Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Fikr û felsefeya Rêber Apo kilîla çareseriya pirsgirêkan e

Berpirsa Komîteya Peywendiyan a KJAR’ê Rozerîn Kemanger diyar kir ku dewlet sedema şer û aloziyên ku li herêmê rû didine û wiha got: “Li hemberî vê yekê gel fikir û felsefeya Rêber Apo wek kilîla çareseriya pirsgirêkan dibînin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azaîxwaziya jinê deriyê azadiyê li hrmê gelan vekir. Berpirsa Komîteya Peywendiyan a Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger pirsên Rojnewsê yên li ser çavkaniyên pirsgirêk û aloziyên cîhanê bi taybetî jî êrîşên dewleta tirk, hewldanên qirkirina gelê Kurd, giringiya fikir û felsefeya Rêber Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkan bersivand.

Niha li cîhan û Rojhilata Navîn gelek şer û alozî hene, çavkaniya van şer û aloziyan ji çi tê?

Me gelek caran behsa şerê cîhanê yê sêyemîn kiriye ku şerek zihniye û bandorek zêde li ser civakê heye. Li aliyek nakokiya nava hêzên sermayedarên cîhanê, li aliyê din jî netew-dewletên herêmî ku hene, sedemê derketina şer û aloziyanin. Ji berku hemû li pey berjewendiyên xwe de ne. Di rastiyê de şer di navbera gel û netewan de nîne. Ya rast şer di nava desthilatê de heye. Deshilat li kuderê hebe pirsgirêkan ji bo tinekirina mirov û şeran derdixin.

Li Rojhilata Navîn de tenê êrişên sîstema sermayedarî û dewlet netewan nîne, di heman demê de berxwedana gel jî heye. Ev berxwedana gel jî piraniya xwe li Kurdistanê tê dîtin. Em dibînin ku 50 sal in dibin pêşengtiya Tevgera Azadiyê de bi awayek sîstematîk têkoşîn tê kirin. Vegera li dîrok, çand û derxistina rastiyên veşartî çêbûye.

Rêber Apo bi zelalî balê dikşîne ser pirsgirêkên netewa Kurd û Filistînê daku çareser bibin û pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Lê hêzên serdest naxwazin bi awayek demokratîk pirsgirêkan çareser bikin. Ev hêz dixwazin Kurdên li gor daxwazên wanin bimînin. Dixwazin Kurdekî ku planên wan bicih tînin û li beramberî siyaseta wan de bêdengin hebin. Ger ev yek neyê dîtin bê guman wê êrişên li ser Kurdan berfirehtir bibin.

Li beramberî van şer û aloziyan rola tevgera Apoyî çi ye?

Tevî hemû êriş û pêxistina şewqa kesk a ji bo Tirkiye, her wiha bêdengiya hemû rêxistinên ku behsa mafên mirov dikin, lê niha Kurdên azadîxwaz li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengtiyê dikin. Tevî hemû bêdadiya ku di şer de heye, gerîlayên azadiyê pênaseya şer veguherandin xweparastinê. Gelekî ku bi tinebûnê re rûbirû bû, pêwîstî pê hat dîtin ku ji nûve zindî bikin.

Desthilat dixwazin siyaseta xwe li herêmê birêve bibin. Tevgera Azadîxwaz a Kurd wek faktorek gelek mezin li pêş xwe dibînin. Yanî Tevgera Apoyî li pêşberî siyaseta desthilatan a qirkirina gel bûye astengî û metirsî. Di heman demê de Tevgera Apoyî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêz û moralê.

Niha jî êrişên ku li ser başûrê Kurdistanê hene, tê wateya êrişa li ser tevayî Kurdistanê. Tişta ku niha tê dîtin ewe ku bêdengiya li beramberî êrîşan bûye sedem dagirkerî û êrişên dewleta tirk berfireh bibe. Pêwîste her kes êrişên ku niha li ser Şêladiz û Amêdiyê çêdibin, wek êrişek li ser mala xwe bibîne û li beramber de dengê xwe bilind bike. Ji berku dema dijmin bêdengî û tirsa li beramberî xwe dibîne zêdetir êrişan dike. Lê dema dît îrade û têkoşînek xurt li beramber de heye, wê nikaribe êrişên xwe berfireh bike.

Li ser asta cîhanê fikir û felsefeya Rêber Ocalan wek kilîla çareseriyê tê dîtin. Hun li ser vê yekê çi dibêjin? Giringiya fikir û felsefeya Rêber Ocalan çi ye?

25 salin komployek navneteweyî li dijî Rêber Ocalan tê meşandin. Siyaseta qirkirinê li Îmraliyê tê birêvebirin. Em dibînin ku gelek kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêktên. Yanî êdî gel pêwîstî pê dibîne. Têgihiştine ku êdî guhertin bi rêya dewlet netewê pêknayê, tenê şerê heyî kurtir kiriye. Gel dizane ku sîstema netew dewlet nabe çareserî û dizanin konfederalîzma demokratîk ku Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de behskiriye, çareseriya bingehîne.

Dema ku komploya navdewletî li dijî Rêber Apo pêkhatî, armanca wê netenê tinekirina kesayetek bû, di heman demê de dizanîn ku Rêber Apo, fikir û felsefeya wî demokrasî, azadiya jinê û mijarên ekolojîk giring dibîne. Kampanya ku li ser asta cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê meşandin wê yekê nîşan dide ku piştgiriyek mezin ji vê fikir û felsefeya Rêber Ocalan re heye. Hat nîşandan ku wê nikaribin vê fikir û felsefeya Rêber Ocalan di girtîgehê de bihêlin. Take çareseriya wê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.

Li beramberî êrişên bênavber ên dewleta tirk pêwîste xebatek çawan bê meşandin?

Dîrokê ispat kiriye ku dema gel yekgirtîbe dikare bibe hêza guhertinê û pirsgirêkên xwe çareser bikin.Li Kurdistanê jî bi salane Kongreya Netewî ya Kurdistanê têkoşînê ji bo yekitiya gelê kurd dike û xebatek berfireh û hevbeş pêşxistiye.

Hûn rola binemala Barzanî ya niha çawa dibînin?

Dema mirov dibîne binemala Barzanî bi vî rengî êrişî ser gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin, pêşiya artêşa tirk dikevin, bajarên başûrê Kurdistanê dixin jêr metirsiyê de, ma wê çi bendewarî ji binemala Barzanî bê kirin? Mirov li bendê namîne ku hêzek xiyanetkar, kar ji bo yekrêziya gelê kurd bike. Pêwîste aliyên din di vê mijarê de hişyar bin, têkoşînek hevbeş bikin û bikarin ji bo dîroka Başûr û tevayî Kurdistanê bibin bersiv.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar