Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Fikrên Rêber Apo îlhamê dide mirovahiyê

Keşeyê ji Westminster Archdiocese ya Londrayê teqawîd bûye Joe Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan îlhamê dide mirovahiyê û wiha got: “Tişta ku li Tirkiyeyê diqewime, ne ev e. Lewma ez jî dixwazim bibim parçeyekê her tiştê ku îlhamê bide gotinên Abdullah Ocalan. Ez fikrên wî weke çavkaniyeke îlhamê ya mezin dibînim.”

Pêngava kurewî ya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li cihanê berfireh bûye. Gelek fîlozof, ramanger, nivîskar û xwediyên xelata aştiyê ya Nobelê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava liv û tevgerê de ne. Ji van kesayetan yek jê keşe Joe Ryan yê ku zêdeyî 20 salan li Serpîskopostiya Westminsterê ya Londra ya Îngilistanê xebetî û teqawîd bûye. Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê, îlhamê dide mirovan û got, ew jî dixwaze bibe parçeyekî vî fikrî.

Keşe Ryan ê ku gelê kurd baş nas dike û têkildarî pirsgirêka kurd, fikarên wî yên cidî hene. Ryan bilêv kir ku Rêber Apo cara ewilî di sala 2009’an de bala wî kişand û ket ferqê ku Rêber Apo li girtîgeheke giravê tê ragirtin û tecrîd li ser tê pêkanîn. Ryan destnîşan kir ku ew bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe û ji bo vê yekê gelek caran serdana Tirkiyeyê kiriye û wiha got: “Weke Komîsyona Edalet û Aştiyê di serdanên me yên Tirkiyeyê de me xwest serdana girtîgeha Îmraliyê bikin. Helbet rêyeke vê nebû. Lê min derfet dît ku gelê Kurd hîn baştir nas bikim. Min di statuya çavdêrvanekî navneteweyî de doza (doza KCK’ê) ku di sala 2010’an de 110 siyasetmedarên Kurd têde dihatin darizandin, şopand. Helbet tiştên ku me dîtin, ne tiştên rewa bûn. Kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dihatin girtin.”

Ryan ragihand ku serdan û çavdêriyên wî yên li Tirkiye û Kurdistanê, ew bi fikar kiriye û bilêv kir ku bi salan hewl daye piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan bide. Ryan diyar kir ku pêngava ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, girîng e û bi bîr xist ku di encama kampanyaya sala 2012’an de hatî destpêkirin, zêdeyî 10 milyon îmze hatin berhevkirin û şandeyekê ev îmze li Strasbûrgê radestî Konseya Ewropayê kirin. Ryan got ku ew jî di nav wê şandeyê bû û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji civaka Kurd re ronahiyek pêşeng e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ryan Rêber Apo wiha pênase kir: “Tişta ku ez her tim dibêjim ev e ku Abdullah Ocalan Nelson Mandelayê civaka kurd e. Weke kesekî ku dîroka Nelson Mandela dizane, pêwîst nake ez êdî şîrove bikim. Ji berê û heta niha ez dixwazim peyameke xurt bidim, her tiştê ku tevkariyê li azadiya Abdullah Ocalan bike, bînim ziman û bibim parçeyekî vê yekê. Tevî ku navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de 40 milyon kurd hene, xak û herêmeke ayîdê civaka Kurd nîne û helbet ji aliyê Kurdên li hemû cîhanê li dîasporayê ve jî ev wisa ye. Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê analîstek e, ji xeynî vê fikrên wî yên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê îlhamê didin mirov. Min ev fikir tim entelektuel dîtine. Lê îlhama ku ji girtîgeha Îmraliyê dayî, bê hempa bû û hewl da ku fêm bike ev pêvajo hemû ne têkildarî netewê ye, têkildarî mirovan e û dîsa hewl da ku fêm bike mirov xwedî azadiya xwe ne, xwedî ziman û dîroka xwe ne û ew ji van hemûyan re rêz nîşan dide… Helbet tişta ku li Tirkiyeyê diqewime, ne ev e. Lewma ez jî dixwazim bibim parçeyekê her tiştê ku îlhamê bide gotinên Abdullah Ocalan. Ez fikrên wî weke çavkaniyeke îlhamê ya mezin dibînim.”

Ryan bertekek tund nîşan tecrîda mutleq a li ser Rêber tê meşandin da û wiha domand: “Ev tişteke dermirovî ye û ev yek tê wateya binpêkirina hemû qanûnên peymanên navneteweyî. Mirovek evqasî tê îzolekirin! Ji ber vê yekê ez pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ gelekî girîng dibînim û ji bo piştgirî dayîna vê pêngavê û bûyîna parçeyekî wê, tişta ji destê min were ez ê bikim.”

Joe Ryan di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê jî karpostalekê bişîne girava Îmraliyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar