Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Fermandariya YPJ’ê: Em ê li ser rêya Heval Evîn bin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê destnîşan kir ku Evîn (Emîne Kara) a di komkujiya Parîsê ya duyemîn de şehîd bû, dema çeteyên DAIŞ’ê  êrîşî Rojava kir berê xwe da axa rojavayê Kurdistanê, erka xwe ya welatparêziyê pêk aniye û têkoşînek bêeman meşandiye. Fermandariyê diyar kir ku dilsoziya Ş. Evîn a azadiyê, dilsoziya YPJ’ê ye û ew ê li ser rêya wê têkoşînê bilind bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê komkujiya Parîsê ya duyemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn (Emîne Kara), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil şehîd bûn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:“Feraseta dijminahiya azadiyê dike, her carê bi komkujiyan hewl dide ku têkoşîna azadiya jin û gelan bişkîne. Ji lewra her jin û kesên ku jiyana xwe fedayî tekoşîna azadiya gelan kirine, dibin hedefa desthilatdarên faşîst. Dewleta tirk a dagirker careke din li hemû deverên cîhanê bi awayekî herî nemerdane dijminahiya xwe ya li hemberî jinên ku bindestî nepejirandine û pêşengtiya tekoşîna azadiyê dikin, nîşanî tevahî cîhanê da. Komkujiya ku li Parisê di şexsê Hevrê Evîn Goyî de pêk hat, vê rastiyê şênber dike. Komkujî ji dîrokê heta roja me ya îro nasnameya komara tirk e.

Hevrê Evîn weke jineke kurd a tekoşer, hemû jiyana xwe di oxira azadiya jin û gelan de feda kir. Li hemû deverên Kurdistanê ji bo welatê xwe kar û xebat meşand. Dema çeteyên DAIŞ’ê  êrîşî Rojava kir ji bo gelê xwe berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê. Li hemberî gelê xwe erka xwe ya welatparêziya jin bi dilekî wêrek pêk anî. Kesayetên weke hevrê Evîn li hemû deverên Kurdistanê ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bêeman dane meşandin. Ji ber wê yekê ji aliyê rejîma faşîst a Erdogan ve hat hedefgirtin.

Weke hêzên YPJ’ê em vê komkujiyê şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û birîndarên komkujiyê re şifa dixwazin. Ev komkujî di şexsê hevrê Evîn, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi nirx Abdurrahman Kizil de li hemberî gelê kurd û gelê bindest pêk hat. Dilsoziya Hevrê Evîn a ji bo azadiyê dilsoziya YPJ’ê ya ji bo azadiyê ye, em ê jî li ser mîrateya ku heval Evîn ji me re hêliştiye têkoşîna xwe berztir bikin. Soza me ew soz e ku em ê tola jinên ji aliyê deshilatdaran ve hatine kuştin li erdê nehêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar