Tê zanîn ku piştî têkçûna Sovyetê, pergala cîhanî ya li ser du baskên esasî xwe avakiribû têk çû. Hêzên sereke xwestin xwe ji nû ve avabikin û gorî berjewendiyên xwe destwerdanê li ser cîhanê bikin.
Di serî de Amerîka xwe wekî dîkê cîhanê binav kir. Pergala modernîteya kapîtalîst pîroz û bê dawî dîtin. Gotin êdî dimahiya dîrokê jî hat. Divê hemû dewlet û gelên cîhanê gorî vê pergalê tevbigerin û bikevin bin xizmeta wê. Yên nekevin nava vê pergalê û yên ne di berjewendiyên vê pergalê de di bin divê bêne guhertin û ji nû ve gorî berjewendiyên me bêne avakirin.
Di bin pêşkêşiya Amerîka û hevalbendên wê NATO’yê de bi salane dixwazin cîhanê ji nû ve li gor berjewendiyên xwe avabikin. “Proja Mezin a Rojhilata Navîn” ji ber vê dane despêkirin.
Gorî vê projê xwestin Balkanan, Qafqasan, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa ji nû ve sererast bikin. Nêzî sîh salan e şer ji Rojhilata Navîn xelas nebûye û tu sererastkirin jî neketiye kirin.
Cîhê destwerdanê yek jî herêmên Qafqas û Balkanan e. Amerîka ji bo pêşî li Rûsyayê bigire û dorpêç bike dest avêt van herêman. Di serî de xwest Azerbeycan, Gurcistan, Ermenistan bikêşîne aliyê xwe. Belê zêde bi ser neket.
Aliyê rojavayê Rusya’yê; Estonya, Lîtvanya, Polanya, Silovakya, Slovenya, Macaristan, Romanya, Bulgaristan, Arnavut, Moldovya û hwd bi NATO’yê ve girêdan û Rûsya tengav kirin.
Armanca wan yek jî ew bu ku Ukrayna’yê tev li NATO’yê bikin. Bi Ukrayna’yê, xwestin Derya Reş li Rûsya teng bikin û derketina wî ya Derya Spî û deryayên din asteng bikin. Aliyê artêşî, aborî û siyasî ve hêza wê lewaz bikin.
Rûsya ev plan dît û kete nava hewldanê. Kirim bi xwe ve girê da. Li Ukrayna herêma Dombas piranî ji gelê rûs pêk tê. Xwe di nava wan de bi rêxistin kir û ew herêm xist nav serhildanan. Dumahiyê serxwebûna wan naskir.
Ukrayna hem li ser herêma Dumbasê hem ji li ser Kirimê desthilatdariya xwe winda kir. Hikûmeta Ukrayna baweriya xwe bi NATO û Amerîka anî ku dê vê wê di hemû şertan de biparêze. Belê ev ne li gor rastiya heyî bû. Ji ber ku Ukrayna ne endamê NATO’yê bû. NATO dê nikaribûna raste rast tev li şer bibûna. Wekî din Dewletên Yekitiya Ewropa di vê mijarê de ne amade bûn. Baweriya wan bi serkeftinê tûne bû. Bi şerekî cîhanî dê rîska ku hemû cîhan bi şereke nukleer û felaketekî nediyar re rû bi rû bimana.
Belê tişta ku derdikeve holê Amerîka Ukraynayê ji bo berjewendiyên xwe kir qurban. Li vir piralî armancên wî hene. Çend encamên vî şerê ev in;
1.Amerîka dixwest Rûsya bikîşîne nava şer û wê di qada navneteweyî de sucdar û gunehkar nîşan bide.
2.Dixwest bi ambargoyan Rûsya ji aliyê aborî, artêşî û siyasî de lawaz bike.
3.Tirsa êrîşkariya rûsan li ser dewletên Ewropa bide avakirin û qebûl kirin.
4.Bi vî awayî barê aborî yê NATO’yê zêdetir bixe stûyê dewletên Ewropayê û pêdiviya pergala NATO’yê cardin bi wan bide misogerkirin.
5.Xwest ji Dewletên Avrupa re bibêje eger ez li pişta we nebim hûn nikarin xwe biparêzin.
6.Wekî din di vî şerî de aliyê aborî û siyasî de bandoreke neyênî û mezin li ser Tirkiyeyê bide pêkanîn. Di heman deme de bi awayekî nepenî têla xwe li Tirkiyeyê vekin û Tirkiyê ji nû ve mahkumê xwe bikin.
7.Bi ambargoyên dewletên NATO’yê Tirkiye jî derxin hemberê Rûsya û têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê lawaz bikin û navbera wan de aloziyên mezin derxînin.
Bêguman belkî ji derveyî Ukrayna dewleta herî zererê bibîne dê Tirkiye be. Ji ber ku Tirkiye hem bi Ukrayna re hem bi Rûsyayê re di nava bazirganiyeke mezin de ye. Tenê çend mînakan bidim, Tirkiye genimê xwe ji sedî 66’ê û xaza xwe ji sedî 33’yê wî ji Rûsya distîne. Sala borî nêzî 7 milyon gerok ji Rûsya hatin Tirkiyeyê. Her gerokek navendî 650 dolar xerç kiriye. Ji Ukrayna jî genimê xwe ji sedî 18 distîne û gerokên ji wê dewletê têne jî zêdene. Bêguman tiştên Tirkiyeyê difroşe wan jî ne hindik in.
Li vira dewleta herî karê wî zor dê dewleta tirk be. Navbera NATO’yê û Rûsya’yê de dê polîtikayeke çawa rê ve bibe ji niha ve ne diyar e. Karê wê dê zor be. Dibe ku li Lîbya, Sûriye û herêma Derya Reş bi Rûsya’yê re bi aloziyên mezin re rû bi rû bimîne. Amerîka dê wî rehet nehêle.
Ukrayna ji xwe diyare ku dê rojên pêşde an bikeve an jî teslîmê Rûsyayê bibe. Dê êdî axa xwe nekare wekî berê biparêze. Xeyalên NATO’yê ji niha ve vale derketin. Hikûmeta niha dê bikare bimîne ser desthilatdariyê an na? Gelek guncav xuya nake. Hemû şert û mercan da yê herî winda bike Ukrayna û Tirkiyeyê ye. Dibe ku dewletên sinor jî bandorên neyênî bibînin. Mixabin, xuyaye bihevketina fîlan dê mûrî (gêlî) biperçiqin. Hêvî dikîn ku lezgînî ev şerê ne di xêra gelan de bêrawastan û pirsgirêk bi aştiyane bêne çareserkirin.