Hat ragihandin ku Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) dê di saetên pêş de daxuyaniyeke girîng bide
Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, ber bi dawiyê ve diçe. Li gorî çavkaniyên ji herêmê, têkildarî mijarê Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) dê di saetên pêş de daxuyaniyeke girîng bide.
Hat zanîn ku fermandariya pêngavê dê der barê qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyê bide û encamên wê ji raya giştî re parve bike. Hat ragihandin ku daxuyanî dê ji aliyê fermandarê Pêngavê Çiya Firat ve bê xwendin.