Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gabrîel: Hêzên herêmî piştgiriyê didin şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê

Kîno Gabrîel destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê hê jî berdewam e. Gabrîel got ku ew ji bo têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hêzên xwe profesyonel dikin û ev jî pêvajoyeke dijwar e. Gabrîel da zanîn ku hêzên herêmî piştgiriyê didin şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ku tev li civîna salane ya HSD’ê bibû, anî ziman ku yek ji xalên bingehîn ên rojeva civînê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû. Gabrîel anî ziman ku civîna wan a salane di pêvajoyeke dîrokî de pêk hat û li dijî gefên ku li wan tên xwarin, ew jinûvesazkirina HSD’ê nîqaş dikin.

Di berdewamiyê de jî Gabrîel diyar kir ku berpirsyariyên wan ên mezin û dîrokî hene û wiha dom kir: “Şerê li eniyê yê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bû lê belê DAIŞ bi dawî nebûye. Em hê jî têkoşîneke gelekî giran li dijî DAIŞ’ê dimeşînin. Bi giranî li herêma Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyonên taybet pêk hatin.”

Ewlekariya sînor

Gabrîel piştre jî bal kişand ser projeya ‘ewlekariya sînor’ û ev tişt anî ziman: “Endamê Fermandariya Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û ji fermandarên koalîsyona navneteweyî general Nicholas Pont di konferansê de ragihandin ku ew piştevaniya vê projeyê dikin û projeya ewlekariya sînor dê qonax bi qonax pêk were. Bêguman di vê nîqaşê de armancên me, koalîsyon û Tirkiyeyê ji hev cuda ne. Em dixwazin sînorê xwe bi ewle bikin û têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê bidomînin.”

Şerê li dijî şaneyên veşartî

Berdevkê HSD’ê Kîno Gabrîel teqînên di demên dawî de bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene. Li dijî wan operasyonên taybet tên kirin. Lê di encama van operasyonan derket holê ku li pişt van teqînan û şaneyan, tenê DAIŞ nîne. Hêzên herêmî jî piştevaniya van şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dikin. DAIŞ xwe di nava sivîlan de vedişêre. Di nav gel de teqînan dikin. Lewma têkoşîna li dijî hêzeke bi vî rengî ji şerê li eniyê girantire. Mînak; Iraq li dijî DAIŞ’ê bi salane têdikoşe lê hê jî nekariye têk bibe. Em jî li gorî vê rastiyê têdikoşin. Nîqaşên me jî ji bo profesyonelkirina vê têkoşînê ne.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar