Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Fetwayên qirkirineke nû ya êzidiyan!

Her ku civaka êzidî li ber xwe dide, di stendina statuya xwe de israr dike; em dibînin ku PDK bi hevkariya MÎT’ê û Iraqê dixwaze peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê li ser civaka êzidî bide ferzkirin. PDK bi vê peymanê dixwaze vegere Şengalê û mîna berî Fermana 73’an weke ku qet tiştek nebûyî, li herêmê hespê xwe li ser axa Şengalê ku bi xwîna deh hezaran keç û jinên êzidî, zarok û mêrxwazên êzidî şehîd bûne bibezîne.

Gelo ma di rewşeke wiha de piştî vê tofana fermanê dibe? Weke tiştek nebûyî PDK vegere herêmê, yan jî Iraq wek berî Fermanê nêzîk bibe? Na qet nabe. Ne jî civaka me ya êzidî vê qebûl dike. Vîn û hêza ku ji nû ve civaka êzidî xuliqand û parast kir ku hew bawerî bi hêz û vîneke derveyî xwe bîne. Fermana ku pêk hatî careke din wisa kir ku civaka êzidî êdî pişt bi xwe bide girêdan, hêz û rêxistina xwe ji xwe ava bike. Her çendî berdêla vê fermanê giran bû, lê destkeftiya ku da avakirin; civaka Êzidî kir yek. Kir ku hêz û îradeya ava kirî ti demê li nava wan wiha xurt nebe û giştî nebe.

Ev yek jî dihêle ku PDK û Iraq a herêma Şengalê weke berê nikare hikûm li ser herêmê bike, aciz bibe; bikeve nava pîlanên qirêj. Piştî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraq ku hemû kampên penaberan bê valakirin û vegerin ser cih û warê xwe, hêdî hêdî kamp tên valakirin. Di vê çarçoveyê de jî welatiyên Êzidî ku ji ber fermanê filitîn berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê dest bi vegerê kirin. Lê em dibînin PDK vê vegerê asteng dike bi hinceta ku Şengal ne ewle ye û hêzên ne rewa li wir in. Hêzên ne rewa ku qala wê dike YBŞ/YJŞ ku di dema fermanê de hate avakirin û hemû zarokên Êzidî ne ku mal û kerameta xwe parastine, dîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji bo rêxistinkirina civakê hatiye avakirin xwe bi xwe bi rê ve dibe ye. Hûn bêjin kî rewa ye yan ne rewa ye? Hêza ji mirov bi xwe û ji zarokên wî warî be, yan hêzên ku her gava metirsiyek bû direvin rewa ye? Biryar ji we re dihêlim.

Nava hefteyê Iraqê xwestin hinek koçber vegerînin Şengalê, dema derket ku di nava wan de hinek DAÎŞ’î hene û dîsa destê wan di fermanê de heye, xelkê civaka Êzidî yekser helwest nîşan da û xwest bên girtin. Medyaya ser bi PDK’ê û Barzaniya hema carekê nûçeyên xelkê Êzidî êrîş bire ser mizgeftê şewitandin servîs kirin. Sedema vê yekê ew e ku civaka Êzidî xirab bidin nîşandan û berteka misilmanan a bervê rake, bi vê yekê di her sedema tevlîheviyeke çêkirî de bikeve herêmê. Demek kin derket ku ev nûçe dûrî rastiyê ne, mizgeft saxleme tiştek nebûye. Ev mizgefta qala wê tê kirin, dema DAÎŞ’ê de hatibû şewitandin û wêrankirin, piştre dîsa hatibû nûkirin. Lê PDK’ê bi hevkariya Parastin û MÎT’ê nûçeyên wiha servîs kirin.

Her çendî ev nûçe û agahî derew derketin, lê Parastin û MÎT’ê dev ji  vê berneda vê carê bi rêya melayan dest bi fetwayê kirin û li ser tevnên civakî melayên nêzî xwe xistin dewrê û li dijî civaka Êzidî ketin nava hewldanên xirab ku rê li ber qetlîamên nû veke. Dîsa civaka Misilman li ber Êzidiyan sor bike. Mirov li vir pirs bike, gelo ma dema DAÎŞ’ê mizgeft diteqandin, mirov saxî dişewitandin çima van melayan ranebû bertek nîşan nedan? Bi salan e mizgeft li Şengalê heye, Misilman, Êzidî, Sune, Şîa bi hev re dijî, rojekê yek kesî kevir neavêt, çima îro bavêjin? Ev yek hemû dûrî mentiqin. Lê em dibînin hinek meleyên ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve tên arastekirin, fetwayên qetilkirina civaka Êzidî didin. Ti ferqa hişmendiya DAÎŞ’ê û van melayên ku fetwa didin nîne.

Bi hezarê salan e, li ser vê axê Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Asûrî-Sûryan bi hev re cîran dijîn, kar dikin û goristanên wan hene. Heta vê gavê kesê êrîşî nirxên pîroz ên hev nekirine. Ji bo wê ev hewldana van meleyan ji derveyî tevlîhevî û ketina berjewendiyên PDK’ê û MÎT’ê ne tişteke dine. Ji bo wê divê civaka Başûr jî ha ji hewldanên wiha provakatîf hebe ku ziyanê bide jiyîn û cîrantiya hezarê salan a bi hev re li ser vê axê  berdêl dane.

Nebin amûrên siyaseta qirêj ku li ser esasê berjewendiyên desthilatê zilmê li hev bikin û li dijî nirxên pîroz ên hev rabin. Civaka Başûr rastiya van alî û melayan dizane, ji bo wê, wê nebin şirîkê vê guneh û nêzîkatiya xirab a li ber ol û baweriya civaka Êzidî.

Civaka Êzidî yek ji van civakan e ku bi hemûn û rengê xwe ol û baweriya xwe çand û kevneşopiyên xwe li ber hemû zilm û zordariyê bi hezarê salan e, li ber xwe dide. Îro jî ji her demê bêhtir li ser keneşopî û çanda xwe ya kevnarî dijî. Eger ku ewqas berdêl daye, dixwaze ji niha şûn ve li ser vî bingehî bi statûyeke xweser û xwebûna xwe bijî.

Ji bo wê jî divê Êzidî li ber van hewldanên provakatîf hişyar bin, tifaqa xwe çêbike. Vegere ser erda xwe, ji nû ve ava bike, bi reng, deng û kevneşopiya xwe. Warê mirov nasname, çand û hebûna mirov e. Şengal bê Êzidxan û Êzidxan jî bê Şengal nabe.

Nûçeyên Têkildar