Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Fîncanci: Berpirsiyarê tundiya li kolanan vîna siyasî ye

 

Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci bilêv kir ku berpirsiyarên sereke yên tundiya hêzên dewletê ya li kolanan, “vîna siyasî ya “polîtîkayên bêcezatiyê” pêk tîne ye

Li welat, di salên dawî de tundiya hêzên dewletê ya li kuçe û kolanan her diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), tenê di sala 2018’an de di binçavan de 356 kes bi rêbazên lêdanê û yên din re rû bi rû mane, 246 kes li cihê xwe û 2 hezar û 598 kes jî di civîn û xwepêşandanan de bi îşkence û muameleyên kirêt re û bi rû mane. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser tundî polîsan a li kûçe û kolanan her diçe zêdetir dibe û sedemên wê.

Fîncanci bilêv kir ku ev demeke hema bêje mekanîzmaya parastinê hemû hatiye sekinandin û di serî de li bajarên kurdan di dema qedexeyên derketina derve de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û pêvajoyên pir cidî rû dane. Fîncanci diyar kir ku piştî van pêkanînan li şûna ku tiştên pêwîst der barê kiryaran de bê kirin û berpirsyarên van kiryaran bên darizandin lê belê li welat “polîtîkaya bêceza hiştinê” pêk tê.

Fîncanci bi berdewamî bal kişan ser van xalan: “Ev polîtîkaya bêceza hiştinê berê hîn bi awayekî mehcûp pêk dihat. Berê me ev tişt bêtir didîtin. Biryara neşopandinê dihat girtin û ji bo tundiya hêzên dewletê helwesteke parastinî dihat nîşandan. Lê niha, 15’ê Tîrmehê wekî ‘lutfeke Xwedê’ tê nirxandin. Bi rastî jî me hemûyan bi çavê xwe dît ka ji bo çi ‘lutf’ e. Lewre KHK ji bo wan bivênevê bûn. Kî radibe bixwaze çi zilmê bike, dike. Herî dawî bêceza hiştin li nav KHK’yan bi cih kirin. Paşê jî li nav qanûnan bi cih kirin. Niha di qanûnên vî welatî de, di warê “têkoşîna li hemberî terorê” de berpirsiyarê çalakiyên tundî ne hêzên dewletê ne.”

‘Berpirsyar îradeya siysî ye’

Fîncanci bilêv kir ku di qanûnan de bêceza hiştin li dijî hiqûqê ye lê belê niha hêzên dewletê xwe dispêrin vê yekê û li welat polîtîkayeke “dijminatiyê û berberîbûnê” tê şopandin. Fîncanci destnîşan kir ku ev yek herî zêde li bajarên kurdan û li hemberî kurdan pêk tê û wiha got: “Li kûçe û kolanan ên vê tundiyê pêk tîne tenê ne hêzên dewletê ne. Ji ber ev bi polîtîkayên bêceza hiştinê tên parastin, vê yekê ji xwe re wekî peywirê dibînin. Loma berpirsiyarê vê yekê ku KHK derxistin û wê kir qanûnan, îradeya siyasî bi xwe ye.”

‘Dawiya desthilatiya siyasî hatiye’

Fîncanci destnîşan kir ku ji bo belgekirina vê yekê pêdivî bi hewldanê heye û ji bo vê jî nexasim divê parêzer serlêdanê bikin û ev tişt anî ziman: “Divê serlêdan pêk bên ku ev tişt bên dîtin. Rêyeke rêgirtina li ber vê yekê jî xuyangbûna van tişta ye. Wexta em vê yekê wekî belge nîşan bidin, a rast ji hêlekê em wesfa sûcî ya vê yekê jî pênase dikin. Helbet ji bo rê li ber vê bê girtin divê em ji civakê re bêjin ku dawiya vê desthilatiya siyasî hatiye.”

‘Daraz hay ji Peymana Stenbolê nîne’

Her wiha Fîncanci, bal kişand ser bûyerên tundiyê yên li hemberî jinan pêk tê û diyar kir ku ji xwe her kes dizane  ku polîtîkayên vîna siyasî yên li hermberî jinan çi ne û wiha got: “Peymana Stenbolê heye lê pêk nayê. Lê belê ji bo ev yek pêk bê berxwedanek cidî jî heye. Dibe ku daraz nizanibe Peymana Stenbolê çi ye û haya wê jê tune be. Di vî warî de pirsgirêk hene an jî naxwazin hîn bibin. Naxwazin jin xurt bibin. Lewre dizanin ger jin xurt bibin wê di civakê de demokrasî û azadî rû bide.”

Herî dawî Fîncanci bilêv kir ku ji bo rê li ber vê mekanîzamaya tundiyê bê girtin û ev mekanîzma bê şidandin divê di her şert û emrcî de daxwaza ji bo aştiyê bê bilêvkirin û ev tişt got: “Şer, dikuje, şer zirarê dide tenduristiyê. Loma divê em doza aştiyê bikin.” WAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar