Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Fransa: HSD hevkarê me yê herî mezin e

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drîan diyar kir ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hevkarê wan ê herî mezin,  HSD ye. Drîan got heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dikeve meriyetê, naxwazin ji Sûriyeyê vekişin

Nirxandinên navneteweyî yên têkildarî biryara vekişandina serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drîan têkildarî biryara vekişandina Trump axivî û nirxandinên girîng kir. Drîan destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, hebûna xwe ya leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê didomînin û destnîşan kir ku têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê bi dawî nebûye.

Drîa di berdewamiyê de jî bal kişand ser hevkariya wan a bi HSD’e re û wiha domand: “Têkoşîna me ya esasî li dijî DAIŞ’ê ye. Hevkarê me ya herî mezin ê di vê têkoşîne de jî HSD ye. Yên ku li qadê li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, HSD ye. Biryara vekişandina Amerîkayê ya ji Sûriyeyê dê HSD’ê di zorê de bihêle. Ji ber vê yekê di asta navneteweyî de divê em bi hevkarên xwe re di têkiliyê de bin û wan biparêzin. Ji bo pêkanîna aştiyê divê çareseriya siyasî bê dîtin.”

Drîan di berdewamê de jî daxuyand ku dê heta çareseriyeke siyasî bê dîtin hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku çareseriyeke siyasî bê dîtin, wê demê em jî dê ji Sûriyeyê vekişin.”

Hêjayî gotinê ye ku hezar û 100 leşkerên Fransayê li Sûriyeyê ne. Li hemberî biryara Trump Fransayê gelek caran bertekên xwe nîşan dan. Rayedarên Fransayê di daxuyaniyan de destnîşan dikin ku heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dikeve meriyetê, naxwazin ji wir vekişin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar