Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

‘Fikrên Ocalan sînoran derbas kir komplo vala hat derxistin’

Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arif bal kişand tecrîda girankirî ya 24 sal in li ser mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku azadiya wî ya fîzîkî dê bi têkoşîna jinan pêk were.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komploya Navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û wî anîn Tirkiyeyê. Li ser tecrîda girankirî ya li pergal û îşkenceya Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin 24 sal derbas bû. Li çar aliyên cîhanê li dijî komplo û tecrîdê çalakî tên lidarxistin. Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arif li ser tecrîda girankirî ya 24 sal in dom dike, felsefeya wî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li cîhanê belav bûye axivî.

‘Fikrên Rêbertî mîna gefekî dîtin’

Rohilat Arif behsa belavbûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û zorbirina dewletê ji ber raman û demokrasiyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sedsala 21’emîn de xwediyê fikra li ser esasê neteweya demokratîk û azad Rêber Apo bû. Dema ku hêzeke fikrî xwe dide pêş û bandora xwe li hawirdorê dike, ev yek dibe sedem ku dewlet-perest û sermayedar liv û tevgera xwe zêde bikin ji bo çewisandina vê fikrê. Fikrên Rêbertiyê ji bo qadên wan ên ku bi sedsalan ava kirine, metirsî dîtin, lewre êrîş kirin. Ramanê Serok Apo di serî de şiyarkirin, ronîkirin û guhertina kesayeta mirovan bingeh digire. Li ser tevgerên kurdî de gelek komplo hatine çêkirin, nemaze Tevgera Azadiya ya ku di şexsê Rêber Apo de xwestin armanc bigirin. Ji ber ku nikaribûn wekî yên din vê tevgerê tune bikin, êdî hewl dan bi planên cuda êrîşî Tevgera Azadiyê û bi taybetî Rêbertî bikin. Ji salên 1980’yî ve, di dema avakirina Tevgera Azadiyê ber bi artêşbûyînê ve, heta ku ji asta Kurdistanê derbas kir ku derbasî Rojhilata Navîn bû, deng veda li cîhanê, plan û komplo bi dawî nebûne.”

‘Tu kes nikare roja me tarî bike’

Rohilat Arif destnîşan kir ku tu kes nikare roja wan tarî bike bi taybet gelê ku li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye perwerdekirin lewma çalakiyên cur be cur li dar dixin û wiha pê de çû: “Bi rastî jî Rêber Apo ji bo gelê xwe di her milî de têkoşîneke mezin meşand. Kurdan jî xwe wekî deyndarên Rêbertî dîtin û ji bo azadiya wî ya fizîkî heta roja îro çalakiyên cur be cur li dar dixin. Her wiha gerîlayên azadiyê û şervanên wê jî têkoşîneke bêhempa didin meşandin ji bo vê dozê ku tê de îsbat dikin tu kes nikare roja me tarî bike, lewma hesabên dijmin li hev nehatin û ket tengasiyê. Rast e her ku diçe komplo dirêj dike lê ya ku dihêle ev komplo vala derkeve di serî de Rêbertî ye.”

‘Hedefgirtina jinan xwe dispêre komployê’

Rohilat Arif di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hedefgirtina jinan ji felsefeya komployê hatiye ku dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên pêşeng tune bikin û got: “Hedefgirtina jinan ji felsefeya komployê bingeha xwe digre, komploger ji bo ku zîhniyeta zilamperest bi ser bixin, dixwazin çanda xwezayî ya xwedawendên jin têk bibin. Di bin pergal û şêwazên cuda de komplogeran xwestine hêz, xibret û jêhatiyên jinan ji jiyanê bidin aliyekî û tenê di mal de asê bimînin. Li ser vê bingehê em dibînin ku dewlet ji wê demê ve heta roja îro jinên pêşeng û xwedî fikrên azad dûrî koletiyê, armanc digrin. Di şexsê Rêbertî de jî xwestin vê beyamê bidin bibêjin ku vaye me Serokê we girtiye û êdî hûn nikarin xwe azad bikin.”

‘Jin di her qadê de ji bo Rêber Apo têdikoşin’

Rohilat Arif wiha qala têkoşîna jinan a ji bo doza azadîkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike: “Îro jin bersiva xwe ya xurt didin dijmin bi xurtkirina hêza xwe ya di hemû qadên jiyanê. Ji ber vê yekê armancgirtina jinan bi taybetî di vê dema dawiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye. Jinên ku xwe nas kirine û fikrên Rêbertiyê yên azad nas kirine êdî koletî û bindestiyê qebûl nakin û di heman demê de ji bo doza Serok Apo têdikoşin. Ewqas jinên pêşeng û bi hêz îro di zindanan de têdikoşin, heta jinên ku rojnamegeriyê dikin, wan armanc digrin û binçav dikin ji bo ku rastiya jinan ji cîhanê re ranegihînin. Ruxmê hemû zehmetiyan jin niha bi hêzeke mezin cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de digrin û ev yek bû valaderxistina komployê.”

‘Jineolojî hemû civakê hembêz dike’

Rohilat Arif bal kişand ser rehendên bingehîn ên ku jin ser wan hatine perwerdekirin her wiha ramanên Jineolojiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo ji bo jinan pênc rehendên bingehîn diyar kir wekî welatparêzî, îrade, bawerî, rêxistinbûyîn û etîk û estetîk ku jinan li ser esasê wê xwe perwerde kir. Li her çar hêlên Kurdistanê jinan eniyeke xwe çêkir û dan xuyakirin. Ji bo ku ev hemû rihed bibin felsefeyek ku bikaribe bandor li jinên cîhanê bike û encamên tecrubeyên demdirêj bi ser bikeve, pêwîstî bi beşekî jin ê lêkolînkirin û zanistiyê hebû. Ji vê bingehê de Serok Apo di sala 2008’an de ji bo jinan fikra Jineolojiyê diyar kir. Jineolojî rastiya zanista civakê ye, tenê ji bo jinan tune ye, tevahî civakê hembêz dike û bi nêrîna jinan li mijaran mêze dike. Di vê warê de jî dijmin xwest jinan armanc bigre lewma me dît bê çawa endama akademiya jineolojiyê Nagîhan Akarsal a ku ewqas têkoşîn û xebatên wê hebûn ji bo pêşxistina ramanê jineolojiyê, hat kuştin.”

Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

Rohilat Arif bal kişand ser felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku xwediyê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de teqez kir ku komploger ber bi têkçûnê ve diçin û wiha bi dawî kir: “Bi vê zanistê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi saya Rêbertî deng veda û niha jî li cîhanê belav bûye. Heta civaka fars û ya kurd li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikaribûn nerazîbûna xwe ya li hemberî sîstema dewletê diyar bikin û veguherandin serhildaneke demdirêj, îro jî em dikarin vê yekê bibînin. Ji çar mehan zêdetir e ku serhildana jinan li rojhilatê Kurdistan û Îranê bênavber berdewam dike û ev serhildan êdî venamire ji ber ku bû zanistek. Dema ku bi dirûşma; Jin Jiyan Azadî bang kirin, dan diyarkirin ku êdî mecal ji komlogeran re nemaye li ser wan desthilatdariyê bimeşînin, heta li ser hesabê fedakirina bedena xwe. Em di wê baweriyê de ne ku komploger ber bi têkçûyînê ve diçin, ji ber têkoşerên me nahêlin ev sîstema desthilatdar bi ser bikeve û bigihîje armancên xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar