Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Fermandariya YBŞ: Di êrîşê de fermandar Seîd Hesen şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku di êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker de fermandarê wan Seîd Hesen û biraziyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sivîl jî birîndar bûne. Fermandariyê banga xwedîderketina şehîdan li tevahiya civaka êzidî û tevahî kurdan kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagiker ku îro li hemberî navenda Şengalê pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de wesayîtek me ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin, 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.

Ev êrîşa faşîst-qirker a li hemberî gelê êzidî ne cara yekemîn e, ev êrîşên dewleta tirk, berdewamkirina qirkirina gelê êzidî ye. Li hemberî mafên êzidiyan, li hemberî xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye.

Beriya 3 salan çawa ku hevalê Mam Zekî ji hêla dewleta faşîst a tirk ve hat hedefgirtin, îro Heval Saîd jî bi heman armancê hat hedefgirtin. Heval Seîd, bi salan e ji bo gelê êzîdi bikaribe xwe rêxistin bike, pêşengtî kiriye. Ji bo ku gelê êzidî xwe biparêze fermandarî kiriye. Di fermanê de jî li hemberî êrîşan di eniya pêş de rola esasî lîstiye. Her wiha ji bo ku karibe êşên gelê êzidî di qada siyasî de bide nîşandan, bû zimanê gelê xwe. Ji bo parastina êzidiyan bû hêza baweriya gelê xwe.

Xwîna fermandarê hêja û mezin Heval Saîd li erdê namîne, heta ku ev faşîzma dewleta tirk têk diçe, wê berxwedana me bidome. Bi hezaran şervanên heval Seîd wê bi awayekî fedaî rola xwe bilîzin.

Em bang li hemû gelê me yê êzidî, gelê me yê kurd, mirovên bi rûmet dikin ku li hemberî êrîşên faşîst dengê xwe bilind bikin, xwedî li şehîdan derkevin.

Soza me ji Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa re ew e ku em xeyalên wan ên Şengala azad, demokratîk û xweser pêk bînin û gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku em ê li ser şopa şehîdan serkeftinê mîsoger bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar