Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Foza Yûsif: Tu hêz nikare şoreşa jinan têk bibe

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif diyar kir ku YPJ li hemberî artêşên mêran ên ku gel û jin perçiqandine, sekna tolê nîşan dide û wiha got: “Dayikên me yên her roj li dijî adet û pêncên klasîk ên ku jin girê didan niha di nav serhildanê de ne. Jinan hemû qadên jiyanê kirine cihê berxwedan û têkoşînê. Ger îro dijminên şoreşa jinan nikare vê şoreşê têk bibin sedema wê têkoşîna jinan e.”

8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cihanê bi coş tê pîrozkirin. Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axivî. Foza Yûsif anî ziman ku 8`ê Adara îsal wê bi serhildaneke jinan a nû bê pêşwazîkirin û got: “Amadekariyeke gelek mezin a jinan ji bo vê rojê heye. Ev 100 sal e têkoşîna jinan a 8`ê Adarê didome. Îro jî bi îrade û helwesteke mezin ew têkoşîn li tevahî cîhanê bi deng, berxwedan û çalakiyên jinan berdewam dike. Ev jî diyar dike ku têkoşîna azadiya jinan têkoşîneke stratejîk û gerdûnî ye. Di her aliyê cîhanê de heta ku sîstema zayenperest têk here ev têkoşîn dê berdewam bike.”

Li Rojavayê Kurdistanê 8`ê Adarê cudatirî cihên dîtir di nava şoreşa jin de tê pêşwazî kirin. Li dijî vê şoreşa jinan êrişên mezin hene. Foza Yûsif têkoşîna jinan a dijî êrişên dewleta Tirk a dagiker û hêzên zayenperest wiha nirxand; “Li Rojavayê Kurdistanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên dîrokî têne avetin. Bi pêşengtiya jinan îro guhertin-veguhertinekî civakî û sîstema siyasî tê kirin. Lewma bi serokatiya Tirkiyeyê ev hêzên zayenperest li hemberî vê şoreşa jinan di nav metirsiyede ye û vê şoreşê wekî xeterî ser sîstema xwe ya faşîst, zayenperest dibîne. Ji ber wê dixwaze vê şoreşê bifetirsîne. Di zanin ku şoreşa jinan dikare guhertin û veguhertineke mezin ne tenê li Sûriyeyê bi tevahî cîhanê çê bike. Ji bo pêşiya vê bigrin û cardin jinan têxin bin serweriya xwe di nav êrişan de ne. Jin li vir di her alî de tevlîbûneke pir çalak û pêşengtiyê dikin. Di van salan de tevî ewqas êrişan jinan bi awayekî pir şenber dan diyarkirin ku ew îrade, hişmendiya azad a derketiye hole û têkoşîna ku berdel de hezaran jinan cane xwe dane wê heta serfiraziyê û hilweşandina sîstema faşîst jin di nav têkoşînê de bin.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku êdî jin nema ji mirinê ditirsin, tenê ji koletiyê ditirsin û got: “Bi kuştinê nema dikarin jinan bitirsînin. Ji ber jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ têk bir. Ew hêza herî tûndraw ya sîstema paşverûtiyê temsîl dikir, têk birin. Ji bo wê jî di dilê jinan de bixwebaweriyeke mezin çêbûye. Jin îro di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe didin diyarkirin, xwe bi rêxistin dikin û xwedan biryar in ku sîstemeke nû ava bikin. Lewma li hemberî van êriş û tundrawiyê jin di nava serhildanê de ne.”

Di berdewamiya xwe de Foza Yûsif diyar kir ku jinan serhildana yekemîn li hemberî paşverûtiya xwe kirin ya duyemîn jî li hemberî malbat, paşverûtiya civakê kirine û wiha pêda çû: “Jinan di destpêkê li hemberî xwe têkoşîn dan meşandin. Ew jina pêpûk, bêçarê, bêbawer û ya heta dawiyê xwe di bin siya zilam de didît îro li rojavayê Kurdistanê di radeyeke pir cidî de hat şikandin. Piştî wê li dijî malbatê, zayenperestiya mer, sîstema baviksalarî têkoşîn dan meşandin. Di têkiliyên malbatên Kurdistanê de guhertin û veguhertineke mezin çêbûye. Ev di encama berdel û lehengtiyên mezin çê bûye. Em deyndarên şehîdên jin yên ku canê xwe fedakirin û rêvebertî kirine. Li herêma me de heger têkoşîna azadiya jin roj bi roj pêş dikeve ev encama wê îradeya wan şehîdan e.”

Foza Yûsif bal kişand li ser jinên li rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan re tola salan ji hişmendiyên baviksalar digirin û wiha lê zêde kir: “Jinên li rojavayê Kurdistanê rojane di nav têkoşînê de ne. Akademiyên me bi rêya perwerdeyê tolê ji hişmendiya zayenperest hildidin. YPJ li hemberî artêşên mêran ên ku gel û jin perçiqandine, sekna tolê nîşan dide. Dayikên me yên her roj li dijî adet û pêncên klasîk ên ku jin gire didan niha di nav serhildanê de ne. Jinan hemû qadên jiyanê yên aborî, civakî, zanistî, qanûnî, siyasî kirine cihê berxwedan û têkoşînê. Ger îro dijminên şoreşa jinan nikare vê şoreşê têk bibin sedema wê têkoşîna jinan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan hemû rojên salê kirine 8`ê Adarê. Berê di salê de tenê rojeke me hebû lê îro hemû jin dixwazin hemû rojên salê bikin rojên jinan, rojên berxwedan û têkoşînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar