Em bêjin ciwanên Şirnexê bi rastî bertek raberkirin ez wan silav dikim. Cardin ê Êlihê ji bo piştevaniyên Qoserê em wan hemû silav dikin. Ciwanên başûrê Kurdistanê ew ê ku îmze kom dikin em wan silav dikin, ciwanên ku biryar dane hatine tev li gerîla bibin em ji wan re dibêjê hûn bi xêr hatin.

Çeka herî girîng Kibrîte Heste ye

Ciwanê kurd divê îro wisa bi înîsiyatîf, bi berpirsiyarî tevbigerin, bertek dibe gel te hîn rabertir bibe, li hember van êrîşên dijmin ên qirêj divê bertekê civakê hîn zêdetir bê raberkirin. Ciwan refleksê civakê ne, ciwan gerek pêşkêşiya wê bike. Ger ku ciwan berî hemû kesî rêfilês raberkê derkeve kolanan, wê civak ji vê bandor bibe, ew jî beşdarî bibin yanî hewceyî bi vê heye.

Pêşengtiya ciwan girîng e, jinên ciwan û ciwan divê rol û misyonê xwe bibînin di vê serdema dîrokî de pêşveçûnên heye bikarine sivik derbas neke. Tenê temaşe nekin divê di rêzên pêş de bin, bi dizî xwe bike hucre, berê hat gotin pirsgirêkê çek nîne tu bikar bibîne. Çeka herî girîng kibrîte hest e. Bi xwe bawer bike di xwe de çarê bibîne. Tu bigihêjê encamê.

Dem demê pisporiyê ye

Niha Suleyman Soysuz her tim dibêjê vaye ez gerîla ber bi tasfiyê ve dibim, vaye dibêjê tevlibûn çênabê, divê ciwan bersiva vê bide. Beşdar bin, beşdarî gerîla bibin. Ev dem ne dema amatoriyê dem dema pisporiyê ye, her alî ve pisporî pêwîst e, şerê niha li Heftanînê dibe ger ku ne pisporî be ma gelo mumkin e wisa bibe. Ev şera bi pisporî dibe, bi jêhatbûna mirov dibe li ser fikir û raman Rêber APO û kurahiya ew hevalan dibê, ew hevalan li hember teknîka dijmin, teknîka însan bi afinerî teknîka dijmin vala derdixin.

Bi ruhê ciwanî em diçin rêya zaferê

Kaniya gerîla ciwan in, îro em di serdemekî girîng de derbas dibin, di şerekî dîrokî de ne di vê serdema girîng de helwesta ciwanên kurd, Kurdistanê wê encamê diyar bike. Rêheval Baran Mawa, Rêheval Mahîr Botan ew fermandar bûn, rêheval Baran Fermandar bû li Feraşînê şehîd ket, rêheval Botan Fermandarê Gabarê bû li Gabarê şehîd ket. Hevala Nûcan di cenga Heftanînê de ew fermandar bû û bi qehremanî şehîd ket ev pêşengên ciwanan bûn em bi rêzdarî bibîtînin bê guman bîranînên wan em di têkoşîna azadiyê de bilind bikin. Xeyalê wan em bi heqîqeta mezinkin, erka li ser me ev e lazim e hemû ciwan jî li pêşengê xwe binêrin, li pey wan biçin. Ev çawa bi salan berpirsiyarî hildan dûvre jî derketin qada cengê di wir de rol lîstin gihiştin asta şehadetê, ew seknê wan ji bo me nimune ye. Eger em di xeta Rêber Apo de ne, em di şopdariya şehîdên xwe de ne, bi ruhê ciwanî em diçin rêya zeferê. Em dixwazin vê serdemî bikin serdema meşa azadiyê, meşa azadiya Rêber APO, azadiya Kurdistanê. Di vê dema dîrokî de jî hemû ciwanên azadîxwaz li rol û misyonê xwe xwedî derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar