Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermandarekî Pêşmergeyan: PDK pêşengiya artêşa tirk dike

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyan Xazî Feysel ê li herêma Mexmûrê têkildarî liv û tevgera artêşa tirk a li nava xaka Herêma Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û planên wan ên nû yên ji bo êrîşa gerîlayên HPG’ê bikin ji Rojnews’ê re axivî.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyan Xazî Feysel di serî de bal kişand ser rewşa xireb a Herêma Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Sedema wê jî şêwaza siyaseta PDK’ê ya li gel dewleta tirk e. Ew şêwaza siyaseta PDK’ê ne di berjewendiyên gelê kurd û xaka Kurdistanê de ye. Eger PDK vê şêwaza siyaseta xwe berdewam bike, wê rewşa Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi xerabûnê ve biçe. Artêşa tirk çend kîlometreyan hatiye nava haka Kurdistanê de û baregehên leşkerî ava kiriye. Ji derveyî vê jî ji bo hatina nava xaka Herêma Kurdistanê de PDK pêşengiya artêşa tirk dike.”

Xazî Feysel îşaret bi lihevkirina nepanî ya di navbera PDK û dewleta tirk kir û wiha pê de çû: “Ji ber van lihevkirinên nepanî, artêşa tirk wargeha Mexmûrê bombebaran dike. Hebûn û avakirina baregehên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê di encama lihevkirinên nepanî de ne. Ji derveyî vê jî ji ber lihevkirina PDK’ê ya li gel aliyên iraqî, yekrêziya nava mala kurd têk çûye.”

Xazî Feysel siyaseta PDK’ê rexne kir û wiha got: “Di demekî ku li çiyayê Qereçûx çeteyên DAIŞ’ê hene, lê PDK’ê hêzên xwe li beramberî PKK’ê rawestandiye û guh dide dijminê gelê kurd. Lê neamadeye guh li birayên xwe bigire. Pêwîste hêzên her çar parçeyên Kurdistanê di nava xwe yekrêz bin û di warê mijarên neteweyî de yekgirtî bin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê êrîşek li ser başûrê Kurdistanê bide destpê kirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha bang kiribû: “Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xirab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tev li vê plana qirêj nebe.”

Di 30’ê Adarê de bi dehan leşkerên artêşa tirk a dagirker ketin gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên ser bi bajaroka Sîdekan a ser bi navçeya Soran a Hewlêrê ku dikevin herêma Biradostê. Leşker bi muxtar û xelkê gundan re civiyan û ji wan xwestin ku dijî gerîlayên PKK’ê sîxuriyê bikin. Li gorî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) artêşa tirk a dagirker di sala 2021’an de li Herêma Kurdistanê 20 baregehên nû çêkirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar