Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Fikrên Ocalan pêşeroja Rojhilata Navîn e’

Rewşenbîrên li Hesekê diyar kirin ku felsefeya Ocalan ji bo xêzkirina pêşerojeke nû li Rojhilata Navîn, çareseriya herî guncav e

Rewşenbîrên li Hesekê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora fikrên wî yên li ser Rojhilata Navîn û cîhanê axivîn û destnîşan kir ku tevahiya gelên bindest, bi fikrên Ocalan ên ku biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê pêk anîn, bawer kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Hesekê nivîskar Mihemed Beşîr diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan piştî komploya navneteweyî ya li dijî wî, hat ferzkirin û got ku armanc jî rêgirtina li pêşiya modernîteya demokraîk e.

‘Mîraseke fikrî û destkeftî’

Li gorî Beşîr ji ber ku dewletên kapîtalîst îdeolojî û fikrê neteweya demokratîk qebûl nekir, komplo li dijî Ocalan pêk anî û ew dîl girt û wiha got: “Bawer kirin ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dê karibin fikrê neteweya demokratîk têk bibin. Lê nikarîn fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê ku li ser tecrube û mîrasa bi hezaran salan ava bûye, tune bikin.”

Têkildarî bandora felsefeya Ocalan Beşîr wiha dibêje: “Serkeftin û destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, encamên vî fikrê demokratîk in. Ev fikr dikeve bin xizmeta tevahiya pêkhateyên herêmê.”

Gelên herêmê ji fikrên Ocalan bawer kir

Nivîskar û berdevkê Nivîsgeha Hesekê ya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Em Rêber Abdullah Ocalan bi ronakbîrê ku her kes li hev kom kiriye, bi nav dikin. Ji ber ku xwediyê tevahiya taybetmendiyên siyasî û felsefî ye û çareseriyên bingehîn ji herêmê re anîn.”

Ehmed destnîşan kir ku piştî dîlgirtina Ocalan, pêvajo ji neteweya kurdî veguhezî fikrê neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê de, tevahiya gelên herêmê bi vê çand û fikrê bawer kir.

Felsefeya Ocalan

Der barê sedema kombûna gelên herêmê li dora fikrê Ocalan de Ehmed diyar kir ku tevahiya gelên bindest xwe di vê projeyê dît, ji ber ku rastî êrîşan, zilm û girtinê mîna gelê kurd hatin û wiha domand: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim pê dihesin ku deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in. Felsefeya wî her kes li hev kom kir û benda tirsê ya di nava pêkhateyên herêmê de şikand.”

Ehmed got ku felsefeya Ocalan û projeya neteweya demokratîk ji bo xêzkirina projeyeke nû li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncav e ku tevahiya pêkhate tê de bi hev re bijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em çand, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û bi vê giyana berxwedanê xebatên xwe berdewam bikin.”  HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar