Wezareta Karên Derve û Wezareta Berevaniyê (Parastinê) ya Fransayê diyar kirin ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan biryar daye ku çekan nefiroşin Tirkiyeyê
Herdu wezaretan têkildarî mijarê daxuyaniyek hevpar weşand û biryar aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em li benda rawestandina van êrîşan ne. Fransayê biryar da ku hemû planên taybet ên girêdayî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ku îhtimal heye di van êrîşan de bikar bîne, rawestîne. Ev biryar yekser dikeve meriyetê”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiya Ewropayê jî dixe xeteriyê.
Beriya niha jî Fînlandiya, Norweç, Hollanda û Almanyayê biryar dabûn ku wan firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê dane sekinandin. PARÎS