Fragmanê fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berxwedana Sûrê vedibêje û derhêneriya wê Ersîn Çelîk dike, hate weşandin. Rojnamegerê tirk Cuneyt Ozdemîr ji bo fîlm wiha dibêje: “Ez pir matmayî mam. Dev ji mirovan berde, tank, wesayîtên zirxî û produksiyoneke mîna ya Hollywoodê heye. Hollywoodê ev fîlm bikişanda, encax dikariya ewqas bikişanda.”
Di salên dawîn de sînemaya kurd bi gelek aliyan ve bala cîhanê dikişîne. Kurd ne tenê di warê leşkerî û siyasî her wiha di warê sînemayê de jî pêşketinên girîng bi dest dixin.
Yek ji van xebatan jî filmê bi navê ‘Ji Bo Azadiyê’ ye ku ji hêla derhêner Ersîn Çelîk ve hatiye kişandin. Fîlma ku Berxwedana Sûrê ya 100 rojan û bûyerên rasteqîn ku hatine jiyîn vedibêje bi dawî bûye. Fragmanê fîlmê, li ser torên civakî hatiye belavkirin.
Sehneyên fîlm li Kobanê û li hinek deverên din ên rojavayê Kurdistanê hatine kişandin. Çelîk heta niha derhêneriya gelek belgefîlm û kurtefîlman kiriye û ev yekem fîlmê metrajdirêj a derhêner e.
Fîlmê Ozdemîr matmayî hişt
Rojnamegerê tirk Cuneyt Ozdemîr li ser fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ peyamek parve kir û tirsa xwe ya li hemberî vê fîlmê anî ziman. Ozdemîr dibêje ku fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ li Kobanê hatiye kişandin û wiha dibêje: “Nizanim bê ka dê bibe Midnight Experesseke duyemîn an na. Fîlm ji hêla kesekê ku berê rojnameger bû ve hatiye kişandin. Di fîlmê de mirovê baş kî ye? PKK’iyên ku li Sûrê şer kirin in. Di vê rewşê de mirovê nebaş jî Tirkiye hatiye nîşandan li gorî perspektîfa wan.”
‘Mîna sehneyên Hollywoodê ne’
Di berdewamiyê de jî Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Lê tiştekî ez pir şaş kirim. Dev ji mirovan berde, tank, wesayîtên zirxî û produksiyoneke wisa heye ku mîna produksiyona Hollywoodê ye. Ango tu di Hollywoodê de bikişînî encax ewqas dikare bê kişandin. Jixwe hûn ê di demekî nêz de bibînin. Nizanim bê ka naveroka wê û senaryoya wê çawa ye. Ango ev meseleye tenê ne bi siyasetê ve girêdayî ye. Ji wir (Qala Rojava dike) pêleke din jî tê. Li gelek aliyên din de jî ev pêl zêde dibin. Hûn dixwazin ji vê re bibêjin propaganda hez dikin jî jê re bibêjin çîrokên xwe vedibêjin, lê di dawiya dawî de ev rastiyek e.”