Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Foza Yûsif: Gotinên Esad întîxara siyasî ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di bernameyeke taybet a di televîzyona Ronahî TV de hate weşandin têkildarî daxuyaniyê Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad a kurd nîne nirxand.

Foza Yûsif a di Ronahî TV de bersiva pirsên Mihemed Seydî da, bal kişand ser van xisûsan:

“Li Rojhilata Navîn tu maseyek nîne, maseyên heyî jî ji ber ku hemû li erdê ne, ji bo wê ewqas şer û nakokî hene. Maseyên heyî jî hemû li ser pêyekê hatine avakirin û yekparêziyê ferz dikin.

Gotinên Esad ên kirî û dubareya gotinên berê ne. Em van gotin û daxuyaniyan ji nêz ve nas dikin. Sedemê şerê 9 sal in ku li Sûriyeyê rû dan ev hişmendî û nêzîkatî ye.

Siyesetekî windakirî û îflaskirî ye

Aliyekî van daxuyaniyan jî girêdayî Tirkiyeyê ye. Ji ber fobiya kurd a Tirkiyeyê, bi Tirkiyeyê re heta astekê li hev bikin, peyama em bi hev re li kurdan bidine. Ev jî siyasetekî pir klasîk e û siyasetekî windakirî, ketî û îflaskirî ye. Ev siyaset çareseriyê ji bo Sûriyeyê nayne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku pirsa ermenî, suryanî, kurd, durzî, sunî nîne. Ê baş e ku tu pirsgirêk nebe pirsa çima Sûriye kete vî halî gelo nayê kirin?

Bi vî awayî pirsgirêkê nedîtin, înkarkirin, bi xwe re sîyasetek întîxarê tîne. Bi vî awayî nêzîkbûna pirsgirkkê zêdetir mudaxeleyên derve bi xwe re tîne û vê dike ku Sûriyeyê bike Iraqa duyemîn. Ev daxuyanî ji hêviyên çareseriyê zêdetir îşaretên negatîvbûnê peyda dike.

Divê her kes bi berpirsayar nêzîk bibe

Ger ku gelek bê înkarkirin, wê demê mafê berxwedanê yê wî gelî peyda dibe. Ev jî wê bibe sedem ku Sûriyeyê ber bi rewşek hê xirabtir ve bibe. Ji bo wê gotinên divê li ber çavan bên girtin. Divê em hemû bi berpirsyar nêzîk bibin.

Li Sûriyeyê tişta ku bû sedem bi hezaran kes bimirin,  bi milyona kes jî koçber bibe çi bû? Ev înkar bû sedema serhildanê. Serhildan ji ku destpê kir? Ji Derayê destpê kir. Li wir jî înkara gelê ereb hebû. Diyar e ku pirsgirêk bi daxuyaniyên wiha nabe.

Kurd ji dîrokê ve li wir in

Kurd ji tu cihekî nehatine. Kurd li ser vê axê bûn, li vir hatine dinê û mezin bûne. Bê koka me çiqasî li ser vê axê ye, bila ew dîronas bêjin. Koka me tevahiya dîrokê li Mezopotamyayê ye. Me tu carî jî ne gotiye ev a me ye. Em li ser bingehê gelan tev digerin. Di wê hêviyê de ne ku yên yekitiya Sûriyeyê jî çêbikin ev gel in.

Me tu hêzên derve venexwediye Sûriyeyê

Em ji bo çareseriyeke demokratîk têdikoşin. Beriya hatina amerîkî yan jî me qala çareseriyeke siyasî û yekitiya Sûriyeyê dikir. Niha jî heman tiştî dibêjin. Dema em bi pêş ve diçûn û me gelek dever azad jî dikir heman tişt digot. Dema dagirkeriya Tirkiyeyê jî hat me heman tişt got.

Me tu hêzên derve venexwendiye Sûriyeyê. Ger ku rejîma Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bikiriba, Amerîka nedihat. Mînak; di şerê Kobanê de DAIŞ’ê bi tankên Sûriyeyê şer kir. Çima? Ji ber ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe nedan, bi tankên wan DAIŞ’ê êrîşî me kirin.

Dema me li ber xwe dida Esed li ku bû?

Em nebûn sedem ku ne DYE û ne jî Rûsya bê vir. Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Birêz Beşar Esed îdîa dike ku me li dijî Tirkiyeyê tenê guleyek jî neteqandiye. Bi rastî gotinên mirovan pir dihêle heyirî…

Me li Efrînê 2 mehan li ber xwe da, bi hezaran şehîd me da. Li noqteya sifir a Serêkaniyê nêzî 500 şehîd me da. Îro li Idlibê me yek balafira Sûriyeyê nedît. Me li dijî DAIŞ’ê 11 hezar şehîd da, lê bi rehetî tê gotin ku me yek gule neteqandiye.

Berxwedana me nebûya dê Şam paytexta DAIŞ’ê ba

Ger ku berxwedana me nebûna, îro dê Şam paytexta Ebûbekir Bexdadî yan jî patexta Heyet Tehrîr El Şam bûna. Ger ku berxwedana me nebûna, çawa ku Reqqa û Dêra Zor girtibûn wê Şam jî bigirtiba.

Tişta herî zêde dike ku mirov bibe xwedî helwest înkar e. Divê di vê mijarê de mirov baldar be. Divê bi hişmendiya berpirsyariyê bikeve tevgerê. Divê ji daxuyaniyên wiha mirov xwe dûr bixe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar