Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Fîdan û Tunçdemîr: Rojeva sereke tecrîd bû

Fîdan û Tunçdemîr a tevlî konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk bibû anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê belavî tevahî civakê bûye û wiha gotin: "Di serdema nû de dê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin û li her qadê dê rêxistinbûna jinê xurt bikin." 

Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li Enqerê bi tevlîbûna 400 delegeyan konferansa navendî bi dirûşma “Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin” di 8 û 9’ê îlonê de li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê (TMMOB) pêk anî. Di civîna ku du rojan berdewam kir de encamname jî hat aşkerakirin. Di konferansa jinan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, reşwa girtiyên nexweş, kedxwariya li hemberî jinê û mexduriyeta jinan a herêma erdhejê.

Jinên ku tevlî konferansê bûn ji ajansa JINNEWSê re behsa naveroka konferansê kirin û bal kişandin ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan.

 ‘Tecrîd belavî hemû girtîgehan û tevahiya civakê bûye’ 

Hevşaredara Silopiya ya Şirnexê Adalet Fîdan, tevlî konferansê bû û diyar kir ku li herêman civînên jinan hatin lidarxistin û jinan di civînan de serdema nû diyar kirin. Fîdan, wiha axivî: “Di konferansê de hem biryarên ku kêm mayî û nîqaşên ku kêm mayî hatin nirxandin. Di konferansê de bi taybetî nirxandin li ser tecrîdê hat kirin û her wiha hat diyarkirin ku divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin derket pêş. Niha tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye û belavî li tevahiya civakî bûye. Bi tecrîdê re civak û di serî de jî jin nikarin nefesê bigirin.”

‘Hevserokatî tê wateya temsîliyeta wekheviyê’  

Fîdan, daxuyand ku di konferansê de sernavê ku derket pêş jî xurtkirina rêxistinbûna xweser a jinê bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji xwe berê jî xebatên rêxistinbûnê a jinê hebû û di nîqaşan de derket holê ku divê bêtir ev rêxistinbûn derkeve asta herî jor. Ji xwe hilbijartinên herêmî nêz dibin. Di demên borî de hem di hilbijartinên herêmî de û hem jî di hilbijartinên giştî de Pergala Hevserokatiyê hat nîqaşkirin. Hevserokatî tê wateya temsîliyeta wekheviyê û divê derbarê vê de jî xebateke xurt bê kirin.”

‘Kesên ku parêzvaniya demokrasiyê dikin divê li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin’

Fîdan, destnîşan kir ku di konferansê de bi taybetî mijara tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan hat ziman û gelek nirxandin li ser mijarê hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şexsê Birêz Ocalan de civak hemû di bin tecrîdê de. Di konferansê de li dijî tecrîdê nirxandinên berdewamkirina çalakiyan hat kirin û hat diyar kirin ku dê plansaziya çalakiyan derbixin. Her wiha hat destnîşan kirin ku ev çalakiyên ku bên lidarxistin ne tenê li Kurdistanê û her wiha bi tevlîbûna pêkhateyên partiyê bên lidarxistin. Kesên ku parêzvaniya demokrasiyê dikin divê têkoşînê mezin bikin.”

Bandora tecrîdê li ser çaresernekirina pirsgirêka kurd de bandor e’  

Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Tunçdemîr, diyar kir ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê li herêman civînên gel hatin lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di civînên xwe de bal kişand ser rêxistinbûna jinê û li ser kêmasiyên xwe. Bi taybetî di nirxandinan de derket holê ku têkilî bi xwecihê re qelsbûye û dê li dijî vê divê çi bê kirin. Di paradîgmaya partiya me de qelsî nîne qelsî di pratîkê de ye. Me di civîn û konferansê de xeta têkoşînê ya serdema nû diyar kir. Her wiha di konferansa me ya jinan de mijara sereke tecrîd bû û hat diyar kirin ku tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir niha li tevahiya civakê belavbûye. Bandora tecrîdê li ser çaresernekirina pirsgirêka kurd de bandor e û li ser jinan bi bandor e. Di serdema nû de li dijî tecrîdê plansaziyên nû dê bên derxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar