Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Foza Yûsif: Sekna rejîma Sûriyeyê girîng e

Endama Komîteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif ku hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re weke "planeke taktîk" a nû penase kir, wiha got: "Sekna hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî vê lîstika qirêj girîng e. Em bawer dikin ku Şam di ferqa vê lîstikê de ye û wê vê lîstikê pûç bike."

Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û serokê Rêxistina Îstîxbarata Mîllî (MÎT) Hakan Fîdan, piştî 11 salan li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kirin. Hat aşkerakirin ku di civînê de krîza Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan û têkoşîna hevkar a li ser axa Sûriyeyê hatiye axaftin. Dîsa di civînê de hat gotin ku “Ji bo ku li Sûriye û herêmê aramî pêk were û were domandin, lihevkirin hat kirin ku civîn bi formata sêalî berdewam bikin.”

Endama Komîteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê yekemîn civîna fermî ya piştî 11 salan di navbera Tirkiye û dewleta Sûriyeyê pêk hat de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.

Tirkiye, di şerê li Sûriyeyê de bi awayekî aşkera teref girt. Bi çavê dijminatiyê li Esad nerî. Lê Tirkiyeyê piştî 11 salan cara ewil bi awayekî fermî hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re pêk anî. Gelo çi bû ku Tirkiye hat vê astê?

Her roj delweta tirk li ser axa Sûriyeyê komkujiyan dike. Hikûmeta dewleta tirk dest ji stratejiya xwe ya dagirkeriyê bernedaye, ew tenê taktîk dike, divê herkes vê bizane.

Dewleta tirk heta niha xwest bi rêya DAIŞ û çeteyan aramiya Sûrî têkbibe, sînorê mîsaqî millî vegerîne. Her wiha xwest ku projeya demokratîk a rêveberiya xweser têkbibe û plana xwe ya qirkirinê bi cih bîne. Dema ku dît nikare vê yekê pêkbîne vêcarê serî ‘li taktîkeke nû da, ew jî bi hikûmeta Şamê re dixwaze vê planê pêk bîne. Ev planeke geleke xeter e, armanca wê derxistina şerê navxweyî ya di nava Sûriyeyê de ye. Hikûmeta nijadperest a tirk dixwaze kurd û ereb hev bikujin ew jî ji vê yekê sûd wergire û temenê desthilata xwe dirêj bike. Ev lîstikeke qirêj e, lewma helwesta hikûmeta Şamê gelek girîng e. Em bawerin Şam di ferqa vê yekê de ye, ezmûna Şamê ya siyasî tê re heye ku vê lîstikê vala derxe. Garantiya aramiya Sûrî û çareseriya mayinde bi diyaloga di navbera rêvebiriya xweser û Şamê ve girêdayî ye. Dewleta tirk li herêmê rola bê istîqrariyê li herême dilîze, dewleta tirk axa Sûriyeyê dagirkirî ye, divê berî her tiştî ji deverên dagirkiriye hêzên xwe bikşîne. Her roj delweta tirk li ser axa Sûriyeyê komkujiyan dike. Hikûmeta dewleta tirk dest ji stratejiya xwe ya dagirkeriyê bernedaye, ew tenê taktîk dike, divê herkes vê bizane.

Rejîma Sûriyeyê jî 11 salan bi tu awayî pêwendî bi Tirkiyeyê re nedanî û li dijî komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, şer kir. Lê niha hevdîtinê bi Sûriyeyê re dike. Ya ku Sûriyeyê anî vê astê çi bû?

Wisa diyare ku li ser Şamê zextek mezin heye, hinekî jî weke zewaceke bi zorê ye. Ji ber Sûriye baş dizane ku ev hikûmeta heyî nabe dostê Esad. Erdogan di destpêka krîza Sûriyeyê de got, ‘ez ê li Mizgefta Emewiyê nimêjê bikim. Ez bawer im Esad û Sûriyeyiyên xwedan hişmendiya netewî ev yek ji bîr nekirine. Lewma ev li hevhatin weke ku hin kes texmîndikin wê ne hêsan be. Ji ber dewleta tirk li dijî Sûriyeyê gelek sûc kirin. Ew dewleteke dagiker e lewma ez bawer nakim ku Şam bi hesanî rewşa heyî piştguh bike.

Tirkiyeyê gelek deverên Sûriyeyê yên wekî Efrîn û Girê Spî xistin bin banê xwe û li van deran saziyên xwe ava kirin. Gelo dê Sûriye vê yekê qebûl bike? Tirkiye dê di vî warî de gavên çawa biavêje?

Raste dewleta tirk li Idlib, Serêkanî, Cerablûs, Girêspî û Babê politikaya qirkirinê pêk tîne, ew li wir siyaseta tirkkirinê pêş dixe guhertina demografîk dike, ev hemû sûc in, ez bawer nakim Şam vê yekê qebûl bike, Şam, dewleta tirk weke dewleteke dagirker bi nav dike, heta ku dewleta tirk xwe ji van deveran nekişîne, ez ne bawer im ku Şam qebûl bike.

Kurd, ji sala 2012’yan ve bi tu awayî bi rejîma Sûriyeyê re şer nekirin û her tim îşaret bi lihevkirinê kirin. Kurd, çawa nêzî lihevkirina bi rejîm û Sûriyeyê re dibin? Kurd dê gavên çawa biavêjin?

Kurdan siyasetek rast meşandin her roj ev yek isbat dibe, hûn dibînin opozosiyona Sûriyeyê ku xwe spart dewleta tirk di çi rewşê de ye, her roj tê kirîn û firotin, me ji destpêkê got pirsgirêka Sûriyeyê divê di nava sûriyeyiyande bê çareserkirin. Me bi hêza xwe ya xweser ev projeya neteweya demokratîk pêş xist. Kurdan û piştre jî rêvebiriya xwerser herdem tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyeyê kirin û tucar ji vê prensîbê tawîz nedan. Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk in, lihevatineke aramiya Sûrî têkbibe, dijbertiya rêvebiriya xweser bike, fitne û fesadiye di nava pêkhateyên Sûrî de çêbike, rê li pêşiya şereke navxweyî veke bi tu awayî napejirîne, her wiha li dijî hemû tifaqên bêpirensîb wê tebikoşin û li ber xwe bidin.

Kurdan hevdîtin bi rejîmê re kirin. Ev hevdîtin di kîjan astê de ne?

Rast e tu car diyalog qut nebûne, herdem têkilî bi Şamê re hene, ji ber em bawer in ku bi rêya diyalog û mûzakereyan em dikarin çareseriyeke bingehîn pêşbixin. Derbarê vê yekê de em ê hewldanên xwe yên ji bo çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk berdewam bikin.

Gelo dibe ku di dawiya hevdîtina Tirkiye-Sûriyeyê de kurd bêstatu bên hiştin û pêvajoya 2011’an cardin rû bide? Ger tiştekî wiha çêbibe, amadekariyên kurdan ên di vî warî de çi ne?

Di siyasetê de her ihtîmal heye. Di sala 2002’yan de Peymana Edeneyê çêbû û zirareke mezin da Sûriyeyê ev peyman Sûriye perçekir, lawazkir. Lê divê em bizanin ku rewş ne wek sala 2011’an e. Gelek tişt hatin guhertin, di van cihokade gelek av derbas bû. Weke pêkhateyên herêmê bi kurd, ereb û suriyeyiyan û tirkmenan, me bi hevre xwîn rijand û me bi hev re pergaleke demokratîk ava kir. Lewma li dijî siyasetên ku vîna me nasneke, me inkar bike, bê guman em ê xwe biparêzin. Lewma em bi hêvî ne ku tu kes hesabê şaş neke. Daxwaza me ewe ku em weke Sûriye pirsgirêkên xwe bi rêbazên çêker û demokratîk çareser bikin. Ji bo vê yekê jî em amade ne û wê hewldanên me jî li ser vê esasê be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar