Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Firyal Çolî: Çand nasnameya civakê ye

Firyal Çolî diyar kir ku mirovek ne xwedî çand be, di nava civakê de ne xwedî nasnameye jî û wiha axivî: “Li ser vê esasê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê xebatek berfireh meşand. Ji bo ku çand û nasnameya pêkhateyên herêmê bên parastin, navendên ji bo pêkhateya suryan, êzidî, kurd, ermen û ereban hatin vekirin.

Hêzên hegemon hewl dide bi qirkirina çandî civakê ji holê rake. Bi taybetî jî gelê kurd bi qirkirina çandî ya ku mînaka wê li cîhanê tuneye rû bi rû ye. Şoreşa Rojava ya Jinê bi xebatên çandê ji qirkirina çandî re dibin bersiv. Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî têkildarî xebatên çandî de axivî û qala girîngîya çandê di nava civakê de û xebata ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve li Kantona Cizîrê tê meşandin kir.

Hevserok Firyal Çolî pêşî qala despêka damezrandina Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û navendên girêdayî desteyê kir û wiha got: ”Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi damezrandina Rêveberiya Xweser re di sala 2014’an de hate avakirin û heta roja îro karê xwe berdewam dike. Gelek navendên girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê hene. Mînak navneda Şûnweran xebata xwe di warê cihê şûnwerî de dike. Her wiha navenda muzîkê ya ji bo zarokan a bi navê Orkestra heye. Ew jî di sala 2016’an de hate avakirin. Li kêleka wan kergeha Lîlît ê ku tê de jin karê destan û dirûnê dikin jî heye.”

Firyal Çolî anî ziman ku çand û nasname bingeha civakê ye û wiha domand, “Mirovek ne xwedî çand be, di nava civakê de ne xwedî nasnameye jî. Li ser vê esasê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê xebatek berfireh meşand. Ji bo ku çand û nasnameya pêkhateyên herêmê bên parastin, navendên ji bo pêkhateya suryan, êzidî, kurd, ermen û ereban hatin vekirin. Armanc ew e ku her pêkhate bikaribe çand û nasnameya xwe biparêze û pêş bixe. Navenda çandê ya ermeniyan ne girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye, lê beşdarî hemû çalakiyên hunerî dibin û tê de cih digrin.”

Firyal Çolî wiha qala rewşa çanda herêmê ya beriya şoreşê û piştî şoreşa Rojava kir, ”Di nava şoreşa Rojava de hemû pêkhateyan xwe dît. Bi taybet pêkhateya ereb ku di warê çandê de hişkbûn dijiyan di nava şoreşê de ew qoral şikandin. Her wiha di warê jin de jinên pêkhateya ereb stranên çanda xwe, govendên Erebî ji gel re pêşkêş dikin û tevlî hemû çalakiyan dibin û ew jî rengê xwe dide pêş. Me jî weke desteya çand û hunerê destek da wan.”

Çolî, anî ziman ku li hember gef û êrîşên dewleta tirk çand û hunera me xurtir bûye û wiha got, ”Şoreşa Rojava ku zêdetirî 10 sale berdewam dike, şoreşeke wiha ye ku li kêleka van destketiyan rojane gef û êrîş hene. Êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin li ser hemû beşên jiyanê tên kirin, beşek girîng jî çand e. Lê dîsa jî li gorî ewqas êrîş jî nekarîn xebata me ya çand û hunerê bidana sekinandin. Di nav hemû êrîşan de me pêşengehên xwe ên curbicur lidar xistin û hemû xebatên me heta roja îro berdewam dike. Li gorî hemû rewşên ku herêm tê re derbas dibe jî çanda me xurtir bû û me ji her kesî re diyar kir ku xebata me li gorî her rewşê wê berdewam be.”

Çolî, da zanîn ku pêşketinek mezin di aliyê çand û hunerê de çêbûye û got ku ew bi çalakiyên curbicur, mîhrîcan û pêşbirkan hewl didin eleqeya hemû gel jî xurtir bikin. Çolî diyar kir ku bi taybet ji bo zarokan jî xebatên wan tên meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar