Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Foruma Kurd-Ereb pêk hat

Foruma Kurd-Ereb bi beşdariya gelek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên kurd û ereb bi rêya Zoom hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan |

Saziya Pêşketin û Pêşxistina Civakê, Forûma Têkiliyên Kurd-Ereb li dar xist. Forûm bi rêya Zoomê pêk hat. Forûm di bin 5 sermijaran de hat li dar xistin. Di forûmê de mijarên “Çima îro têkiliyên kurd û ereb pêwist e”, “Rola kurd û ereb a li dijî êrîşên li ser herêmê”, “Rola civaka sivîl a di aktîfkirina diyaloga kurd û ereban de”, “Çima diyaloga kurd û ereban di aliyê çandî de pêwist e” û mijara herî dawî “Pêşeroja diyaloga kurd û ereb çiye” hatin niqaşkirin.

Midûrê Rojnameya Ehram a Misirê Fethî Mehmûd, lêkolînerê Akademiya Kar û Barên Siyasî –Iraq û Sekreterê Giştî Yê Komelya Erebî Ya Piştgiriya Doza Kurd Dr. Teysîr El-Alosî, Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn, Hiqûqnasa tunisî Selwa Qîqa, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, Gerînendeya Komeleya Emel a Kerkûk-Iraq Parêzer Sirûd Ehmed, Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî yê misirî Recayî Fayid, Hîndekarê Zanîngeha Belqa ya Urdinê Profesor Doxtor Ridwan Îzolî, Şîrovekarê Siyasî Dr. Muhîb Saliha, Serokê Rêxistina Koalîsyona Navneteweyî ya Maf û Azadiyan –Parîs Mihemed Îsamîl El-Şamî, rojnamevan û nivîskarê ji Tirkiyeyê Berekat Kar, parêzerê iraqî Mihemed El-Selamî, nivîskar û rojnamevanê urdinî Redad Îlyas El-Qelab û çalakvanê siyasî yê filistînî Yasir Ebû Seydo beşdarî forumê bûn.

Forum ji aliyê Rewşen Qasim û Dr. Muxtar Gebaşî ve hat birêvebirin.

Fethî Mehmûd girîngiya xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî destnîşan kir û wiha got: “Li gel guhertinên ku li herêmên Rojhilata Navîn çêdibin, pêwîstiya me bi xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî heye. Li herêmê guhertin çêdibin ji ber vê yekê pêwîstî heye ku em têkiliyên kurdî-erebî careke din di ber çavan re bigirin, ji ber ku gelek xeterî li pêşberî her du gelan hene. 3 proje hene; projeya tirkî, projeya îranî û projeya îsraîlê, lê projeya erebî tuneye. Ev her sê proje li ser kurdan gef in.”

Têkiliyên kurdî-erebî kevn in

Recayî Fayid jî têkiliyên kurdî-erebî bi van gotinan nirxandin: “Têkiliyên kurdî-erebî kevin in lê hikûmetên ku herêmê bi rêve birin komkujî li dijî gelên herêmê bi taybet li dijî gelê kurd pêk anîn, hêzên navneteweyî jî li hemberî gelê kurd û yê ereb bûne yek, ev yek jî bandoreke mezin li têkiliyên kurdî-erebî kirin.”

Fayid diyar kir ku kurd bi cihên xwe yên cografî li pêşberî dewleta tirk a ku welatan ereban qut dike dibe bend û wiha domand: “Îran jî hewl dide dest deyne ser herêmê. Ji ber vê yekî divê têkiliyên kurdî-erebî werin xurtkirin, her gel li pêşberî zêdegavî û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê xeta parastinê bûn. HSD’ê roleke sereke di tunekirina DAIŞ’ê li Sûriyeyê lîst.”

Projeya neteweya demokratîk

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku pêvajoya ku herêm tê re derbas berpirsyariyên dîrokî  dixwaze û wiha axivî: “Divê têkiliyên kurdî-erebî yên xwedî kokên dîrokî yên qedîm werin xurtkirin û di her pêvajoyên jiyanê de werin tevgerkirin. Hevgirtina her du gelan a li hemberî dijminahiya osmanî nîşaneya vê yekê ye.”

Kurd destnîşan kir ku piştî avakirina netewdewlet, têkiliyên kurdî û erebî xirab bûn û pêkanîna siyaseta ‘Parçe bike tû yî bi ser bikeve’ bandoreke neyînî li têkiyên her du gelan kir.

Çiya Kurd bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û diyar kir ku ev proje ji bo pêşxistina têkiliyan û çareserkirina pirsgirêkan çareseriya herî guncaw e û ev tişt anî ziman: “Pir aşkera ye ku Osmaniya dagirker ji bilî karesetan tiştekî din li pey xwe nehişt, nemaze piştî ku ji bo çûyîna ber bi Ewropayê ve bê çare man. Osmaniyan bi navê fetihê derbasî dewletên îslamî bûn, komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn û demgorafiya wan guhrtin. Niha jî dewleta tirk hewl dide mîraseya osmanî zindî bike, ji ber vê yekê bi hincetan cûda destwerdanê li Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û Misirê dike û destekê dide komên tundraw.”

Li dijî gefên Tirkiyeyê têkoşîn divê

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser sûcên ku çeteyên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd pêk tînîn û wiha got: “Dewleta tirk destekê da komên çete, komkujî li dijî gelê kurd û gelên din ên li Sûriyeyê bi taybet li dijî êzidiyan pêk anîn. Ji bo pêkanîna van komkujiyan hincetên bêbingeh afirandin.”

Kurd anî ziman ku divê li hemberî gefa Tirkiyeyê ya ku dixwaze xîlafeke îslamî ava bike têkoşîn bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên herêmê kurd, ereb û suryan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê fedekariyên mezin dan, van pêkhateyan sîstemek siyasî nenavendî ava kir ku yekitiya xaka Sûriyeyê misoger dike.”

Têkiliyên di navbera gelê Rojhilata Navîn de

Berekat Kar jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn zêdetirî 40 milyon kurd hene ku di nav gelek welatan hatine dabeşkirin, gelek gel hene, mîna gelê kurd û gelê Filistînê hîn mafên xwe bi dest nexistine û got ku mafê kurdan heye çarenûsa xwe diyar bike.

Hiqûqnasê ji Îranê Salih Nikabîx destnîşan kir ku di navbera gelên li Rojhilata Navîn de têkiliyên xurt hene, ji berê ve û heta niha kurdan li gel ereban şerê êrîşkaran kirin. Nikabîx diyar kir ku dewleta tirk û Îranê di sedsala borî de hewl dan bandore li têkiliyên kurdî-erebî bikin, da ku herêmê kontrol bikin û di dema dawî de destek dan komên terorîst.

Doza kurd ji dozên girîng li herêmê ye

Muhîb Salha diyar kir ku dewleta tirk cîranê Sûriyeyê ye û hewl dide demografiya herêmê biguhere û piştrast kir ku doza kurd ji dozên girîng ên herêmê ye û çawa ku gelê kurd bi gelên ereb re li ser dirêjahiya dîrokê piştgiriya avakirina şaristandiyê kiriye, divê gelê ereb jî bi mafên dîrokî yên gelê kurd ava bikin.

Teysîr Elosî jî bal kişand ser aktîfkirina rola yekitiya kurdî-erebî û aktîfkirina xîtaba nû ya li rêgezên hevduqebûlkirinê û wiha got: “Divê îtîtaf bi çarenûsa gelan were kirin û li gorî rêxistina siyasî ya di dema niha de jinûve koalîsyona kurdî-erebî ya kevnare vegere, divê kongreyeke berfireh ji gelên kurd û ereb re li dar keve, divê piştgiriya gelê kurd were misogerkirin û wek gelê hebûn û xaka wê heye di NY’yê de were qeydkirin, ji wê zêdetir jî piştgiriya diyaloga neteweyî ya kurd were kirin.”

Elosî spasiya gelê kurd li ser qurbaniyên ku di oxira têkbirina DAIŞ’ê de dane kir û ev tişt anî ziman: “Şerê Kobanê piştî şerê Stalin Grad duyemîn şerê mezin e, divê gelê kurd mafên xwe di pergala konfederal de wergirin, divê gelê ereb fişarê li rejîmên ereb, rejîmên Îran û Tirkiyeyê bikin. Her wiha divê pêşî li siyasetên dewleta tirk ên berfireh li Rojhilata Navîn werin girtin. ”

Di aktîfkirina diyaloga kurdî-erebî de rola civaka sivîl

Li aliyekî din jî Sirûd Ehmed bal kişand ser rola rêxistinên civaka sivîl di geşkirina têkiliyên ên navbera gelên ereb û kurd de, di navbera tevahî pêkhateyan de, her wiha behsa wêneya di zihniyeta gelê ereb de li ser gelê kurd hatiye avakirin û pêwîstiya zanakirina gelên herêmê li qebûlkirina çandên dîtir, kir.

Girêdayî mijarê, çalakgerê hiqûqî Mihemed El-Şamî bal kişand ser têkiliyên kurdî-erebî û da zanîn ku dosyaya kurd dosyayeke mezin, giran û girêk e lê gelên herêmê bi mafên gelê kurd re hevgirtin û garantor in û wiha got: “Divê kar li ser projeya xebata erebî-kurdî were kirin, divê gelê kurd taybetmendiyên xwe nexşe bike û pêşniyar bike û em ê bi hemû derfetên xwe di civînên navneteweyî de piştgiriya wî bikin. Her wiha pêşniyarkirina fikireyê ew e ku foruma niha bibe destpêka projeya xebata hevbeş a kurdî-erebî.”

El-Şamî anî ziman ku ew weke saziyên civaka sivîl li derve danasîna bi mafên gelê kurd, doza wî û parastina wî dikeve ser milên wan, ji ber ew gelek e ku li gel wê çand, dîrok û xaka heye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em vê yekê bi hevrêyên xwe yên ji gelê kurd li derve û hundir re parve dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar