Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê: Em ê xeyalên Mam Zekî pêk bînin

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê bi rêzdarî şehîd Mam Zekî bi bîranîn û wiha gotin: “Wek Şehîd Zerdeşt Şengalî gotî; Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin. Em wek şervanên Şehîd Mam Zekî li ber xwe bidin û xeyalên wî yên Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser pêk bînin.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 3’emîn salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî ku 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrîşeke balafirên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûbû, daxuyaniyek da

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Bi navê hêzên YBŞ û YJŞ’ê şehîdên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê û 14’ê Tebaxa 2007’an yên li Tilizêr, Sîba û Koço bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîsa pêşengê gelê me Şehîd Mam Zekî Şengalî ku di roja avabûyîna YBŞ’ê ango 15’ê Tebaxa 2018’an de, di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker de şehîd bû, em bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Berxwedan, Zerdeşt û Şehîd Nazê de soza bilindkirina berxwedana ji bo pêkanîn û avakirina Iraqek Federal a Demokratîk û Şengaleke Xweser didin.

Hêzên qirker, li hemberî gelê me 73 ferman pêk anîn û bi vê re xwestin gelê me di dîrokê de tune bikin. Ji ber vê her ku derfet didîtin êrîş birin ser gelê me. Sala 2018’an pêşengê gelê me Mam Zekî Şengalî jî kirin hedef û şehîd xistin. Şehîd Mam Zekî Şengalî ku ji bo gelê me bi dîrok û çanda xwe bi rengekî azad bijî bi kedekî mezin kar dikir, em di salvegera 3’emîn a şehadeta wî de, wek şervanên wî bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em soz didin ku bi berxwedana xwe têkoşîna wî bilind bikin.

Hêzên qirker û alîkarên wan di şexsê Mam Zekî de çand û dîroka civaka êzidî kirin hedef. Dîsa ev hêzên qirker di şexsê Şehîd Mam Zekî de, têkoşerên azadî û rêxistinbûyîna gelan kirin hedef. Dewleta tirk a dagirker û qirker û hevkarên wê 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrîşên qirkirinê dabûn destpêkirin û bi hedefkirina Şehîd Mam Zekî xwestin bi encam bikin. Dewleta tirk a faşîst 15’ê Tebaxa 2018’an di şexsê Şehîd Mam Zekî de bi hedefkirina gelên ku li derdora paradîgmaya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk dixwestin xwe bi rexistin bikin, xwestin jiyana hevpar a demokratîk ji holê rakin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê wek fermandarê me yê mezin Zerdeşt Şengalî jî anîbû ser ziman; Em ê teqez tola Şehîd Mam Zekî hilînin. Heta ku em tola Şehîd Mam Zekî hilînin, em ê wek hêzên YBŞ û YJŞ têkoşîna xwe berdewam bikin.

Dewleta tirk a dagirker û qirker di sala 2018’an de bi hedefkirina Mam Zekî starta dagirkirina Mûsilê û bi giştî Iraqê dan û êrîşên xwe li ser Şengalê zêde kirin. Dewleta tirk a dagirker û qirker armanca wî ya herî sereke ya ji hewldanên ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên sedsalî ya Mîsaq-i Mîllî ev bû ku di şexsê Şehîd Mam Zekî de êrîşên qetlîamê yên li hemberî gelê kurd, ereb, tirkmen, çerkez û sûryanî bide destpêkirin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker, me bi bilindkirina rexistinbûyîna xwe armanca van a qirkirinê pûç kir. Em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku li derdora paradîgmaya Modernîteya Demokratik xwe bi rêxistin dikin. Em soz didin ku di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de berxwedana xwe bilind bikin û bi serfirazî tacîdar bikin.

Meha Tebaxê ji bo gelê me çiqasî bibe meheke qetlîaman jî, di heman demê de ji bo gelên herêmê meheke bi hêvî û bi berxwedanê ve tijî û dagirtî ye. Her çiqasî 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta pêşengê gelê me Şehîd Mam Zekî be jî, ji bo gelên herêmê 15’ê Tebaxê roja berxwedanê û rojekê girîng e. Gelê kurd ku di çiyayê Agirî de di bin betonan de bê ruh hatibû hiştin, bi pêngava 15’ê Tebaxê careke din vejiya. Roja 15’ê Tebaxê ji bo gelên kurd, êzidî, ermenî, sûryanî, ereb, asûrî û hwd. ku bi hezaran sal in li ser xaka Kurdistanê bi rengekê azad bi ziman, çand û dîroka xwe ve dijîn, roja jinûve vejîn û berxwedanê ye.

Îro jî li hemberî dewleta tirk a faşîst ku dixwaze gelê me qir bike û komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an bi encam bike, em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê li hemberî dewleta tirk a faşîst û qirker û hevkarê wê PDK – Parastin ê ku plan û pêkanîna komkujiya 3’ê Tebaxê li Sîba, Tilizêr û Koço dariştin, bi ruhê Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn Amed em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe hetanî serketinê dewam bikin. Ji ber vê ji yên ku dixwazin îro komkujiya 3’ê Tebaxê dewam bikin re em dibêjin; Şengal bê berdêl nehat bi destxistin. Ji ber vê heta dilopa dawî ya xwîna xwe em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê çawa ku me bi berxwedana xwe fermana 73’an a ku 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hat bêencam hişt û Şengal rizgar kir, îro jî bi pêşengiya berxwedana mezin a şehîdên me, em ê mezin li ber xwe bidin û êrîşên komkujiyê pûç bikin.

Ji bo vê em hêzên YBŞ û YJŞ’ê ku bi pêşengiya Şehîdan Mam Zekî, Egîd, Dilşêr, Nûjîn, Berxwedan, Zerdeşt, Hemîd, Nazê û Bêrîvanan li hemberî êrîşên komkujiyan bûn bersiv, îro jî bi pêşengiya şehîdên xwe yên mezin de em ê mezin li ber xwe bidin û li hemberî êrîşên dagirkirinê bisekinin. Wek Şehîd Zerdeşt Şengalî gotî; Em ê teqez tola Mam Zekî hilînin. Em wek şervanên Şehîd Mam Zekî mezin li ber xwe bidin û xeyalên wî yên Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser pêk bînin. Em Soz didin ku Xeyalên Mam Zekî ku ji bo çand, dîrok û baweriya gelê me têkoşîn dikir, teqez bi serketinê tacîdar bikin. Em bang li gelê xwe, Iraq û gelê herêmê dikin ku bi ruhê bawerî û tolgirtinê li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rexistin bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar