KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Fikrê Neteweya Demokratîk ê Ocalan tekane rêya çareseriyan e’

Ji beşdarên Komxebata Beyrûdê Cotyar Reşîd got: "Piraniya beşdaran rewşenbîrên Afrîka, Misir, Urdin û beşek zêde ya erebên Iraqê bû. Ji bo belavkirina ramanên Ocalan û pêkanîna azadiya wî divê zêde kar bê kirin."

Di navbera 13-14’ê hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûdê bi pêşengtiya Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê, bi hevkariya Komeleya Newrozê ya Çandê, Platforma Rojhilat a Pirrengî, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT bi dirûşma “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratik – rêya aştiyê” komxebatek hate lidarxistin.

Ji beşdarên komxebatê Cotyar Reşîd li ser naverok û bi taybetî nêrînên beşdaran ên ji bo belavbûna fikrên Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji ANF’ê re axivî.

‘Nebûna demokrasiyeke rasteqîn’

Reşîd ewilî bal kişand ser helwest û nêrînên beşdarên komxebatê û got: “Li gorî nêrîna beşdaran hemûyan, pirsgirêka esasî ya civakên Rojhilata Navîn, nebûna demokrasiyeke rasteqîn e. Beşdaran hemûyan li ser vê yekê gihane encamê; yekane çareseriya pirsgirêka civakên herêmî, ‘Neteweya Demokratîk-Federalîzma Demokratîk’ weke tezên herî nû û çareseriyê dibîne. Bi taybet ji bo beşdarên Efrîka Efrîqa, Misir û Urdiniyan û dîsa ji bo Kurdan.”

‘Ereb fikrên Ocalan weke yekane rêya çareseriyê dibînin’

Cotyar Reşîd diyar kir ku ji Hewlêr û Dihokê Kurdek beşdarî komxebatê nebûye. Reşîd bal kişand ser bandora hizrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo beşdaran û got: “Bi taybet li gorî rewşenbîr û akademîsyenên ereb raman û felsefeya bîrmendê Kurd Ocalan weke ‘Neteweya Demokratîk’ tê nasîn yekane rêya çareseriyê dibînin.”

‘Ereb dibêjin ji bo azadiya Ocalan divê hewldanên hîn mezin bê kirin’ 

Piraniya beşdaran û bi taybetî rewşenbîrên Afrîka, Misir û Urdinê û beşek zêde ya erebên Iraqî jî di nav de ji me kurdan zêdetir, ji bo bîrmendê kurd Ocalan û dîsa ji bo azadî û belavkirina raman û felsefeya wî, divê zêdetir kar û xebat bêkirin li nava civakê. Bi taybet têkoşînek xurt bê kirin ji bo azadiya wî ya fîzîkî û bi xwe jî pêşengtiya vê bikin. Li aliyê din li gorî wan dîlgirtina Birêz Ocalan ne tenê dîlgirtina serok û şoreşgereke kurd e, belkû dîlgirtina hizir, raman û felsefevanekî Rojhilat û navneteweyî ye. Her wiha bang kirin ku divê hemû gelên Rojhilat û cîhan ji bo azadiya wî kar û têkoşînê bikin.”

‘Fikrên Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê ye’

Cotyar Reşîd anî ziman ku li gorî wî divê doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji doza siyasî ya kurd vegere dozeke hizrî ya Rojhilat û nêvneteweyî û wiha domand: “Ji ber ku ramanê Ocalan taybet ji bo kurdan nîne, ji ber ku tezeke modern a rêvebirina civakê û hemû gelên cihanê ye. Ji bo wê ye ku dîlgirtina ji ber ramaneke wiha dibe erkekî hemû gelên cihanê ya exlaqî ji bo azadiya wî têkoşîn bikin.”

Reşîd diyar kir ku her kesê xwedî raman û felsefeya Ocalan dipejirînin û ji bo wê têkoşîn dikin, ji xwedî her ol-bawerî, netew û zimanên cuda be, li hev nêzîk bibin, yek binasin û ev anî ziman: “Ji ber ku li kû dibin bila bibin, her yek ferdekî netewa demokratîk in. Ev cûre komxebat û li hev civîn ji bo hev nasînê pir girîng in. Dibe sedem pişt dana bi hev û guherîna bîr û hizrên hev, sûd ji ezmûnên hev girtinê.”

Cotyar Reşîd diyar kir ku divê tevneke cihanî di navbera kesên xwedî li raman û hilgirên felsefeya Ocalan in de bê çêkirin ku bikarin sûdê ji ramanên hev bigirin, têkilî di navbera wan de çêbibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar