Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Fermandarê qereqolê bi şewitandina gund gefan dixwe

Hat ragihandin ku li gundê Qesrîk ê Şemrexa Mêrdînê fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û gotiye ku ger di hilbijartina 31’ê adarê de ji AKP’ê re deng dernekev dê gund bişewitîne

Hikûmeta AKP’ê ji bo di hilbijartina herêmê de li bakurê Kurdistanê bi ser bikeve, ji hilbijerên sexte heta veguherstina sindoqan, ji betalkirina dengan heta gefan serê li her rêbazî dixe û hemû derfertên dewletê ji bo  xwe bikar tîne.

Çavkaniyên li gundê Qesrîk ê Şemrexa Mêrdînê ragihandin ku fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û wiha gotiye: “Ger di 31’ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekevin ez ê gund bişewitînim.”

Gundiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bidin, diyar kirin ku gereqol tim gefan li wan dixwe û wan bi ‘terorîstiyê’ tawanbar dike. Gundiyan dan zanîn ku fermandarê qereqolê ji wan re gotiye heta ew vî gundî neguherîne naçe cihekê din.

Çavkaniyan da zanîn ku namzetê endama Meclisa Şaredariya Şemrexê Hîkmet Erez ê ji heman gundî ye, çend roj berê ji bo îfadeyê çûye qereqolê lê leşkeran ew biriye nav daristanekê û gefa mirinê lê xwarine.

Hêjayê gotinê ye hejmara hilbijêrên gundê Qesrîkê hezar kes in û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP 840 û AKP jî 95 deng girtibûn. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar