Bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re beşa sînemayê jî êdî pêş dikeve. Sînemegerên kurd dixwazin êş û têkoşîna ku li herêmê bi fîlmên xwe bînin ziman û ji cîhanê re vebêjin. Çawa jin di şoreşa Rojava de pêşeng bûn dixwazin di qada sînemayê de jî pêşengiyê bikin û hest û ramanên jinên rojavayê Kurdistanê bînin ziman. Bi taybetî li vir rol û mîsyona derhênerên jin bêtir derdikeve pêş.
Derhênera bi navê Safînaz Evdikê niha hewl dide serpêhatî û têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê bi fîlman bîne ziman. Evdikê bi fîlmên xwe armanc dike ku şer, talan, koçberî, kuştin, ligel vê jî qehremanî û têkoşîna jinan ji raya giştî re ragihîne. Fîlma wê ya yekem ‘Mal’ bû û li ser jiyana jin û zarokan hatibû keşandin. Ev fîlm gelek bal kişandibû ser xwe.
Derhêner Safînaz Evdikê niha jî li ser projeya fîlma ‘Berbû’ dixebite. Bi wê fîlmê dixwaze şerê Serêkaniyê û koçberiya li vir bîne ziman. Evdikê 7 mehan li ser senaryoyê xebitî û piştre jî xwest dest bi kêşandina fîlmê bike lê belê ji ber êrîş û vîrûsa koronayê karê xwe rawestand. Lê niha carek din dest bi keşandina fîlmê kir. Derhêner û Endama Komîna Fîlm a Rojava Safînaz Safînaz derbarê fîlm û xebatên xwe de axivî.
‘Em dixwazin rastiyê bigihînin cîhanê’
Safînaz Evdikê li ser armanca çêkirina fîlmê nêrînê xwe wiha anî ziman: “Çîrokên ku di civaka Serêkaniyê de hatine jiyîn û serpêhatiyên ku di encamê şerê hovane de derketine pêş bi şêwayekî civakî em tînin ziman. Di heman demê de em dixwazin van çîrokan bigihênin tevahî cîhanê. Şerê ku li vir pêk hatî, êrîşên ku hovanê li vir pêk hatî û her wiha qehremaniya ku li vir pêş ketî em dixwazin bi civakê re parvekin. Fîlm li ser çîrokên malbata ne. Di fîlmê de girêdana mirov bi axê re bêtir li pêş e. Ev fîlm qala xeyalên vegera li ser axê, lêyistokên zaroka di kolanan de, xweşikbûna bajêr û jiyana li vir dike. Li aliyek têkoşîna li hember dagirkeriyê û aliyê din jî vegera jiyana aram di fîlmê de heye. Em dixwazin ev fîlm bala her mirovekî bikişîne.”
‘Fîlm zêdetir jinê îfade dike’
Di axaftina xwe de Evdikê bal kişand ser rol û mîsyona jinê ya fîlmê û wiha domand: “Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de jin xwedî roleke pêşeng bû. Min xwest ez vê pêşengtiyê di filmê xwe de jî derxim pêş. Di filmê de çîrokên ku min dest girtiye, dîsa jinê îfade dike. Jinê kedeke ber bi çav di hemû qadên têkoşînê de daye û ji bo wê jî para herî zêde ya jinê ye di fîlmê de. Di şer de ya ku parastinê dikir jin bû, ya ku malbatê diparast jî jin bû, ya ku bi koçberiyê re rûbirû mayî dîsa jin bû. Ev hemû wê di filmê de tên pêşkêşkirin.”
‘Fîlm ber bi xilasbûnê ve diçe’
Evdikê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser amedakariya fîlmê û ev tişt anî ziman: “Em beşa xwe yê kişandinê ber bi dawî ve dibin. Ji sedî 60 ji film hatiye kişandin, hemû beşên filmê bi dawî bûne tenê beşê koçberiyê maye. Ev jî dê li Dêrikê bê kêşandin ji ber ku hin cihên Dêrikê dişibîn Serêkaniyê. Hinek gundewarên Dêrîkê jî zirar dîtine li vir keşandina fîlmê dê rastiyêk din jî derxe holê. Dê di nava du mehan de wê kişandina filmê bi dawî bibe. Zehmetiyên giran me derbas kir û niha jî em ber bi berhemên keda xwe ve diçin. Paşê jî em ê li ser deng, reng, muzîk û montajê bixebitin. Ji bo filmekê baş were çêkirin em di nava xebateke mezin de ne. Bi hêviya ku herkes li filma me temaşe bike.”
‘Tev li mîhrîcanên cîhanî bûn’
Evdikê bal kişand ser girîngiya sînemaya kurdî û pêşkêşkirina wê û wiha dom kir: “Êdî derhêneriya kurd li gelek platform û mîhrîcanên cîhanî tên pêşwazîkirin. Ev yek ji bo me gavên pir girîng in ji bo derxistina rastiya civaka kurd. Sînemaya kurd cihekî xwe yê taybet di sînemaya cîhanî de avakiriye. Beriya niha du derhênerên kurd bi fîlmên xwe di mîhrîcanên cîhanî de cih xwe girtine.”
‘Em dixwazin qehremaniya civakê parve bikin’
Her wiha Evdikê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Weke ku çawa rojavayê Kurdistanê weke qadeke şoreşê hat pênasekirin, em dixwazin filmên rastiya civaka wê û qehremaniya gelê wê bi tevahî cîhanê re parve bikin. Ez serkeftinê ji vê film û ekîba wê re dixwazim. Bi hêviya ku civaka me di aramiyê de bijî.” QAMIŞLO