Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Freedom House serdana DFG’ê kir

Dîrektorên Herêmê yên Freedom Houseyê di serdana xwe ya DFG’ê re piştgiriya xwe ya bi rojnamegeran re anîn ziman.

Dîroktorên Freedom House (Mala Azadiyê) çûn serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG). Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û edîtorên Rojnameya Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê dîrektor pêşwazî kirin. Her wiha hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok jî li gel endamên Freedom Houseyê di serdanê de cih girt.

Dîrektorê Ewropa û Asyayê yê Freedom Houseyê March Behrendt di serdanê de axivî û got ku saziya wan ji bo piştevaniya bi mafên demokrasî û mafên mirovan ên cîhanê hatiye avakirin, ji bilî vê bernameyên wan jî hene û ew di yekîneya bernameyê de cih digire.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd. Altan, da zanîn ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran di raporan de jî cih digire û wiha got: “Di nava 2 salên dawî de zextên li ser rojnamegerên kurd pir zêde bûn. Gelek jê hatin girtin û binçavkirin. Rojnamegerên kurd bedelên giran didin û li naverasta kolanan hatin qetilkirin. Bi ser re 30 sal derbas bûn lê hêj jî ev zext berdewam in. Dibe ku li naverasta kolanan neyên qetilkirin lê em bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû dimînin. Hewl dan rojnamegeriyê tune bikin. Lê rojnamegerên kurd bi saya israra xwe her tim ev zext vala derxistin. Hewl didin wisa bi saziyên me bikin ku nema bikarin bixebitin. Her carê dest danin ser komputer, wênekeş, telefon û amûrên teknîkî.”

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî bal kişand ser zextên li ser JINNEWS, MKG û rojnamegerên jin. Herî dawî jî Metîna derheqê xebatên MKG’ê de agahî bi şandeyê re parve kir.

Zext hatin vegotin

Edîtorê MA’yê Azad Altay jî zextên li ser rojnamegeran zêde bûne. Altay, da zanîn ku di lêpirsînên navendên wan Amed û Enqereyê yên 2022’yan de nêzî 40 rojnamegerên kurd hatine binçavkirin, 26 jê hatine girtin û ji van 10 jê edîtor û nûçegihanên MA’yê bûn. Altay, got ku hêj jî 3 edîtorên wan girtî ne û di dema serdegirtinan de 20 komputer û 12 wênekeş hatine desteserkirin.

Parêzer Resûl Temûr jî têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran û nedayîna ekîpmanan agahî da. Her wiha Temûr raporên dozên rojnamegeriyê jî bi nivîskî pêşkeşî şandeyê kir.

Dîrektorên Freedom Houseyê gotin ku dê piştevaniya xwe ya bi rojnamegerên kurd re mezin bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar