Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Free Ocalan li Nairobiyê

Em niha çalakiyeke amade dikin ji bo 15´ê Sibatê, bi rasthatina 20 saliya komploya ku Abdullah Ocalan pê ji Nairobiyê hat revandin. Em ê îmzeyan berhev bikin û bi meşeke protestoyî bibin û radestî nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li Nairobiyê bikin

Gacheke Gachichi ji rêveberên Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ye. Ev yek ji deh navendên cedaleta civakî ya li paytexta Kenyayê Nairobiyê ye; û ya rastî ya pêşî ye û kiriye yê din jî xwe bi rêxistin bikin. Ev navend têdikoşe li dijî şideta polîs a sîstematîk a li dijî xelkê feqîr, nexasim kuştinên bê dadgeh ên polîs. Ew di heman demê de kampanyayan bi rê ve dibe li dijî newekhevî û bêedaletiya civakî. Ev navend xwe dispêrin rêxistina civakî ya xelkê li cihê cih.

Li ser pirsa ka niha ew kîjan kampanyayên sereke dimeşînin, Gacheke Gachichi got, “Em niha kampanyayekê li dijî normalkirina kuştinên bê dadgeh ên bi destê polîsan ve bi rê ve dibin. Em binpêkirinên mafê mirovan û kuştinên bi destê polîsan ên ciwanan belge dikin. Kampanyayeke me ya din ji bo mafê avê ye. Li Nairobiyê ji sedî 70´yê xelkê nikare xwe bigihîne ava paqij, nexasim jî li wan deverên ku keviya bajêrên û fermî îmara wan nîne. avahiya qeç bi Suhayîlî navê kampanyayê “Hakînî Macî” ye, maneya wê “Av jiyan” e. Ev ê civakên li keviyan bajaran bîne cem hev û bike ku tevnekê ava bike. Kampanyayeke din jî heye bi navê Make Mathare Green Again (Mathare ji nû ve heşîn bikin) e. Ev kampanyayeke edaleta ekolojîk e. Li Nairobî hawîrdor hatiye texrîbkirin. Em vê kampanyayê wekî din ji bo bibîranîna wan mirovên bi kuştinên bê dadgeh tên qetilkirin, çêdikin.”

3 ta 5 ciwan rojane tê kuştin

Li ser şîdet û kuştinên bê dadgeh, rêveberê navenda edaleta civakî ji rêveberên navenda civakî Gacheke Gachichi dibêje, “Li Nairobiyê şideta polîs û kuştinên bê dadgeh gelekî sîstematîk in. Ji ber ku Kenya kevne koloniyeke Brîtanyayê bû, îro jî dewleteke elîteke xwe disipêre hêzên kolonyal heye. Polîsekî ku hevkarê kolonyalîstan bû heye, ew fêr bûye zextê li xelkê bike da ku xwe birêxistin neke. Elîteke me ya rêbeveber heye ku sirketên naveneteweyî destekê didinê. Polîs bi her awayêî xwe û li her derî weke amûreke şîdetê li dijî feqîran e li Kenyayê. Ji ber wê jî kuştinên derveyî dadgeriyê li dijî feqîran in û nexasim jî li wan deveran ku xizan hewl didin xwe birêxistin bikin li dijî elîta desthilat. Her roj 3 ta 5 ciwanan bi destê polîsan tên qetilkirin li keviyên bajaran. Ev mirov bi pirsgirêka xaniyê lê bimînin re rûbirû ne, bêkarî bela serê wan e, ew bi pirranî ji gundewaran tên li van keviyên bajêr bi cih dibin. Dewlet ji ber ku nikare van pirsgirêkan çareser bike, şîdeta polîs bi awayekî sîstematîk û bi rêya kuştinên bê dadgeh vê dike. Armanc jî ew e ku tirsê bixe nava dilê mirovan, nexasim jî mirovên weke me ku çalakgerên edaleta civakî ne, da ku em xwe bi rêxistin nekin.”

Rêxistinkirina civakê li dijî desthilatê

Li ser vê, ka civak çi dike, nerazîbûna xwe çawa îfade dike, vê mijarê jî Gacheke Gachichi wiha rave dike: “Em xelkê perwerde û agahdar dikin. Em îmzeyan berhev dikin li dijî hikûmetê. Par jî me meşên girseyî yên bi navê ´Saba Saba march for your lives (Saba Saba ji bo canên xwe bimeşin)´ organîze kirin. Û wele Navenda Edaleta Civakî ya Mathareyê me îlham da civakên din jî û niha 10 navendên civakî li keviyên bajêr hene. Rêxistinên neteweyî yên mafê mirovan jî rahiştin kampanyaya me. Bi vî rengî ez dikarim bibêjim, ku ew nîvê binpêkirinan dibînin û carinan dozan vekin. Çapemenî jî dibîne. Ango me, hayjêhebûnek avakirin li ser mijara kuştina bê dadgeh a ciwanan de.”

Têkoşîna li dijî jibîrkirinê

Li ser kampanya ekolojîk û elaqeya wê bi têkoşîna dij-kolonyal a li Kenyayê jî, Gacheke Gachichi bi bîr dixe ku keviyên bajarê Nairobiyê ku îro xizan lê bi cih bûne, berê daristanek bû ku baregeheke tevgera Mau Mau (Artêşa Erd û Azadiyê ya Kenyayê) li Matahare bû ku îro keviya bajêr e: “Tevgera Mathare ji nû ve heşîn bikin, elaqedarî têkoşîna dij-kolonyal a Kenyayê ku doza rûmeta mirov, û xwegihandina hawîrdoreke bi sihet e. Em her wiha bi bîrê dixin ku Matahare navendeke berxwedanê bûye li dijî kolonyalîzma Berîtanî. Ev her wiha rêyeke xwe perwerdekirina derbarê dîrok û rabihuriya xwe de ye, ku têkoşîna me ya ji bo edaletê dewam dike, li dijî vê dewleta nû ya neo-kolonyal. Gotineke Milan Kundera heye dibêje, “Têkoşîna mirovan li dijî desthilatê, têkoşîna wan li dijî jibîrkirinê ye.”

Bi rasthatinan kurd naskirin

Li ser pirsa ka ew têkoşîna azadiyê ya kurdan nas dikin, Gacheke Gachichi dibêje, “Helbet, Abdullah Ocalan heye, ew li vir, ji Nairobiyê hat revandin. Nairobî bereyeke pêş a împeryalîzmê ye. Gava ku Ocalan revandin, li vir civakeke rêxistinkirî nebû ku li dijî vê bereya pêş a împeryalîzmê Ocalan karibe biparêze, gava ku wî berê xwe dabû Başûrê Efrîkayê. Ji bilî vê min çend çalakgerên kurdên ji Tirkiyeyê li Tûnisê nas kirin,sala 2013´an di Foruma Civakî ya Cihanê de. Li Cambridgeê min par Dr. Thomas Jeffrey Miley nas kir û wî got, ew ê bê Nairobiyê serdana me. Wî pirtûkek li ser Tevgera Demokrasiyê ya Kurd bi xwe re anî. Ji hingê ve, her çû min tevgera azadiyê ya Kurd bêhtir nas kir. Hevalekî min ê çalakger ê li Brezîlyayê jî hate vir û ji me re got, jinek ji Rojava hatiye û em perwerde kirine. Li wir behsa modela konfederalîzma demokratîk kiriye. Yanî vê modelê û şerê Kurdan li dijî DAIŞ´ê di heman demê de gelek îlham da me. Ev e paşxana naskirina Tevgera Demokratîka ya Kurd ji bo azadiyê û israr û şerê wan ê ji bo rûmeta wan a insanî.”

Piştî 20 salan me xiyanet ji bîr nekir

Lê niha hem elaqeya wan bêhtir e û hem jî ne tenê weke piştgiriya navneteweyî, lê weke bihevgihana têkoşîna azadiyê, kampanyaya Free Ocalan bi rê ve dibin; li ser vê kampanyayê jî ew dibêje, “Em niha çalakiyeke amade dikin ji bo 15´ê Sibatê, bi rasthatina 20 saliya komploya ku Abdullah Ocalan pê ji Nairobiyê hat revandin. Em ê îmzeyan berhev bikin û bi meşeke protestoyî bibin û radestî nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li Nairobiyê bikin. Wekî din em ê nameyeke protestoyê bidin sefareta Tirkiyeyê li vir û nameyeke protestoyê jî bidin Wezareta Karê Derve ya hikûmeta Kenyayê jî da ku bi bîra wan bixin ku bi vê komployê wan mafê mirovan li gorî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Pê re jî em kampanyaya ji bo serbestkirina Abdullah Ocalan (Free Ocalan) û hemû girtiyên siyasî li Tirkiyeyê dewam bikin.

Em dixwazin bi hev re li dijî faşîzmê têbkoşin. Her wiha têkoşîan xwe ya ji bo edaleta civakî ya li vir bi têkoşîna piştgiriya navneteweyî re jî girêbidin. Ji bo me ev kampanya gelekî girîng e, ji ber ku em ê nîşanî hikûmetê bidin ku ciwanên Kenyayê piştî bi 20 salan xiyaneta li Abdullah Ocalan hatiye kirin, ji bîr nekirine. Em li bendê ne ku nûnerek ji KNK´ê bê, da ku em bi hev re daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar bidin.”

Nûçe: Luqman Guldivê / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar