Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Foza Yûsif: Bi rêveberiya jinan me şoreşeke civakî pêk anî

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 8 sal in di nava şoreşê de ne. Yûsif got ku avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê li dijî DAIŞ’ê û tevlêbûna çalakiyên li dijî dagirkeriyê serkeftinên jinan ên dîrokî bûn. Yûsif got ku bi rêveberiya jinan re wan şoreşeke civakî pêk anî û tu hêz nikare ku hêviyên wan ên jiyana azad û birûmet têk bibe

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif têkildarî pêşketin û xebatên jinan ên di sala 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Nejbîr Osman û Îsam Abdullah re nirxand.

Foza Yûsif di serî de anî ziman ku di nava 8 salên dawî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem di rewşeke şoreşê de bûn û wiha domand: “Ji bo bilindkirina asta têkoşînê jinan her sal gavên nû avêtin. Li gorî min yek ji deskeftiyên herî girîng ên jinan ên vê salê, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev gaveke dîrokî bû. Ji ber ku ev meclis ji bo avakirina nêrîneke hevbeş a jinan ku bikarin di çalakiya guhertina civakî de rol bilîzin, dixebite. Helbet bi tevlêbûna piraniya rêxistinên jinan di vê meclisê de, dê şûna parlemtoya jinan bigire. Ji ber ku dê hemû dozên jinan û dozên din bi nêrîneke din werin dîtin û nîqaşkirin. Her wiha dê jin karibin ku di çalakiya avakirina civakî, siyasî û çandî de bibin hêzeke aktîf.”

Serkeftina jinan a li dijî DAIŞ’ê

Di berdewamê de jî Yûsif diyar kir ku yek ji destkeftiyên din ên dîrokî yên jinan jî serkeftina YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê ye û wiha got: “Tevlêbûna şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo jinan serkeftineke girîng bû. YPJ’ê tola hemû jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî tecawiz, firotin û tundiyê hatine, rakir. Em vê serkeftina jinan a li dijî terorê ku zîhniyeta baviksalariyê ya hezaran salan temsîl dike, girîng dibînin. Helbet berxwedana şervanên jin ên di nava refên HSD’ê de li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê girîng û pîroz bû. Her wiha berxwedana Ronahî, Zîn û bi dehan hevrêyên wan cîhan hejand. Şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û dayika Aqîdeyê bandoreke mezin li wijdanê mirovahiyê kir. Bi vê re careke din ji cîhanê re tekez kir ku Erdogan dijminê jinan e, ew DAIŞ’î ye û li dijî her tevgereke rizgariyê ya demokratîk e.”

‘Distana yekemîn malbat e’

Bi domdarî jî Yûsif destnîşan kir ku girîng e ku pêngavên hişmendiya civakê bi hemû pêkhateyên wê ve werin pêşxistin û ev nirxandin kir: “Her ku jin û mêrên civakekê zana, demokratîk û kesayetên têgihiştî bin, ew qasî civakeke bitendurist derdikeve holê. Ji bo gihandina mirovan malbat girîng e. Dibistana yekemîn e. Ev dibistan divê bi awayekî domdar were pêşxistin ji ber ku dayik û bav mamosteyên wê ne. Mamosteyên ne serkeftî nikarin nifşekî serkeftî biafirînin.”

‘Divê em li dijî tundiya di nava malê de li dijî jinan têbikoşin’

Yûsif daxuyand ku ji ber vê yekê jî pêngavên têgihîştinê ku rêxistinên jinan pê radibin, girîng û pêwîst in û wiha pê de çû: “Divê bê zanîn em çawa bijîn, bi hev re didin û distînin û em çawa jiyaneke malbatî ya pêşketî ava bikin. Her wiha divê em têkiliyên xwe yên malbatî ji nû ve bi rêxistin bikin. Weke hemû saziyên din, ji ber paşketina di mêjiyê me de malbat jî xwedî aloziyeke ruhî ya mezin e. Gelek sedemên din jî hene. Ji ber vê di têkiliya jin û mêran de pêwîstiya me bi pîvanên nû heye. Divê em li dijî diyardeya tundiya di malbatê de li dijî jinan, têkoşînê bikin. Her wiha divê em bizanin ku doza rizgariya jinan doza mêran jî. Ji ber ku mêrê ku rêzê li hemberî xwe digire û deyerê dide jiyana xwe, divê bi jineke xwedî îrade, azad û têgihîştî re bijî. Yan jî jiyana bi xizmetkarekê re nayê wateya hevaltiyê, lê belê dê di çarçoveya têkiliya di navbera kole û xwediyê wê de bimîne. Ev jî sedema bingehîn a paşketina civakên me ye.”

Tevlêbûna jinan a çalakiyan

Yûsif got ku çalakî û xwepêşandanên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk de, beşdarbûneke jinan a balkêş hebû û wiha derbirî: “Bi vê boneyê em dibêjin dayikên şehîdan bi helwestên xwe yên wêrek û xweragirtina li dijî dagirkeriyê, bûn nîşana şeref û rûmetê. Pêşwazîkirina zarokên xwe yên şehîd bi tilîliyan hêzeke mezin da berxwedêrên Berxwedana Rûmetê û careke din îspat kir ku ew lehengên ku leheng afirandine.”

‘Erdogan û çeteyên wî ji jina azad ditirsin’

Têkildarî hedefgirtina jinan a ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Erdogan û çeteyên xwe ji jina azad, wêrek û zana ditirsin. Ji ber ku li ser sîstema wan a paşketî ku jina bê îrade û kole û mêrê zordar esas digire, gefan çêdike. Ew ne tenê ji hêza me weke jin ditirsin, lê belê heta ji cenazeyên me jî ditirstin û tola xwe ji cenazeyên şehîdên me hiltînin û bi wan dilîzin. Weke ku bi cenazeyê şehîd  Barîn Kobanê lîstin û Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin. Kîna wan li dijî jinan pir mezin e.”

Hêza jinan li tevahiya cîhanê bandor kir

Di berdewamê de Yûsif bi lêv kir ku ji ber ku jina şoreşger împaratoriya Erdogan û çeteyên wî a ku li ser tundî, zilm û paşketinê ava bûyî, dihejîne rastî êrîşê tê û wiha berdewam kir: “Ew wek perçemekê ne, ji ronahiyê ditirsin, di tariyê de dijîn û di tariyê de dimirin. Dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji sîstema me ya demokratîk hilînin. Dizanin ku jin bingeha sîstema me ya civakî ye û kolekirina jinan rêya dûrxistina civakan e. Ji ber vê hedefgirtina jinan ne tesadûf e, lê belê xwe dispêre îdeolojî û siyaseta ku partiya AKP`ê esas digire. Hêza jinan li tevahiya cîhanê bandor kir û bû meşaleyeke ku hemî azadîxwaz li dorê kom dibin. Ji ber yekê dixwazin vê meşaleyê vemirînin û hêviya jinan bişikînin. Lê belê şoreşa jinan bi israra mayîn û pêşketinê dewam dike, her wiha hedefgirtina jinan îradeya me têk nabe û tekez dike ku em di rêya rast de ne.”

Me şoreşeke civakî pêk anî

Herî dawî jî encama Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif ev tişt destnîşan kir: “Bi rêveberiya jinan re me şoreşeke civakî pêk anî. Tu hêz nikare ku hêviyên me yên jiyana azad û birûmet têk bibe. Ji ber vê tecawiz û lîstina bi cenazeyên jinên me, nikare me paşve vegerîne. Lê belê dê hêzeke mezintir bide me ku em rêya xwe dewam bikin. Sala 2020`an dê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar