Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Fîdan û Barzanî ji bo çi hatin cem hev?

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh çû serdana Bexdayê û piştre jî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Der barê naveroka hevdîtinê de tu daxuyanî ne hat dayîn. Ev jî rê li ber fikaran vedike. Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fîdan û Barzanî li Hewlêrê hevdîtin kirine.

Fîdan, piştre jî li Pîrmamê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî îro hatibû Hewlêrê û li gel Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir. Tê payîn ku Fîdan bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Kubad Talabanî re jî li Hewlêrê hevdîtinê bike. Di çarçoveya bernameyê de tê payîn ku Fîdan bi rayedarên Eniya Tirkmen a Iraqê û Partiya Yekitiya Îslamî re jî hevdîtinê bike.

Fîdan, di 22’yê tebaxê de ji bo serdaneke fermî li Bexdayê bi rayedarên hikûmetê û partiyan re hevdîtin kir. Hat zanîn ku di rojeva Fîdan de dîsa îxrackirina petrola kurdan a ji bo Tirkiyeyê, krîza avê û PKK ye. Fîdan, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn a li Bexdayê, daxuyanî da û bang li Bexdayê kir ku PKK’ê têxin nava “lîsteya terorê.”

Di çarçoveya bernameya serdanê de Fîdan bi Serokê Tevgera Bedirê Hadî Amîrî re jî hevdîtin kir. Sekreteriya Giştî ya Tevgera Bedirê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de Hadî Emîrî ji Hakan Fîdan re gotiye ku bila dewleta tirk xaka Iraqê terk bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar