PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Fîlozofê sedsalê

Beriya bi çend rojan di malpera fermî ya polîsên Almanyayê de ji bo Rêber Apo gotina “Fîlozofê Kurd” hatibû bikaranîn. Malper jî ya paytexta Almanya Berlînê bû. Ev cara pêşî bû ku Almanya gotineke wiha bi kar tîne. Gelo çi bû sedem ku Almanya vê gotinê bi kar anî ? Ji bo vê yekê divê em li pêvajoya çend salên dawî binêrin. Ji Îngîlîstan heta Efrîqa, ji Awûstûralya heta Amerîka û Kanadayê îro her kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ketine nava tevgerê. Yên ku vê yekê din jî kesên biyanî ne. Ango kesên rewşenbîr, siyasetmedar û navdar in.

Fîlozofofê ji Slovenyayê Zîzek jî ji bo Ocalan gotibû; ew em in. Û bi dehan kesayetên mîna wî jî heman tişt digotin. Eger îro fîlozofê cîhanê radibin û pesnê Ocalan didin, wê demê divê em çi bikin ? Divê em vê pirsê ji xwe bikin.

Ji profesoran heta akademîsyenan ji nivîskarên navdar û xwediyên xelata nobelê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo seferber bûne. Li zanîngehan li ser fikrên Rêber Apo disekinin û nîqaşan dikin. Ev mijareke qada navnetewî ye. Êdî rewşa Rêber Apo milyonan kesî eleqedar dike. Ji bo vê yekê jî serê çend salan e kampanya û pêngavên navnetewî hene. Li Îngîlîstanê sendîkayên ku milyonan endamên wan hene ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo seferber bûne. Di cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê kampanyayek navnetewî hat destpêkirin. Roj bi roj ev kampanya mezin dibe û berfireh dibe. Êdî fikrên Rêber Apo deryayan û sînoran derbas dike. Milyonan kurd wekî Rêberê xwe dibînin û dostên kurdan jî li ser fîlozofiya Ocalan disekinin. Li ser paradîgmayên wî dixwînin û nîqaşan dikin. Êdî fikrên Rêber Apo li zanîngehan tê xwendin.

Dibe ku tecrîdkirî be û 25 sal in girtî be, lê kes nikare ji aliyê fikir ve Rêber Apo dîl bigre. Ew tenê ji aliyê fizîkî ve girtî ye. Lê fikir û ramanên wî digihê milyonan. Dîwarên îmraliyê û tecrîda wê nikare pêşî li wan fikran bigre. Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes ji bo Rêber Apo digot; tarîtî nikare rih teslîm bigire. Ev gotin jî ji bo fîlozofiya Rêber Apo bû.

Dibe ku her cûre êşkence û pergala qirkirinê li Îmraliyê bimeşînin. Lê nekarîn wî rihê azad teslîm bigrin. Rêber Apo berê jî di parêznameyên xwe de gotibû; ew mirovekî azad e. Yanî azadî ne ewe ku mirov li derve be. Divê rihê mirov azad be.

Rêber Apo bi sekna xwe ev yek îspat kir. 25 salên li girtîgehê bi berxwedanê derbas dike. Ti carî nesekinî. Her tim nivîsand û li ser fikirî. Derdê wî ewe ku wê çawa karibe çareseriyekê ji aloziyan re bibîne. Ji bo jiyanek aram û hêsan çawa dikare pêk were, li ser wê sekinî. Ji bo vê yekê jî bi şev û roj nivîsand. 24 saetên roja xwe ji wê re veqetand. Lewma jî ew îro bûye fîlozofê sedsalekê. Ji ber vê yekê ti wateya tecrîdê tineye. Ew çiqasî tecrîd bikin jî, wê nikaribin pêşî li fîlozofê serdemê bigrin.

Nûçeyên Têkildar