Kurtefîlmê Dilop ê ku derhêner Alî Kemal Çinar li ser malbateke xizan a di malê de kişandiye, li ser malpera youtubê weşand. Fîlmê bi kurdî hatiye kişandin û bi jêrnivîsa tirkî û inglîzî ye.
Beşa yekemîn a fîlm temam bû û kişandina wê didome. Derhêner Çinar, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) fîlm di malê de kişand û çîroka nava malê digire dest. Derhêner di fîlm de balê dikişîne ser malbata xizan û hejar û roj bi roj xizaniya zêde dibe.
Kesên bixwazin fîlm temaşe bikin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin fîlmê: https://www.youtube.com/watch?v=DQaIxVIY3Bo&feature=youtu.be AMED