Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Firmayê ruşweta ku da qeyûm înkar nekir

Fîrmaya ku di bin navê “Komîsyona Fatûrayê de” 246 hezar TL bertîl (ruşwet) da Şêwirmendê Walî û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Bulend Erdolu pereyê daye inkar nekir. Lê ji bo hevdîtine jî diyar kir ku ne musaîd e

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya beriya qeyûm bê tayînkirin bi trîlyonan pere di qaseya wê de hebû, piştî qeyûm tayin kirin Şaredarî ket bin deynan. Di belgeyan de derket holê ku Şêwirmendê Walî Bulend Erdolu 246 hezar TL bertîl xwariye.

Bi belgeyan derket holê ku şêwirmendê Walî û Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin  Bulent Erdolu ji şîrketa ku maşîne jê kirê kirine ruşwet/bertil xwariye. Di bin navê “komîsyona fatûreyê de” ji Şîrketên Turkuazlar Turizm, Gida, Înşaat, Petrol, Nakliyat, Şîrketa Sanay û Ticaretê bi sed hezaran TL bertîl xwariye. Di ekstreyên hesab de derket holê ku piştî fatûreyê ji bo maşîneyên walî û qeyûm şandiye fatûre birîne û pere li ser hesabe şewirmend razandine.

Dîsa li gorî belgeyan Walîtiya Mêrdîn piştî 2016’an ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, îhaleya kirêkirina maşîneyan wekî bi rêya îhaleya vekirî pêk anîbe nişan da. Lê derket holê ku bi îhaleya girtî pêk anîye. Tenê şîrketa Turkuaz Turizmê dawetî îhaleyê kirin û wekî ku 3 şîrket ketibin îhaleyê nişan da. Di 3 zarfan de mohra şîrketên cuda û buhayê cuda li daxwaza îhnaleyê nivîsandin û îhale ji Fîrmaya Şîrketa Turkuazlar Turizmê re hiştin.

Tekildarî mijare heta niha rayedaran daxuyanî nedane. Rayadarên fîrmayê ku me xwest li ser mijarê agahî ji wan bistinin jî kesê bersîv da telefonê jî li şûna arastayî kesê peywirdar bike, bersîva “Tiştekî wisa tune ye” da. Dema dîsa me pirsî lêpirsin hatiye vekirin dîsa bersîva “Biryara bê şopandinê hatiye dayîn” da. Kesê ku ewil got her tişt îdîa ye, lê têkildarî belgeyên fermî ku derketin holê jî got “Pirsgirêk çiye min fam nekir.” Dema me xwest em dixwazin der barê mijarê de nerînên fîrmayê ji rayedarekî bistînin jî got: “Muhaqaq têkildarî mijarê parastin hatiye kirin. Ji xwe parêzerên me hene. Niha pirsgirêk tune ye. Dadgehê pêvajoya bêşopandinê daye.” Dema me pirsa li ser hesabê Bulend Erdolu pere hatiye razandin jî pirsî got: “Tiştekî wisa tune” û înkar kir. Hûn dikarin bi xwediyê şîrketê re jî bi axivin.”

Fîrma ne musaît e!

Dema me xwest bi xwediyê fîrmayê Şehmuz Demîr re jî hevdîtin bikin, wî kesê ku ewil bersiva telefonê da, diyar kir ku agahiyên rayedar dê nikaribe bidin, lê Demîr dê li we vegere. Pişti Demîr li me venegeriya û em dîsa geriyan vê carekê kesekî din bersîv da telefona me. Kese din ku bersîv da, der barê daxwaza me ya hevdîtina bi Demîr re got: “Me daxwazên we jêre got. Lê niha me musaîd e. Niha meşgul e. Dema me der barê belgeyan de jî pirsî got ‘Min fam nekir hûn bi çi armancê dipirsin’ û bê bersîv hişt. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar