Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Feysel: Kesên nikarin wargehê ji tirkan biparêzin dixwazin dopêç bikin

Xazî Feysel, têkildarî hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê got: “Dewleta tirk bi berdewam bi balefiran êrîşê şêniyên wargehê dike. Pêwîste li şuna dorpêçê wargeh ji êrîşên asîmanî yên dewleta tirk û êrîşên DAIŞ’ê were parastin. Ne ku bên dorpêçkirin.”

Hikûmeta Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin û derdora wê bi têlan dorpêç bikin. Berxwedaniya gel a li dijî dorpêçê jî berdewam dike.

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel, derbarê hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî de ji Rojnews re axivî û got: “Şêniyên Wargeha Mexmurê ji ber zilma dewleta tirk di salên 1990’î de bi çavdêriya rêxistinên mafên mirov û Neteweyên Yekbûyî li vê kampê bicih bûne. Lê mixabin li şûna ew werin parastin, hertim astengî ji bo wan tê derxistin.”

Xazî Feysel diyarkir ku hikûmeta Iraqê bi hêzek mezin a leşkerî dor li kampê girtiye û dixwaze li dora kampê kuleyan dayne. Feysel got: “Şêniyên wargehê li dijî vê hewildanê dest bi xwepêşandanê kirine û rê nadin hêzên Iraqê derbasî nava wargehê bibin.”

Feysel destnîşankir ku ji beriya niha jî hikûmeta Iraqê heman hewildan kiribû lê bi navbeynkariya YNK’ê rewş aram bibû û dest bi danûstandinan hatibû kirin. Xazî Feysel got, li aliyê din jî PDK dorpêça li ser şêniyên wargehê ya ji bo çûna Hewlêrê berdewam dike û rê nade kesên nexweş jî derbas bibin.

Di dawiyê de jî Xazî Feysel got: “Dewleta tirk bi berdewam bi balefiran êrîşê şêniyên wargehê dike. Pêwîste li şuna dorpêçê wargeh ji êrîşên asîmanî yên dewleta tirk û êrîşên DAIŞ’ê were parastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar