Fermandariya Biryargeha NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an aşkera kir. Li gorî vê yekê 20 jê payebilind bi giştî hezar û 220 leşker û polîsên tirk hatin kuştin, 34 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û derb li 7 helîkopteran hate xistin. Her wiha di temamiya salê de 456 gerîla jî şehîd bûn
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şerê sala 2019’an aşkera kir.
Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:
“Sala 2019’an ku ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê weke saleke gelekî girîng cihê xwe di nava dîrokê de girt, ji bo gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê me bû saleke ji berxwedana topyekûn a li dijî zext û êrişên dewleta TC a faşîst.
Rejîma AKP-MHP’ê ya qirker faşîst ku li her çar parçeyên Kurdistanê dixwaze destkeftiyên dîrokî yên gelê me ji holê rabike, di sala 2019’an de hêza xwe bi temamî seferber kir û hewl da konsepta xwe ya şerê qirêj girantir bike. Li dijî vê zîhniyeta faşîst a ku rûmeta mirovan ji nedîtî ve tê û li dijî gelê kurd her şêweyên komkujiyê rewa dibîne, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî bêeman li ber xwe da. Desthialtdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi îdiaya qedandina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi sala 2019’an kir, lê derbeke giran xwar û windahiyên mezin da. Li dijî hêza teknîkî ya artêşa TC gerîlayên Kurdistanê bi taktîka dema nû bandora xwe ya di şer de zêde kirin û derbên giran li artêşa tirk xistin. Dewleta TC a faşîst ku hewl dide rastiya şer veşêre û bi dek û dolaban rewşa xwe ya têkçûyî veşêre bi şerê psîkolojîk ê li ser medyayê meşandî nekarî encamên rast ên şer veşêre û bi belgeyan têkçûyîna leşkerên tirk a li pêşberî gerîla li tevahiya dinyayê hate ispatkirin. Mînakên herî berbiçav ên vê yekê jî bi dehan dîmenên şer ên ku gerîla qeyd kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şerê li Kurdistanê bi rengê herî rast û vekirî ji raya giştî re ragihand û rastiya şer bi gelê me yê hêja re parve kir.
Dagirker bi derban hatin têkbirin
Li ser bingeha gerîlatiya sedsala 21’ê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hewl dan li gorî ruhê dema nû rêbaz û taktîkên nû bixin meriyetê û di sala 2019’an de xaka Kurdistanê parastin, rê nedan artêşa TC a dagirker û derbên giran li dijmin xist. Di serî de berxwedana Xakûrkê ji Zap-Zagrosê heta Serhed, Botanê û herî dawî berxwedana Cenga Heftanînê bi berxwedana gerîla ya li her herêma Kurddistanê derbên giran li dewleta TC a dagirker hate xistin û hate têkbirin. Di nava pêvajoya berxwedanê ya sala 2019’an de têkoşîna me ya azadiyê her bi pêş ve çû, bi rengekî mezin li ber xwe da, mêtingerî û faşîzma dewleta TC têk bir û li bin xist.
Sala 2019’an di heman demê de ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê saleke ji berxwedanên mezin û lehengiyan bû. Berxwedana me bi milîtanên pêşeng ên bi ruhê fedayî yên Apoyî bi pêş ket û di serî de hevrê Helmet hevrêyên fermandar ên leheng Çîçek, Fîkrî, Hêlîn, Evîn, Botan, Sînan, Demhat û Cemîl pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Berxwedana me ku bi pêşengiya şehîdên me yên leheng xurt bû, êrîşên dewleta TC a faşîst hemû tevizandin, çeperên xwe parastin, di şer de nûbûn afirandin û bingeha têkoşînê gihand asteke bilind.
Dê sala 2020’an bibe sala serkeftinê
Di têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê de sala 2020’an wê weke sala serkeftinê cih bigire. Ji niha ve tê dîtin ku ji bo hêzên şoreşger wê bibe saleke ji destketî û avantajên mezin û bi vî rengî di dîrokê de cihê xwe bigire. Rastiyeke ku 3’yemîn Şerê Cîhanê ku navenda xwe li Rojhilata Navîn e dê bi şêweyên cuda dewam bike. Di vî şerî de yê bi ser bikeve wê nîjadperestî, neteweperestî, dîktatorî nebe; wê yên ku xwedî zîhniyeta demokratîk a xwe dispêre gelan û civakê, yên pêşniyarên çareseriyê yên rast dikin bi ser bikevin. Li ser bingeha têkoşîna azadiyê ku bi fermandariya partiya me PKK’ê bi danheviya 42 salên têkoşîna serkeftinê em dimeşîne, dê sala 2020’an bike sala têkbirina tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst. Sala 2019’an ji bo têkoşîna me ya azadiyê bû saleke berxwedanê ya berfireh ku danheviyên girîng û mezin hatin afirandin. Ji bo me wezîfeyeke şoreşgerî ye ku em rastiyên di şer de bi raya giştî parve bikin. Li ser vê bingehê em bîlançoya şerê sala 2019’an bi rêzdarî bi raya giştî re parve dikin;
“BÎLANÇOYA ŞERÊ 2019’AN
Operasyonên hewayî û bejahî yên artêşa TC a dagirker:
Operasyonên bejahî: 117
Êrîşên bi balafiran: 620
Êrîşên bi helîkopterên kobra: 49
Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 321
Çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên artêşa TC a dagirker û encamên wan:
Çalakiyên gerîla: 339
Dijminên hatin kuştin (polîs, leşker hwd.): 1.220
Payebilindên hatin kuştin (polîs, leşker hwd.): 20
Dijminên birîndar (polîs, leşker hwd.): 266
Wesayîtên leşkerî yên hatin îmhakirin (Zirxî): 34
Wesayîtên sivîl ên ji bo armancên leşkerî hatin bikaranîn: 27
Wesayîtên leşkerî yên derb li wan hate xistin (Zirxî): 34
Helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky ên derb li wan hate xistin: 7
Şer: 64
Çalakiyên encamên wan nehate zelalkirin: 121
Hevrêyên me yên dîl ketin destê dijmin: 6
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 456”