PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Fermandariya Qadê ya Xabûrê: Hewldana PDK’ê pir xeternak e

Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya Metînayê têkilî sewqiyeta leşkerî ya PDK'ê daxuyanî da û wiha got: “Ev hewldana PDK'ê pir xeternak e, hewldaneke wiha ye dibe ku di navbera hêzên kurd de şerekî giran bîne.''

Fermandariya Qada Xabûrê ya Metînayê ya HPG’ê têkildarî Sewqiyeta leşkeri ya PDK’ê de daxuyanî da. Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

“Îro saet li derdora 04:00’an hêzên girêdayî PDK’ê bi ser tengavê ve ya di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku noqteyeke stratejîk a Metînayê ye, ji du aliyan ve êrîşek anîne. Ji bo ku ev hêza leşkerî ku her baska wê ji 50 wesayîtên zirxî pêk dihat nekevin vê tengavê hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne. Qada navborî û derdora wê tu gund û jîgeh nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne jî û li gel hişyariyê jî ji wesayîtên ku dom kirin di yek an jî duduyan de ji ber teqîna ku sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.

Ev tevger, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî operasyona dijmin a li ser xeta Kêstê û Zendûra ku ev 43 roj in berxwedaniyeke dîrokî dikin, ji desteka ji bo dewleta tirk pê ve nayê maneyeke din.  Xwesteka ku ev qad were zevtkirin, wê xizmetê ji wê re bike ku ev qad were bertengkirin, berxwedan were qelskirin û rê li dewleta tirk veke. Ev her wiha tevgera ji pişt ve xencerlêxistina li gerîla ye. Lê dîsa jî hêzên me yên gerîla ev hêzên ku hatine nekirine hedef, ev hêz bi şaşiya xwe yan jî bi encama ku bûne hinek din windahî dane. Piştre bi êrîşa ser hêza me pozîsyona şer kiriye û ev pozîsyona şer hê jî berdewam dike.

Di vê serdema girîng a dîrokî de ev helkefta ku ji hêla PDK’ê ve tê nîşandan, helkefteke wiha ye dibe ku di navbeyna hêzên kurd de rê li ber şerekî giran veke. Tiştekî wiha ji bo kurdan û ji bo doza neteweyî ya Kurdistanê tê maneya ziyaneke mezin. Em dîsa jî naxwazin şerekî bêqidoş ê nav kurdan bidin destpêkirin. Em tenê dixwazin li dijî dewleta tirk ku dijminê sondxwarî yê gelê me ye li ber xwe bidin û şer bikin. Gerîlayên Kurdistanê bi berxwedana dîrokî ya 43 rojan nîşan daye ku ew dikarin van êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bişkînin. Daxwaza ku ji pişt ve em werin dorpêçkirin di rêz û rêçikên kurdan de nîne, her wiha helkefteke wiha wê li ber dahatuya gelê me bibe talokeyeke mezin.

Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo ku PDK dev ji vê helwesta xwe biqere di serî de gelê welatparêz ê Behdînanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi peywira xwe rabin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar