Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Fermandariya Eyaleta Heftanînê cerdevanan hişyar kir

Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di çarçoveya polîtîkaya ‘kuştina kurdan bi destê kurdan’ cerdevanan dibe herêma operasyonê û bang li cerdevanan kir ku xwe ji herêmê vekişînin

Fermandariya Eyaletê ya Heftanînê bi daxuyaniyeke nivîskî cedevanên ku bi artêşa tirk re derdikevin operasyonên leşkerî hişyarî kir.

Fermandariyê destnîşan kir ku cerdevan hedefa wan sereke nîne û wiha got: “Lê belê yên ku tev li dagirkeriyê bibin û di mayîndekirina dagirkeriyê de bibin xwedî rol dê bibin hedefa hêzên me.”

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

“Weke ku tê zanîn di 23’yê tebaxê de artêşa tirk a dagirker li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kiribû. Hêzên me li dijî vê operasyona dagirkeriyê ya dijmin bi lehengî li ber xwe dan û derbên dîrokî li yekîneyên operasyonê xistin. Di demekê de ku li Heftanînê berxwedaneke mezin li dijî operasyona dijmin dewam dike, dewleta tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana hêzên me têk çûye ji bo vê têkçûna xwe binixumîne serî li rê û rêbazên qirêj ên şer dide. Lîstika sereke ya dewleta tirk jî polîtîkaya kuştina kurdan bi destê kurdan e. Di vê çarçoveyê de dixwaze komek ji cerdevanan bîne herêma operasyonê û li dijî hêzên me bide şerkirin.

Bi navê Tevgera Apoyî ji aliyê îdeolojîk û felsefîk ve bi dersên ji dîrokê wergirtî me her tim hewl dan van plan û hesabên dagirkeran ên qirêj têk bibin. Hêzên me heta niha li cerdevanên anîne herêma operasyonê nexistine. Her wiha me gelek caran bi rêya çapemeniyê, bi rêyên cuda cerdevan hişyar kirin ku nebin amûrek ji van polîtîkayên qirêj, tev li operasyonan nebin, lê tevî vê yekê jî cerdevan bi israr tên herêma operasyonê. Ger liv û tegera li herêma operasyonê bi vî rengî dewam bike hêzên me wê ji bo parastina herêmê û ewlekariyê nêzîkatiya pêwîst nîşan bidin.

Weke ku me beriya niha jî ragihandin ku cerdevan hedefa me ya sereke nînin, lê belê hêzên ku tev li dagirkeriyê bûn û di mayîndekirina dagirkeriyê de bûn xwedî rol wê bibin hedefa hêzên me.

Yên ku bi sozên sexte yên dewleta tirk a faşîst dixapin, tev li liv û tevgera li herêma operasyonê dibin û li dijî hêzên me tevdigerin wê ji encamên vê yekê berpirsyar bin. Qada operasyonê bi temamî weke qada qedexekirî ya leşkerî hatiye ragihandin û her karê li vê deverê bê kirin wê weke hewldanek ji bo mayîndekirina dagirkeriyê bê dîtin û hêzên me jî li gorî wê yekê tevbigerin.

Yên ku van hişyariyên me ji nedîtî ve bên dê ji rewşa biqewime re berpirsyar bin. Em cara dawî bang li cerdevanên Jîrkî, Sêgirkê, Bêjehê, Mêrgehê, Hedrisê û Roboskî dikin ku ji herêma operasyonê derkevin û nebin amûrê polîtîkaya qirêj a dewleta tirk.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar