Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Fûat Bêrîtan: Newroz sembola şoreşê ye

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan ji bo Newrozê got ku ji bo jiyana bi hev re cejna avakirin û pêkanîna yekîtiya neteweyî, xurtkirina rêzên gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê ye.

Hevserokê Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan têkildarî Newrozê de tev li bernameya taybet a Aryen Tv bû û ev tişt anî ziman: “Newroz roja yekgirtina hêzên berxwedanê ye, li dijî zilm, zordarî û ne edaletiyê ye. Roja avakirina sîstema civakî ya hemdem a ji bo hemû civak, çîn û netewe bê cêwazî bi çand, bawerî, ol bi pirrengî bi azad bi hev re bijîne.”

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser hewldanên dewleta tirk ên ji bo tunekirina çanda Newrozê û got, “Hevrê Mezlûm Dogan li Zindana Amedê bi sê darikên kîbrîtê çalakiya fedayî ya bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ mîna Kawayê Hesinkar Newroz vejîn kir. Bû Kawayê hemdem. Divê em vî ruhê hevrê Mezlûm Dogan ê Newrozê tim zindî bihêlin. Vê ruhê îro vejîn daye hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê. Gerîlayên Kurdistanê ji Derya Reş bigire heta Loristanê li sîlsîleya Çiyayên Zagorsê agirê berxwedanê geş dikin. Ji bo wê ye Newroz, ruh, soz, hest, evîn, tol û berxwedan e.”

‘Newroz bû xwediyê weteyeke mezintir’

Bêrîtan destnîşan kir ku Newroz tenê çand û kevneşopiyek nîne, belkû Newroz xwedî pêgeheke siyasî ye û wiha domand: “Newroz di 50 salên borî de wateyeke din a cêwaz li xwe girtiye. Bi berxwedana bi pêşengtiya gelê bakurê Kurdistanê û şoreşgerên li nava zîndananên dewleta tirk a faşîst, Newrozê reng û wateyeke din a siyasî qezenc kiriye. Heta wê gavê Newroz weke geşt û seyranê dihate pîrozkirin, bi vê berxwedanê re Newroz bû berxwedan. Ji bo wê salên dawî Newroz êdî li gorî wateya xwe tê pîrozkirin. Ne tenê kurd her wiha neteweyên ereb, fars, belûç jî ji bo wateya rast a Newrozê bizanin berê xwe didin cejnên Newrozê yên li Kurdistanê tên pîrozkirin û cihê xwe li nava çalakiyan digirin. Ji bo wê yek ku Newroz cejna yekgirtin û bi hev re jînan a gelan e.

Eger ku îro gelê me bê cêwaziya erdnîgarî, bawerî û ziman dest bi destê hev, mil bi mil li qadên Newrozê li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr pîroz dikin û govendê digerinin, daxwaza azadî dikin; bêtirs li ber neyaran radibin, ev peyameke siyasî ya yekgirtiyê ye. Peyama wê didin ku wan hev girtiye. Peyam dide aliyên siyasî hûn jî hev bigrin. Dîsa peyam dide hemû dagirkerên Kurdistanê ku bê çareserkirina pirsa kurd û guh nedana gelê kurd tu çareserî pêş nakeve.”

‘Şoreşa jinan gelên Îran û Rojhilat xist çerxa xwe’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan qala şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî kir û ev tişt got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rêya xwe girtiye û ber bi lûtkeyê ve diçe. Vê şoreşê hemû civak xistiye nava çerxa xwe û tevgerê. Vê şoreşê hemû ciwan, xwendekar û pêkhateyên din xistiye nava çerxa xwe ya qadên xebat û şoreşê. Mirov dikare bêje Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye ruh ji bo ew herêmên ku sîstema modernîteya kampitalîst ku ruh, hest û soz jê kuştibûn.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ salvegera xwe ya 50’î derbas dike û dikeve saleke nû. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji roja ku PKK’ê li Gundê Fîsê bi pêşengtiya Rêber Apo dest bi şoreşê kiriye, destpê kir. Ji bo wê ye ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sala xwe ya 50’emîn derbas dike û her diçe weke deryayekê fireh û berbelav dibe. Niha jî keç û kurên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî stemkar û zaliman li qadan li ber xwe didin. Hêzên yekîtiya jinên Zagros nîşan dide ku bi ruhê Newrozê li nava têkoşînê de ne. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berhema zanista jineolojî ye.”

‘Dixwazin bi jîngehê her ferdekî kurd tine bike’

Bêrîtan da xuyakirin ku heman bêrehmiya li ser kurdan tê kirin, li ser jîngeha Kurdistanê jî tê kirin û wiha pêde çû: “Siyaseta qirkirinê ya li ser kurdan tê kirin, li ser jîngehê jî tê kirin. Dewleta tirk li Kurdistanê bi siyaseteke qirêj li dijî civak û xwezayê şer dike. Bi çekên kîmyewî û dîsa şerê avê li ser kurdan dike. Dîrok û kevneşopiya kurdan bi çêkirina bendavan xistin jêr avê. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya Barzaniyan li Behdînanê daristanên Kurdistanê qir dikin. Bi vê yekê ti ferqa van ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê nîne ku li Efrîn û deverên din dike. Dixwazin bi talankirina jîngeha Kurdistanê, her ferdekî kurd tine bike û bêruh bihêle.”

‘Rejîma tirk li çiyayan, Îran jî li bajar kurdan jehrî dike’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser êrîşên jehrawî yên desthilata Îranê ya li dijî xwendekarên keç û ev nirxandin kir: “Jehrkirina xwendekarên keç û jinan êrîşeke îdeolojî ye. Ev êrîş li ser jina azad e, êrîş li ser wan jinan e ku pêşengtiyê ji Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re dike ye. Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê kîmya li dijî gerîla bikar tîne, rejîma Îranê jî heman karî li ser xwendekarên keç dike. Ti ferq di navbera vê yekê de nîne. Ji bo wê dixwaze dawî li her nirxeke vê şoreşê bîne. Ji bo wê yek divê gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di Newrozê de peyama; Êdî bes e, bide. Daxwazên xwe yên rast li beramber rejîma dagirker eşkere bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar