Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Fermandariya NPG’ê Eyaleta Zapê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar û şervanên li Eyaleta Zapê ji ber çalakiya wan a serkeftî, pîroz kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de hate gotin, “Beriya her tiştî di  şexsê fermandara me ya mezin a ku xeta berxwedanê ya tevgera azadiyê ya jinê diyar kir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û şehîdên me yên dawî yên li Zapê hevrê Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta de hemû şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di şexsê hevrêyên jin de salvegera 30’emîn a damezrandina artêşa me ya jin a azad YJA Starê li hevrêyan hemûyan pîroz dikin û di sala 31’emîn a têkoşînê de serkeftinê hêvî dikin.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargehê bi vî rengî ye:

“16’ê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi rêbaza şerê tîm ê pispor û taktîka çalakiya gerîla ya koordîneyî we çalakiyeke serketî pêk anîn. Serkeftineke girîng e ku we ji sê baskan ve bi xurtî li hêzên dijmin ên dagirker xistin, 15 dagirker ceza kirin, 4 kon û çeperek îmha kirin û bêyî ku windahiyekê bidin, xwe vekişandin. Li qadekê ku dijmin her roj bênavber ji bejahî û hewayî ve bombardûmanê li ser dike, teknîka xwe ya şer li se bi kar tîne, lêdaneke bi vî rengî bi bandor, nîşan dide ku dijmin wê nikaribe planên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne. Artêşa dagirker her ku di êrîşên xwe de israr bike wê bibe hedefa gerîla û derbên giran bixwe.

18’ê cotmehê hevrêyên me Jîndar û Zagros piştî ku bi dijmin re şer kir, du rojan li hemberî dijmin û tektîka dijmin şerekî girîng ê îradeyê meşandin û bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, derb lê xistin. Helwesta hevrêyên me Jîndar û Zagros jî gelekî girîng e.

Ev çalakî û îradeya ku hate nîşandan, bersiveke girîng a li hemberî êrîşên dagirkeriyê ye ku sê sal in li ser Eyaleta Zapê bênavber dewam dikin. Di heman demê de berxwedana hevrêyan ku sal û nîveke li tunelên şer ên Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê nîşan didin, gelekî bi wate û dîrokî ye. Sal û nîveke artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, tank, her cûre çekên giran, teqemeniyên qedexekirî, çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û kepçeyan êrîşî vê çepera me dike, lê nekariye encamê bi dest bixe. Û ev berxwedana bi wate hîn jî bi bawerî û îradeyeke mezin dewam dike. Bêguman sedema herî girîng a ku dijmin bêencam dihêle; taktîkên gerîla, asta heyî ya rêbaza şerê nû û bicihanîna vê yekê ya baweriyeke mezin e. Bi vê wesîleyê em hevrêyên li tunelên şer ên li Şehîd Dogan li ber xwe didin, silav dikin.

Em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku ev berxwedana bi bawerî, îrade, wêrekî, jîrbûn, ked û hewldanan bênavber meşandin, planên dijmin têk birin û çalakiyên serketî pêk anîn. Em careke din hemû hevalên şervan û fermandar ên li eyaletê careke din ji dil bi hestên şoreşgerî silav dikin, hezkirin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana we ya bi ruhê fedaî yê Apoyî tê kirin wê serketinên hîn mezin û encamên hîn xurt biafirîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar