Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...
Pazartesi - 26 Ağustos 2024

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Fûad Hisên di xizmeta dewleta tirk a dagirker de ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên wekî alîkarê wezîrê dewleta tirk a dagirker tevdigere. Fûad Hisên di rojên dawî de bi navbeynkarî û komkirina Beşar Esad û şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan, roleke sereke leyîst. Fûad bi vê karê xwe xwe dest bihewldanek xiyanetê ya dijî gel û neteweya xwe kiriye.

Dewleta tirk a dagirker di van salên dawî de dagirkeriya xwe ya li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde kiriye. Bi taybetî di van demên dawî de PDK li başûrê Kurdistanê ne tenê sedema dagirkirinê ye, di heman demê de berpirsê lihevkirin û komkirina dagirkeran ya li dora hev, veşartina êrîş û sûcên dewleta tirk a dagirkere jî. Fûad Hisên xwedî vî erkê sereke yê ku dikeve xizmeta dagirkeran deye. Fûad Hisên weke kesek ku pêbawer yê Barzanî tê naskirin, di salên dawî de bibû şêwirmendê sekreterê Giştî yê YNK’ê Mam Celal Talebanî, lê wezîfe û pereyek zêde bû sedem ku Fûad Hisên ji Celal Talabanî dûr bikeve û bibe kesê herî nêzîk yê Mesûd Barzanî.

Di salên ku di serokatiya Herêmê de serokê Dîwanê bû, ji bilî nûnertiya Barzanî û PDK’ê nekarî bibe nûnerê rast yê hemû hêz, aliyên siyasî û welatiyên Herêma Kurdistanê ya li serkatiya herêmê de. Ji bo vê jî hertim weke kesek hizbî dihate pênasekirin, ji ber nêzîkbûna wî ya bi Barzanî re, di kongreya 14’an ya PDK’ê de bû endamê Mekteb Siyasî û nûnerê taybet yê Mesûd Barzanî yê li Bexdayê.

Fûad Hisên di dema referandûma 2017’an de, yek ji şêwirmendên destê rastî yê Barzanî bû, weke nûnerê Barzanî welat bi welat digeriya û ji bo refarandûma Barzanî li piştgiriyê digeriya. Lê nekarî piştgiriya ti welatek ji bo referandûmê bistîne, ji bo vê ew jî yek ji karekterê sereke yê pêkanîna referandûm û ji dest dana sedî 50’iyê xaka Herêma Kurdistanê bû.

Di sala 2018’an de Barzanî Fûad Hisên ji bo tevlîhevkirina yekîtiya kurdan şand Bexdayê û li beramberî Berhem Salih kir namzetê serokkomarê Iraqê. Li rexa binketinê, ziyanek mezin da yekîtiya kurdan ya li Bexdayê û di nava aliyên kurd de aloziyê mezintir kir.

Fûad Hisên piştre bû Wezîrê Karên Derve yê Iraq û cîgirê serokwezîr û heya niha jî li ser erka xwe dewam dike. Lê di serdema vê wezîfeya xwe de, ji bilî nûnertiya Barzanî û PDK’ê ti feydeyek negihand kurdan. Li cihê vê, bi salan e li Bexdayê tenê mêvandariyê ji mêvanên Barzanî re dike û heya niha jî ti daxuyaniyek dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk nedaye.

Di hemû daxûyanî, daxuyaniyê çapemenî û hevpeyvînên xwe de, li ser rêbaza xiyanetê ya Barzanî diçe, Fûad Hisên êriş, dagirkerî û sucên dewleta tirk rewa dike û hertim hatina artêşa tirk ya li nav xaka Herêma Kurdistanê, bi hebûna PKK’ê ve girêdide.

Fûad Hisên bû ku hikumeta Iraqê neçar kir Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê were îmzekirin. Herwiha ji bo ku Şengal bikeve bin kontrola Tirkiyeyê hewldanek zêde da, lê heya niha jî bi ser neketiye. Niha jî Fûad Hisên ê ku nahêle hikumeta Iraqê ti helwestek dijî êriş û dagirkeriya dewleta tirk nîşan bide, ji serokwezîrê Iraqê Sudanî re gotiye; “Tirkiye xaka Iraqê dagir nake, tenê ji bo tinekirina PKK’ê hatiye.”

Di rojên dawî de dewleta tirk bi sedan wesayîtên zirxî û hezaran leşker aniye nav xaka Herêma Kurdistanê, di encama êrişên dawî de gund tên şewitandin û valekirin, dar û xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, leşkerên tirk bendên kontrolê danîne û di nav gundên Başûr de xelkê digire û rênadin xelk biçin ser gundên xwe. Lê Fûad Hisên di nava çend rojên borî de got; “Tirkiyeyê ti operasyonek nekiriye, tenê li çend cihan ketiye nava liv û tevgerê.”

Fûad Hisên di rojên dawî de bi navbeynkarî û komkirina Beşar Esad û şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan, roleke sereke leyîst. Ji bo ku Erdogan û Esad lihev bicivin, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê anî cem hev û li gorî Fûad Hisên dibêje, lihevkirina destpêkê çêbûye, wê Esas û Erdogan li Bexdayê bicivin. Fûad bi vê karê xwe xwe dest bihewldanek xiyanetê ya dijî gel û neteweya xwe kiriye.

Fûad Hisên duh ragihand ku ji bo ku Erdogan û Esad li Bexdayê bicivin lihevkirinek çêbûye û tenê roja civînê maye, wê roj jî were diyarkirin.

Gelê kurd dizane ku civîn û lihevkirina rejîma Sûriye û dewleta tirk ji bo dijberî û tinekirina gelê kurd e. Ji bilî tinekirina kurdan, ti sedemek din ya ji bo hewldanên asayîkirina peywendiyên di navbera Esad û Erdogan de nîne. Ji bo vê jî ev hewldana Fûad Hisên ji bo tinekirina destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ku Barzanî û dewleta tirk plan dikeye.

Wezîfeya Wezareta Karên Derve, wezîfeyek girîng û hesase, divê ji bo xizmeta Herêma Kurdistan û Iraq were bikaranin. Ev wezîfe ji bilî astengkirina êrişên dewleta tirk, divê statûya Herêma Kurdistanê jî bihêztir bike. Lê ji ber ku piştî sala 2003’yan ev wezîfe piranî di destê PDK’ê de bû, tenê ji bo berjewendiyên taybet yên mala Barzan û PDK’ê hatiye bikaranîn. Gel ti feydeyek ji vê negirtiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar