Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Fîşeka vejînê

15’ê Tebaxê ew roje ku fîşeka pêşî li dijî dewleta tirk a dagirker hatiye teqandin. Sal 1984 û wê demê ango beriya bi 40 salî gerîlayên PKK’ê li Botanê dest bi şerê çekdarî kirin. Di wê rojê de li dijî baregehên artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Li navçeyên Şemzînan û Dihê fîşekên pêşî hatin teqandin.

Ew dem pêvajoya darbeya 12’ê Îlonê bû û li meydanê kurd nemabûn. Kesî nediwêrî li ber wê dewleta hov gotinekê bike. Lê gerîlayên PKK’ê li dijî wê dewleta faşîst serî rakirin. Li dijî wê dewletê fîşek teqandin. Ew fîşeka ku teqandin di heman demê de teqînek mezin bi xwe re anî. Di warê siyasî, civakî, hunerî û jiyanî de guhertinên mezin çêkirin. Ew ne tenê çalakiyek çekdarî bû. Di heman demê de helwestek bû. Ji wê dewletê re digotin êdî dema koletiyê qediya. Bi vî rengî li Kurdistanê şoreşekê dest pê kir. Bi pêşengiya fermandar egîd, gerîlayên Kurdistanê herikîna dîrokê guhertin.

Ew dîroka ku kurd tine dihesibandin, kurd diperçiqandin û tine dikirin, têk diçû. Ev pêngav di heman demê de li dijî peymanên navnetewî bû. Ew peymanên li ser kurdan hatibûn girêdan jî bêwate dibûn. Bi vê pêngavê re cesaretek mezin bi kurdan re çêbû. kurdên ku li ber karmendekî dewletê serê xwe ditewandin, êdî li dijî artêşa wê dewletê serî hildabûn. Berê jî serhildanên kurdan li dijî dewletê çêbibûn, lê ne di wê astê de rêxistinkirî û domdar bû.

Her serhildaneke kurdan di demeke kurt de dihat têkbirin. Lê vê carê rêxistinbûnek mezin hebû. Vê carê Rêber Apo û felsefeya jiyanek azad hebû. Ji ber vê yekê jî baweriyek mezin bi her kesî re peyda bibû. Her kesî ji vê bawer kir û dan pey şopa wan egîdan.

Êdî li Kurdistanê wê guhertinên mezin çêbibûna. Ew qedexeya dehê salan yek bi yek dihat têkbirin. Ew zincîrên koledariyê dihatin şikandin. Her kesî dît ku ew komên şoreşger heyfa salan ji wê dewletê hiltînin û lewma jî hejmara wê komê her diçû zêde dibû. Ew koma ku ji çend kesan pêk dihat, bi salan veguherîbû artêşekê. Êdî deh hezaran gerîlayên wê komê hebûn.

Êdî salên zêrîn li Kurdistanê dest pê kirin. Ew kesên ji kurdî û kurdbûnê direviyan, êdî li xwe û welatê xwe vedigeriyan. Pêngava 15’ê Tebaxê nasnameyek da kurdan. Fîşeka ku li dijî dewletê hat teqandin, tirsa di nava kurdan de jî ji holê rakir. Êdî ew dîwarên tirsê hilweşiyan. Vê carê jî tirs ket dilê dagirkeran. Bawer nedikirin ku kes li ber wan rabe û li dijî wê dewletê serî hilde. Lê ciwanên şoreşger rûpelek nû li Kurdistanê vekirin. Her kesî fêm kir ku tenê gerîlayên PKK’ê dikarin çongê vê dewletê deynin erdê.

Belê em qala 40 sal berê dikin û di şert û mercên herî faşîzan de ev pêngav pêş ket. Îro jî li Kurdistanê dîsa faşîzma dewletê heye. Yên vê faşîzma dewletê dibînin, bila li pêngava 15’ê Tebaxê binêrin û fêm bikin ku çiqasî hewcedarî bi pêngavê hebû. Îro jî li çiyayên Kurdistanê şopdarên Egîd dîrokê dinivîsin. Tenê gerîlayên PKK’ê û şagirtên Rêber Apo dikarin bersiva vê dewletê bidin. Rabûna li ber vê dewletê bedel dixwaze û şoreşgerên Kurdistanê jî bi canê xwe vî bedelî didin.

Nûçeyên Têkildar