Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Fermandarekî pêşmergeyan ê rexne li PDK’ê dikir, hat revandin

Aşkera bû ku hêzên girêdayî PDK’ê fermandarekî pêşmergeyan ê bi navê Muhemed Arif ku rexne li hêza ‘Zêrevan’ a PDK'ê dikir, hatiye revandin û niha aqûbeta wî ne diyar e

Navenda Nûçeyan |

Her diçe PDK bi kiryar û nêzîkatiyên xwe yên ne ji JÎTEM û MÎT’a tirk cuda li ser herêma başûrê Kurdistanê dike.

Derket holê ku fermandarê pêşmergeyan Muhemed Arif Silêman ji ber rexne lê hêzên Zêrevan kiriye, hatiye revandin û tu agahiyek li ser aqûbeta wî nîne.

Aktivîstê Mafê Mirovan Ayhan Seîd li ser mijarê diyar kir ku roja sêşemê dema Fermandar Muhemed Arîf Silêman Gulî diçe navenda Hêzên Zêrevan û şûnde winda dibe û tu agahî jê nayê girtin.

Seîd ji Wezareta Karê Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, komîteyên ewlekarî û konseya xwecihî, Wezareta Pêşmerge û Neteweyên Yekbûyî xwest ku mijarê lêkolîn bike û wiha got: “Muhemed Arif Silêman roja sêşemê piştî diçe navenda hêzên Zêrevan a li Hewlêrê û şûnde, telefona wî tê girtin û êdî agahî jê nayê girtin.”

Kurê Muhemed Kavîn Mihemed jî li ser windabûna bavê xwe wiha got: “Piştî bavê min hêzên zêrevan rexne kir û şûnde winda bûye.”

7 roj in di destê PDK’ê de ne

Leşkerên deweta tirk a dagirker di 30’ê kanûna 2021’an de du ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekanê revandin. Dewleta tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn Tirkiyeyê.

Piştî 6 rojan a revandinê û zexta raya giştî her du ciwan li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl berdan. Li vir ew ciwan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin û heta niha aqûbeta wan diyar nîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK’ê demê dawî li herêma Behdînan û Bradostê û dîsa herêmên di bin serweriya wê de her kesê siyaset û hevkariya wê ya li gel dewleta tirk rexne dike, direvîne û bê hiqûqî ceza dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar