Li welatê Malî, berî mehekê derbeya leşkerî pêk hat û hîn alozî dewam dike. Li gorî saloxan, hinek albayan ev derbe çêkirine lê pêşengê wê yê sereke, serokê berê yê Konseya Bilind a Îslamî, îmamê mizgefta navendî Îmam Mahmoud Dicko ye.
Berî derbeya leşkerî, hezên Îmam Dicko û Platforma M5 RFP’yê, bi hevre gelek çalakiyên dijberî serokê dewletê Îbrahîm B.Keita li darxistine û gotine heta Keita xwe ji serokatiyê venekişîne dê çalakiyên xwe bidomînin.
Her wiha tê gotin, hinek albayên pêşengên vê derbeyê, weke albay M. Diaw li Rûsyayê perwerde dîtiye.
Li aliyê din, ev welat ji kevn ve mêtingehek Fransayê ye û ji 2012’yan ve li dor 4500 leşkerên Fransayê li Malî ye. Li gor gotina fermî; ji bo piştgriya dewletê, bi navê operasyonên Serval û Barkhane yê bi giranî li dijî grubên terorîst ên cîhadîst li wir in.
Lê belê bi giranê tê gotin ku nakokî û kêşeyek xurt di navbera Rûsya û Fransayê de, li ser weletê Malî heye. Sedemê vê nakokiyê jî, hebûnek pir a ûranyûm û zêr a li vî welatî ye.
Ê baş e, ma li ser hebûna zêr û tew ûranyûm jî li gel, agahiyek an saloxek bigihê R.Erdogan, dikare raweste û sebir bike? Na herê, hema di cih de, pişti derbeyê bi du hefteyan nêçîrvanê xwe yê zêr Mevlud Çavuşoglu, xiste rê û şand gerya bakur û navîn a Afrîqayê: Malî, Senegal û Gine Bissau û ew ê gera wî hefteyekê dom bike. Helbet qanoxa yekemîn jî Malî bû.
Erê weke hemû caran, derewên xwe rêz kirin: Em dost û birayên gelê Malî ne, hema çi alîkarî, çi xizmet lazim be em amade ne ku pêşkêşî wan bikin û hwd.
Weke ku derbe çênebûbe, hema bi zimanekî xêrxwazî, nesihet li wan kir û dest bi civînên berfireh ên fermî kir. Di serî de bi Konseya Netewî (CNSP) ya ji bo Dahatuya Gel a ku ji aliyê albayên derbekar ve hatibû damezrandin re rûnişst. Li pey wê bi nûnerên MINUSMA’ya hêza NY û bi Yekitiya Afriqa û Civaka Aboriya Weletên Afrîqa Rojava(CEDEAO) re rûnişt.
Tê dîtin ku dewleta yekemîn a fermî ev derbeya leşkerî naskiriye û pê re bi lezgînî têkilî daniye dewleta Receb û Çavuşoglu ye.
Lê vê carê xwedê zane, karê Çavuşoglu ew ê pir dijwar be. Ji ber ku li hember wî nêçîrvanên dîrokî yên xurtir û giregir hene; Fransa û Rûsya. Vê carê, şensê wî gelek zêde nayê xuyakirin. Vê nêçîra nirxê wê giran, bi hêsanî nadin destê Receb û Çavuşoglu. Gumana xurt heye ku ew ê ji vir jî weke Venezuela dest vala vegere mala xwe.
Her çendîn vê derbeyê, nêzî zihniyeta xwe bibînin jî, ew ê ne weke bazara wan, a li gel Riza Saraf, Maduro, Omer El Beşir, Mûrsî, Serrac, Nêçirvan û hwd. rihet û bi bereket be. Jixwe wa ye “dostê” wî Serrac jî dev jê berdide, ya jî dibe ku ew destê xwe ji “doste” xwe dikişîne. Ma heta niha çend “dost” û “birakên” wî man e li gel wî? Jixwe li hundur jî “hevalan wî yên rê”, ma ka çend ji wan li gel wî mane? Ya jî wî berdaye wan? Yê nû jî nikare peyda bike, tenê di destê wî de Bahçelî ma ye! De li hev bimbarek bin! Wa ye dîsa wezîrê wî Suleman Soylu, xwe gij dike êrîşî derdoran dike, vê carê asta tehdîdê xwe bilintir kir û êrîşî Serokê Dadigeha Bilind Zuhtu Aslan kir!
Li aliyê din, ji hewldan û gotinên Pompeo, bi taybetî yên li Yewnanistan û Kibrisê, her wiha bi giştî jî mînaka xweşkirina têkiliyên dewletên ereb weke Bahreyn û Imarat û hwd. li gel dewleta Israîlê wan ditirsîne û ji neçarî gav bi paşve jî avêt. Geştiya xwe ya bi nav û deng Oruç Reîs ji deryaya Spî bi paşve kişand.
Nema weke berê karibe hespê xwe, li Îtalya û Maltayê û her wiha li wan giravên wê jî bibezîne, dolar û zêr û euroyê xwe li bankên wir veşêre!
Jixwe rakêşa wan û Fransa û bi vê ve girêdayî helwestên YE, cih li Receb teng dike. Nema zêde dikare hewara xwe bibe cem Putîn û bi rêya wî şantajan jî bike. Diz û xwediyê malê êdî baş bi hev dihisin. Bi tenê hêviyek wî ji Merkel maye, car caran telefon dike û bi van telefonan, dixwaze hinekî moralê xwe bilind bike!
Di encamê de, li vî welatî jî dewleta R.Erdogan û Fransa hatin hemberî hev. Li gorî agahiyan, kêşe bi giranî di navbera Rûsya û Fransayê de ye lê R.Erdogan ji govendên wisa xwe dûr naxe, jixwe ew ji bo projeyek wisa hatiye afirandin. Divê li her deverê ji bo aloziyê, şer, pevçûn, cengê derxe hewl bide. Ji xwe niha ji bo ku temenê desthilatiya xwe dirêj bike, bi tenê di destê wî de ma ye êrîşkarî û ger derfet hebe dagirkerî.
Lê her roj temenê hilweşandina desthilatiya wî nêztir dibe.