Faşîzma AKP-MHP’ê girtiyên cezayên xwe temam kirine bernadin û girtiyên nexweş jî terkî mirinê kirine. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin. Di nava 2 salên dawî de zêdetirî 100 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Gelek girtiyên nexweş dema dikevin nava nivînan tên berdan. Di nava 4 mehên dawî de 4 girtî demekî kin piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî Cemal Tanhan (68) ku yek ji girtiyên nexweş bû, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, 43 roj piştî tehliyeyê jiyana xwe ji dest da.
Pispora Tipa Edlî û Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Porf. Dr. Şebnem Korur Fîncanci têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş dijîn û raporên Saziyên Tipa Edlî (ATK) ku ji bo girtiyên siyasî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dide, axivî.
Fîncanci, diyar kir ku ji ber darizandinên bi awayekî girtî girtîgeh pir qelebalix bûne û wiha got: “Lewma girtî heta dema derdikevin revîrê jî neçar dimînin ku xwe li benda dora xwe bigirin. Di rewşeke lezgîn de divê biçin saziyeke tenduristiyê lê di vê mijarê de gelek kêmasî derdikevin. Bi taybet jî pêvajoya sewqkirinê pir bi pirsgirêk e. Wesayîtên sewqkirinê guncav nînin. Kesên nexweşiyên wan ên giran hene bi van wesayîtan tên sewqkirin û ev bi tena serê xwe rewşeke ne bi tendurist e. Beriya hatina cem wesayîtên sewqkirinê, di ketin û derketina girtîgehan de nêzikatiyeke dermirovî û biçûkxistinê li dijî girtiyan tê raberkirin. Ji ber ku di bin navê lêgerînê de li nava devê wan, carnan li organên wan ên zayendî dinêrin. Lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Em qala girtiyên ku nikarin sola xwe jî derxînin dikin. Hinek ji wan nikarin xwe biçemînin. Lewma gelek ji wan naçin nexweşxaneyê. Her wiha hewl didin di dema sewqkirinê de bi hev ve tên kelemçekirin. Ev jî nêzikatiyeke din a biçûkxistinê ye.”
Bi domdarî Fîncanci bi lêv kir ku piştî girtî diçin nexweşxaneyê jî rastî binpêkirinan tên û wiha pê de çû: “Bi destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Bi vî awayî têxin odeya muayeneyê. Hêzên ewlekariyê bi israr hewl didin li wir bin. Bi vê yekê re rêgeza mehremiyetê tê binpêkirin. Jixwe derfeta muayeneyê ya destkelemçekirî nîne. Mafên girtiyan hene û divê weke kesên azad bên muyanekirin. Divê muayene li gorî rûmeta mirovahiyê bê kirin. Di soza bijîşktiyê de jî ev yek bi aşkerayî hatiye diyarkirin. Lê ev yek tê binpêkirin.”
Di berdewamê de Fîncanci destnîşan kir ku girtî di mijara peydakirina derman û alavên tibî de zehmetiyan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Piştî ku tenduristî li piyasayê hate vekirin, girtî bi pirsgirêkên weke dermanên nayên dayîn û hwd. re rû bi rû dimînin. Ji tecrûbeya xwe mînakekî bidim; sînûzîta min a kronîk heye. Divê ez cîhaza ku van sînûsan bi rêk û pêk paqij dike bi kar bînim lê li girtîgehê ev cîhaz nedan. Pirsgirêka min a pereyan jî nîne lê tu nikarî bi pereyên xwe jî van alavan peyda bikî. Girtîgeh, ji bo girtiyên rewşa wan giran vediguhere cihekî wisa ku nema dikare lê bijî. Bi ragirtina wan a li girtîgehê re tenê mafê tenduristiyê nayê binpêkirin. Divê ev rewş weke îşkence bê nirxandin.”
Fîncanci, bi bîr xist ku ATK saziyeke girêdayî Wezareta Edaletê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Gumanên her kesî hene ku biryarên serbixwe nade. Ji hêla qanûnî ve ATK ne saziya biryara dawî dide nîne. Lê di meriyetê de hewl didin wisa nîşan bidin. ATK bi destê darazê weke saziya biryara dawî dide tê nîşandan. Lê rastiyeke vê nîne. ATK girêdayî Wezareta Edaletê ye. Ji ber ku dibe sererastkirinên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ên Wezareta Edaletê û ATK’ê hev negirin. Di rewşên wiha de divê saziyên serbixwe bikevin dewrê. Di demên berê de ev dihatin kirin. Lê bi AKP’ê re rêxistinên mafên mirovan û saziyên serbixwe ji van rayeyan bêpar hatin hiştin.”