Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Fransa: Ji bo HSD nebe qurban divê her tişt bê kirin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly hişyarî da û got ku divê kurd nebin “qurbanên nû” yên şerê Sûriyeyê

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li ser rewşa Sûriyeyê ji rojnameya Le Parîsîen re nivîsî û bal kişand ser pêngava dawî ya li Dêra Zorê ku dê dawî li çeteyên DAIŞ’ê bîne. Parly di nivîsa xwe de bal kişand ser berxwedana şervanên kurd ên ku ji Kobanê heta Dêrazorê ku dawiya çeteyên DAIŞ’ê anîne. Parly ev tişt anî ziman: “Li hevkarên me li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bifikirin: Di dawiya vê rêwîtiyê de ku ji Kobanê dest pê kir û li Hecînê bi dawî dibe, serkeftin heye. Lê belê ji bo hinekan veger nîne.”

Parly bal kişand ser biryara vekişînê ya DYA’yê û wiha got: “Piştî ku DYA’yê ragihand ku dê ji herêmê vekişe, rewş ji nû ve hat nirxandin û vê yekê li herêmê rê li ber guhertinên nû vekir. Kes nizane ku lihevkirineke çawa wê ji vir derkeve.”

Wezîra Parastinê ya Fransayê wiha dewam kir: “Peywira me ew e; ji bo HSD nebe qurban, divê her tişt were kirin. Min bi xwe hişyarî da NATO’yê, da hempîşeyên xwe yên amerîkî û tirk. Hevkarên me yên li herêmê HSD’ê gelek tişt ji xwe da. Em gelekî deyndarê wan in.”

Parly têkoşîna dawî ya li Baxozê bi bîr xist û wiha got: “Lê belê ev şer ne têkoşîna gundekî ye. Têkoşîna nifşekî ye. DAIŞ dê bi rengekî mezin têk biçe. Ji niha ve xwe ji nû ve birêxistin dikin. Li çiyayên Hermînê yên Iraqê, li wîlayeta Anbarê ku koka wan li wir e, li herêmên sinî yên Sûriyeyê mîna Reqayê, bi rengekî hîn veşarî, hîn fihêlbaz: Ger em bêjin, dê ne êrîşkarên metirsîdar bin, hingî em ê şaşitiyê bikin.” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar