Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e

Yek ji fermandarên YNK’ê yê berê Oxiz Beg ku Tirkiyeyê ji ber redkirina sîxûrtiyê mala wî bombebaran kiribû diyar kir ku heke kurd li her çar parçeyan yekitiya xwe ava nekin, dê tune bibin û wiha got: “Sedema vê malwêraniya bi serê kurdan tê, yeknegirtina wan e.”

Êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, ji 17’ê nîsanê ve bênavber didome. Yek ji rûspiyên herêma Biradostê û ji fermandarên Partiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ê berê Oxiz Beg, tevî hemû zextên Tirkiyeyê yên ji bo sîxûrtiyê jî ev daxwaz red kir. Ji ber vê yekê jî Tirkiyeyê di 30’ê gulanê de mala wî bombebaran kiribû. Oxiz Beg, têkildarî êrişên dawî bi Rojnewsê re axivî.

Oxiz Beg, li gundê Heyet ê Deşta Berazgir ê Herêma Bradostê ji xwe re xaniyek çêkiribû û ev xanî rastî topbarana PDK û Tirkiyeyê hatibû. Têkildarî sedema vê êrişê Oxiz Beg wiha got: “Artêşa tirk bi top, tank û çeka mîlano xaniyê min wêran kir. Lê vê yekê bêyî hevkariya destên navxwe nake û hevkarî bi artêşa tirk re kirin. Xelkê Biradostê xelkekî hejar û welatparêz e. Xiyanetê nakin, nabin destkêşê dijminan. Dibe bi milyaran pere xistibin berîka wan da ku sîxûrtiyê bikin lê belê biradostî vê qebûl nakin û rê nadin ku dijmin kurdan bikuje. Bi hezaran şehîdên Biradostê hene lê dewleta tirk bombebaran dike û tu hizbek dengê xwe nake.”

‘Ma li Başîqayê jî PKK heye?’

Bi domdarî Oxiz Beg bertek nîşanî gotina PDK’ê ku dibêje “Tirkiye ji ber hebûna PKK’ê êriş dike” da û wiha domand: “Ma li Başîqayê jî PKK heye? Mijar ne PKK ye, mijar kurd e. Dewleta tirk dixwaze kurd nemînin. Biradostiyan tu carî xiyanet li hizbekî kurdan nekiriye. Tev li karê rêxistinî yê tu hizban nabin lê xiyanetê jî nakin. Dewleta tirk ji jina 90 salî heta zarokê 5 salî bi balafiran dikuje. Armanca Tirkiyeyeyê kurd in, ne tenê PKK ye. Hemû kes dizane ku ez endamê YNK’ê me lê ji ber ku kurd im û xiyanetê nakim, Tirkiyeyê xaniyê min wêran kir.”

‘Heke kurd hevnegirin dê tune bibin’

Herî dawî jî Oxiz Beg ev tişt anî ziman: “Di sala 1996’an de dewleta tirk bangî min kir û li Rûbarokê min bi berpirsekî tirk re hevdîtin kir. Ji min pirsa PKK’ê kir bê ka li herêmê heye yan na. Min jî pirsa gelo li çiyayên Tirkiyeyê PKK heye yan na jê kir. Got, belê heye. Min jî got, belê li çiyayên me jî hene. Ji min xwest ku baregehên PKK’ê nîşanî wan bidim. Lê min ev daxwaz red kir. Min jê re got ku ez ji dewleta tirk û tu hizban re sîxûrtiyê nakim. Ez xiyanetê li kesekî nakim û ji pişt ve xencerê lê naxim. Ji hingê ve bûne dijminê min. Heke kurdên li her çar parçeyan yekitiya xwe çênekin, dê tune bibin. Hemû cîhan dijminê kurdan û kurd bi xwe jî dijminên hev in. Sedema vê malwêraniya bi serê kurdan tê, ji ber yeknegirtinê ye. Ger hizb li hev bikin, ji xwe gel lihev kiriye.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar